ENQERE - Siyasetmedar Meryem Adibellî ya ji Doza Kobanê girtî diyar kir ku di çarçoveya dozê de hate binçavkirin û bi şertê hefsa malê hate berdan lê polîsan mudaxileyî biryarê kirin û derbarê wê de careke din biryara binçavkirinê derxistin û dane girtin.
Rûniştina ewil a Danişîna 42’yemîn a Doza Kobanê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Di danişîna li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin de siyasetmedarên girtî Sebahat Tûncel, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Zeynep Kahraman, Zeynep Olbecî, Dîlek Yagli, Pervîn Odûncû, Alp Altinors, Meryem Adibellî, Îsmaîl Şengul, Bulent Parmaksiz, Nazmî Gur, Gunay Kubîlay û Alî Urkut tev li danişînê bûn.
‘KOMKUJIYA LI XEZAYÊ WÊ DEMÊ LI KOBANÊ PÊK DIHAT’
Yek ji siyasetmedaran Meryem Adibellî ya di danişînê de parastina xwe bi kurdî kir, komkujiya ÎsraÎlê ya li dijî Filistînê şermezar kir, da zanîn ku di sedsala 21’emîn de komkujiya gelan a li ser dewletan didome û wiha got: “Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê de zarok û jin tên qetilkirin. Dîrokek winda dibe. Heman komkujî li Kobanê jî pêk dihat. Em çawa wê rojê li rex gelê Kobanê bûn, em îro jî li rex gelê Filistînê ne.”
‘HEWL DIDIN FERASETA MARDÛK AVA BIKIN’
Adibellî, bal kişand ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî û wiha berdewam kir: “Heke em jin îro bi awayekî giran bên darizandin yekane sedemê vê heye ew jî têkoşîna me ya li dijî pergala serwer a mêr e. Jin ji bo ku pergala serwer a mêr qebûl nekiriye tên darizandin. Weke ku di dîrokê de heye îro jî jin bi awayekî sîstematîk tên qetilkirin. Tenê qetil nakin di heman demê de hewl didin feraseta Mardûk ava bikin. Dema wî jî jin qetil dikirin, an parçe parçe dikirin an jî dişewitandin.
‘DOZGERIYÊ BERDAN POLÎSAN DÎL GIRT’
Adibellî, diyar kir ku 6 sal piştî bûyerên ku bûne mijara sûcdariyan doz li wan hatiye vekirin û anî ziman ku di ferqê de ne ku doz bi kîjan ferasete hatiye vekirin. Adibellî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bi îfadeyên şahidên bi navê Ûlaş, Samî Baran û Muhammed Zengîn ku îfadeyên wan di îdianameyê de hene tev li dozê hatim kirin. Ez di 20’ê kanûna 2020’an de hatim girtin. Min wê demê cezayê hefsa malê girt. Dema ez ji bo biçim malê tiştên xwe xwestin, polîseke jin a li wir dema dît ku ez ne şandim girtîgehê ket nava panîkê û bi telefonê li hin cihan geriya. Ez li wir du saetan hatim ragirtin. Tevî hemû hewldanên min ku ez ji Edliyeyê derkevim jî polîseke jin êrişî min kir û nehişt ez derkevim. Ez her tim mijûl kirim. Dem amin xwest derkevim jî polîsên li wir xwestin êrişî min bikin. Wê kêliyê parêzerê min hat. Dîsa me xwest derkevin lê polîsa li wir vê carê êrişî min û parêzerê min kir. Wê demê polîsên mêr hatin gotin dikarin derkevin. Dema em ji edliyeyê derdiketin, dozgeriyê derbarê min de biryareke din a binçavkirinê derxist û vê carê ez hatim girtin. Esas ev tiştên qewimîne jî dide nîşandan ku girtine me dijhiqûqî ye.”
‘DESTHILAT DI BIN BANÊ HIQÛQÊ DE TOLA XWE DIHILÎNE’
Adibellî, da zanîn ku di îdianameya ji sê hezar rûpelan pêk tê û derbarê wan de hate amadekirin de belegeyên eleqeya wan ji hev nîne hene û wiha got: “Tişta ku dikin sedama vê dozê, banga partiya me li dijî komkujiya DAIŞ’ê kiribû. Wê demê ne tenê partiya me hemû cîhanê bang dikirin. Di rewşeke wisa de HDP’ê nedikarî bêdeng bimaya. Lê mixabin ne di îdianameyê de ne jî di mutalayê de têkildarî DAIŞ’ê tiştekê cih negirt. Dîsa ji destpêka vê dozê ve tu rayedar, sazî û dezgehên dewletê yên berpirsyariya wan heye nehatin guhdarkirin û ji ber berpirsyariya xwe nehatin darizandin. Tevî ku nehatin darizandin giliyê HDP’ê kirin. Ev hemû vê yekê didin nîşandan; Desthilat ji kurd û dostên wan tolê hiltîne. Li Tirkiyeyê çiqas beşên mûxalîf hene di hedefa desthilatê de ne. Desthilat di bin banê hiqûqê de tola xwe dihilîne.”