BEDLÎS - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê daye destpêkirin de bi ser gelek malan de hatibû girtin û 110 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan zêdetirî 50 kesan hatin girtin.
Hate zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê daye destpêkirin de di 28’ê mijdarê de navçeyên Xîzan, Tetwanê yên Bedlisê û Wanê di nav de li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin û jin û zarok jî di nav de 110 kes hatin binçavkirin. Qismekî kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” , “alîkariya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” hatine binçavkirin anîn Miduriyeta Polîsan a Bedlisê.
Piştî kirariyên îfadeyan ên çar rojan berdewam kirin, zêdetirî kesên hatine binçavkirin sewqî Edliyeya Bedlisê hatin kirin. Piştî îfade wergirtina dozgerî û dadgeriyê derbarê zêdetirî 50 kesan de biryara girtinê hate dayîn.
PARÊZERAN NEKARIN BI MUWEKÎLÊN XWE RE HEVDÎTINÊ BIKIN
Hate zanîn ku tundî li kesên li Miduriyeta Polîsan a Bedlisê di bin çavan de tên ragirtin hatiye kirin. Ji ber biryara ‘nepenîtiyê’ ya têkildarî dosyaya lêpirsînê destûr nehate dayîn ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Hate diyarkirin ku îfadeya gelek kesan bêparêzer hatiye wergirtin.
KESÊN HATIN GIRTIN
Navên hin kesên hatine girtin wiha ne: Emîn Gezîcî, Bedrettîn Gezîcî, Îsa Gezîcî, Mahsun Gezîcî, Haci Gezîcî, Firat Gezîcî, Serkan Gezîcî, Mûstafa Gezîcî, Halîm Gezîcî, Sedat Gezîcî, Abdulhalîm Gezîcî, Suleyman Korkmaz, Îhsan Korkmaz, Erdal Înan, Cemal Înan, Beşîr Çetîn, Kerem Çetîn, Metîn Çetîn, Mekan Çetîn, Turan Çetîn, Emrah Aydin, Sînan Aydin, Mahîr Hergul, Sedat Kesîcî, Seyîthan Yaman, Mûrat Arvas, Nûrûllah Arvas, Ebûtalîp Arvas, Hêlîn Arvas, Eylem Denîz Arvas, Tahir Arvas, Erdal Înal, Cindî Akbûlût, Masûm Denîz, Gurgun Çîftçî, Sînan Aydin, Emrah Aydin, Cemîl Bali, Mahmût Şen, Şukru Baykan û Mehmet Hergul.
LI MALA XELET GERIYAN
Li gundê Şên ê girêdayîn navçeya Xizanê di dema operasyonê de di encama îxbara xelet de bi ser mala welatiyekî ji sedî 70 çavên wî nabînin de jî hate girtin. Hate diyarkirin ku di dema lêgerîna bi saetan berdewam kir de der û pencere ji aliyê leşkeran ve hatin şikandin. Hate hînbûn ku leşkerên piştî demekê fêm kir ku xeletî kirine û ji bo ku malbat giliyê neke gef li wan xwarine.