ÊLIH - Mesût Guner derbarê şeva ji ber lêhiyê dayika xwe Lalixan Guner û 3 biraziyên xwe winda kir de axivî û got: “Bi gotina dayika min a ‘av hat’ mal di bin avê de ma. Heya ku em derketin derve, serê wê li dîwarî ket. Min dayika xwe digirt, lê hêza min têra nekir. Me xwe bi darê zorê xelaskir.
Qenala avê ya li taxa Seyîtler a navenda Êlihê bi deste qeyûm bi betonê hate girtin. Barana zêde ya di 19’ê Mijdarê de bariye, ji ber qenala serê wê bi betonê hatibû girtin, bû lêhî. Lalîxan Guner (54) û neviyên wê Asenat (1), Îsrafîl (5) û Birgul Guner (9) di lêhiya rabû de, jiyana xwe ji dest dan.
Avahiya malbata Guner a bi komkirina xurdeyê debara xwe dikirin, ji ber lêhiyê bû goristan.
Mesût Guner û Yakup Guner ku şeva lêhî rabûbû di malê de bûn û dayika xwe Lalîxan Guner û 3 biraziyên xwe winda kirin, derbarê tiştên hatine serê wan de axivîn.
‘MIN DAYIKA XWE DIGIRT, HÊZA MIN TÊRA NEKIR’
Ferdên malbatê bi barîna baranê xwe spartin xaniyê xwe yê li kêleka qenala avê. Mesût Guner derbarê wê şevê de ev tişt gotin: “Çawa ku dayika min got ‘av hat’ xaniyê me, mal di bin avê de ma. Heya ku em derketin ber derî, serê wê li dîwarî ket. Min dayika xwe girtibû, hêza min têrî nekir. Me xwe bi darê zorê xelas kir. Dayika min jiyana xwe ji dest da.”
JI BER BÊDERFETIYÊ ME BAR NEKIR’
Guner, diyar kir ku tevî canên ku wan di lêhiyê de winda kirine, li pey lêhiyê tiştekî wan jî nema û ji ber di nava heriye de radibin û rûdinin jî perîşan bûne.
‘GER BINESAZÎ HEBA EV BÛYER NEDIHAT SERÊ ME’
Guner anî ziman ku taxa Seyîtler a ew lê dijîn bê binesazî ye û got: “Heke binesazî hebûya, dibe ku ev bûyer nehatibûya serê me, mala me di bin lêhiyê de nedima. Em ê ewqas talan nebûna, dê canên me neçûna.”
Guner destnîşan kir ku piştî lêhiyê, hin rayedar hatine û ji wan re gotine ‘em ê mala we çêbikin, alîkariya we bikin’ û careke din kesek nehatiye. Guner, bi bîr xist ku heya niha derveyî şorbeyê tiştekî din nedane wan û got: “Şorbe di mala her kesekê de heye. Em dixwazin xusara me were çareserkirin.” Her wiha Guner xwest ku rayedar dest biavêjin taxa wan û binesaziya taxê çêbikin.
Lawê Lalîxan Guner ê din Yakûp Guner jî derbarê şeva lêhiyê de ev tişt anî ziman: “Roja bûyer qewimî, ji bo ku wan rizgar bikin çûn cem ajalan. Ew jî can in. Wê demê av hindik bû. Piştî 5 deqîqeyên min ajal rizgar kirin, av hat û em ber bi lêhiyê ketin. Dîwarê xanî bi ser me de hat. Min jixwe dayika xwe nedît, winda bû. Di bin avê de çû. Min birazî, jinbira û kekê xwe yê mezin xelas kir. Ew ji destê min hat. Min nekarî biraziyên xwe yên din xelas bikim. Di dema em ber lêhiyê ketin de, ceyranê jî em girtin. Ez hem bi canê xwe, him bi ceyranê hem jî bi zarokan re mijûl bûm.”
Yakûp Guner got ku “Eger li taxa me de binesazî hebûya dibe ku dayik û sê biraziyên min jiyana xwe ji dest nedabûna” û bi bîr xist ku cihekî ku ew tê de rakevin û xwarineke wan tune ye. Guner banga piştevaniyê kir.
MA/ Rûkiye Adiguzel - Fethî Balaman