ENQERE - Şandeya TMMOB û TTB'ê serdana Hevserokên Giştî yên HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllaari û Tûncer Bakirhan kirin.
Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) seredana Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan kirin. Şandeya TMMOB û TTB'ê hatin Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Li vir Hatîmogûllari û Bakirhan şandeyê pêşwazî kirin.
Di seredanê de geşedanên di rojevê de hatin nîqaşkirin. Kesên di şandeya TMMOB û TTB'ê de cih girtin, serkeftin ji Hevserokên Giştî yên HEDEP'ê û rêveberiya nû re xwestin.