ŞIRNEX - Di Çemê Dîcleyê de hema bêje her roj bûyerên nû yên xeniqandinê û xwekuştinê çêdibin. Noqavên ku beriya niha demildest mudexileyî bûyerên bi vî rengî dikirin qeyûm ew ji kar avêtin. Noqavên heyî û yên ji derve tên sewqkirin jî qels in.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê di demên dawî de bûyerên xeniqandin û xwekuştinê rû didin. Ji ber ku noqvanên di bin navê şaredariyê de kêm in, rizgarkirina kesên di çem de wer dibin hema bibêje ne pêkan e. Herî dawî li navçeyê du xwişkên hev bi awayekî bi guman di çem de wer bûn. Ji wan yek jê ji aliyê masîgiran ve hat rizgarkirin, lê zaroka din hê jî nehatiye dîtin.
Noqavên ku ji aliyê qeyûmên tayinî Şaredariyê Cizîrê hatin kirin ji kar hatin avêtin, di bûyerên bi vî rengî de çalak bûn û pêşî li ber xeniqandina kesên di çem de wer dibûn digirtin. Lê ji ber ku qeyûm ew ji kar avêtin, yên heyî di wext de nikarin mudaxileyî bûyerên bi vî rengî bikin.
Her wiha malbatên her du xwişkên di çem wer bûn ji şaredariyê daxwaz kirin ku noqavên ku ji kar hatine avêtin alikariyê bikin. Lê şaredariyê vê daxwazê red kir. Noqavên ku her roj tên ser Çemê Dîcleyê ji ber ku şaredarî destûrê nade nikarin mudaxile bikin.
Noqavên Cemal Candorûk ê ku ji kar hat avêtin, têkildarî mijarê axivî.
PERGALA NOBEDARIYÊ RÛNIŞTANDIBÛN
Cemal Candorûk diyar kir ku gava di dema wan de bûyerên xeniqandinê û xwekuştinê çêdibûn wan demildest mudaxele dikir û wiha axivî: "Min di sala 2012'an de li Şaredariya Cizîrê dest bi kar kir. Min xwest ku bi dildarî bixebitim û di sala 2013'an de dest bi kar kir. Ji bo avakirina tîma noqavan gelek hewldaên min çêbûn. Piştre min gelek astengî derbas kir. Ji bo avakirina tîmê min gelek li ber xwe da. Gelek caran rastî gefan hatim lê dîsa jî min dev ji avakirina vê tîmê berneda. Ji ber ku li zora min diçû ku tîmên din ên ji derve bên û cenazeyên me ji avê derxînin. Her wiha tîmên ku ji derve jî dihatin ancax rojekê durojan digihiştin vê derê. Min dev ji karê xwe berda û bala xwe da ser vî karî. Bi alîkariya şaredariya me, me bi kesên di vî warî de perwerdekirî tîma noqavan ava kir. Bêyî ku hewcedariya kesekî û ekîbên derve hebe, me yekser mudaxileyî bûyeran dikir me pergala nobedariyê ya li ber çem jî da rûniştandin. Her roj me li ber çem tûr diavêt. Di vê heyamê de tu pirsgirêk derneketin û me karê xwe pir baş dikir. Baweriya gel jî bi me dihat. Heya ku tîma me li wir bû, gel digot 'dikarin rizgar bibin.' Di bûyerên wê demê de me nêzî 50 cenaze derxistin."
'ME YEKSER MUDIXELE DIKIR'
Candorûk da zanîn wan ne tenê li Cizîrê li gelek bajaran din jî mudexileyî bûyerên wiha dikir û got: "Em heta Sêrt û Deriyê Sînor ê Xabûrê diçûn. Lê belê ji ber hin sedeman em ji kar avêtin. Niha ekîbên ku ji derve tên midaxile dikin û ew bi qasî me bi avê nizanin. Avêtina me ya ji kar nebaş bû. Me dikaribû li devereke din bixebitiya û pere qezenc bikira, lê me got em ê bi dildarî bikin. Dema ku kesek diket avê an jî xeniqînek çêdibû me herî dereng em di rojekê de digihiştin cenazeyî. Her wiha dîsa kesên ku me ew sax derdixistin hebûn. Carinan me rojê 2 kes rizgar dikirin, tîma me bi serkeftî bû. Ev 5 meh in tîmek ava bûye, ev tîm hewl dide lê ez bi xwe 14 sal in vî karî dikim. Ev kesên nû hatine 5 meh in kar dike û helbet bi qasî me ne bi tecrûbe ne. Her wiha dema ku em li ser kar bûn, dema me cenaze derdixist jî, piştî rojekê an du rojan me li cihê bûyerê ceribandin dikir. Me bi vê fikrê ku em ê di bûyerên pêş de çêtir kontrol bikin, xwe perwerde dikir."
'QEYÛM NEHIŞT KU EM BIÇIN HEVDÎTINÊ'
Candorûk anî ziman ku daxwaza malbatê ji aliyê qeymeqam ve nehatiye qebûlkirin û ev tişt gotin: "Em duh li qeraxa çem bûn. Dema xeniqîn û bûyerên bi vî rengî çêdibin wijdanê me nerihet dibe û em tên ber çem temaşe dikin. Malbata van zarokan jî bi me re têkilî danî û ji me xwestin ku em alîkariyê bidin. Me ji wan xwest ku serî li şaredariyê bidin. Daxwaza malbatê radestî qeymeqam hat kirin. Jiyan di metirsiyê de ye. Tevî ku em ji kar hatin avêtin jî em bi vê berpirsyariyê tevdigerin û pirî caran em li ber çem geriyan. Dema em bûn em her tim li ber çem digeriyan."