NAVENDA NÛÇEYAN - Parazvanên mafên mirovan li Stenbol, Îzmir û Enqereyê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Demet Resuloglu ku rojê 16 îlacan dixwe, Civan Boltan û Salman Yildiz ên di yek hucreyê de tên girtin û xwestin demildest serbest bên berdan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, li Enqere, Stenbol û Îzmirê daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan.
ENQERE
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 480'î de çalakiya der barê girtiyên nexweş de li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kom bûn û daxuyanî dan. Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê û endamên Înîsiyatifa Girtiyên Nexweş pankarta “Dermankirin maf e, nayê astengkirin. Girtiyên nexweş berdin" vekirin. Parlamenter û rêveberên HEDEP'ê tev li daxuyaniyê bûn. Li vir Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Asli Saraç daxuyanî da û anî ziman ku herî kêm Hezar û 517 girtiyên nexweş li girtîgehan hene û wiha got: "Herî kêm 651 girtî rewşa wan giran in. Di nava salekê de herî kêm 37 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane."
Saraç, di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa Demet Resûloglu ya li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmirê. Saraç anî ziman ku Resûloglu 63 salî ye û zêdeyî 7 sal in girtî ye û wiha got: "Di nava 7 salan de sewqî 4 girtîgehên cuda hat kirin. Herî dawî ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê Sincanê sewqî Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmirê kirin. Niha ji ber nexweşiya çerm dermankirina Tîrêjan a Puva dibîne. Nexweşiya damarên mejî, şekir û dil pêre heye. Dîsa nexweşiyên Venoz, Guatr, sendroma pî, Anemî û gelek nexweşiyên kronîk pêre hene. Di nava rojekê de 16 îlacan dixwe. Ev nexweşî bandorek pir xerab li ser jiyana wê dike. Divê demildest serbest bê berdan."
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî bi heman armancê di hefteya 608'an de çalakiya “Rûniştina F" li pêş avahiya komeleyê berdewam kir. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Ciwan Boltan ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Endam û rêveberên ÎHD'ê û endamên komîsyonê tev li daxuyaniyê bûn. Endamên komîsyonê di çalakiyê de pankarta “Dermankirin maf e, nayê astengkirin" û “Girtiyê Nexweş Civan Boltan serbest berdin" vekirin. Komê dîsa dirûşmê “Mafê dermankirinê nayê astengkirin", “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" berz kirin. Vê hefteyê Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Mukaddes Şamîloglu daxuyanî xwend û got: "Girtî dîsa nayên berdan. Bi taybetî li dijî girtiyên siyasî hiquqa dijminantiyê pêş dixin. Ev bi taybetî di şexsê girtiyên nexweşên giran de derdikevin pêş. Civan Boltan ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê ye, yek ji girtiyê nexweş ê giran e. Cawan Boltan 32 salî ye. Di şer de bombe bi wî de teqiya. Çavê çepê bi temamî winda kiriye. Çavê rastê jî ji sedî 80 nabîne. Dîsa destê wî yê rastê jî jê bûye. Parçeyê hesibê bombeyê ku ketiye ser mejiyê wî jiyana wî dixe talûkeyek mezin. Dîsa nexweşiya Sendroma Reyno pêre heye. Bijîşkên ku Boltan muayîne kirine dibêjin "Nikare li girtîgehê bimîne". Lê Saziya Tipa Edlî li dijî vê yekê rapor amade kir û destûr nade ku Boltan bê berdan. Dîsa Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) jî diyar kir ku Boltan bi tena serê xwe nikare bijî. Lê dîsa Boltan niha di yek hucreyê de tê ragirtin. Herî dawî malbata Boltan çûn girtîgehê û diyar kirin ku Ciwan Boltan rastî êrîşê hatiye û destê wî birîn bûye. Divê Boltan û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan."
ÎZMÎR
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî, çalakiya "Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" ku ji 2 hefteyan carekê pêk tîne di hefteya 279'an de li pêş Sumerbanka Berê berdewam kir. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Komê di çalakiyê de pankarta "Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nebe, nebe şirîk." vekirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa Salman Yildiz ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Zilan Gumuş bi kurdî daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
"Rojnamegerên hêja, hevalên hêja yên parêzvanên mafên mirovan, em di hefteya 279.a daxuyaniya xwe ya çapameniyê ya “ji girtiyên nexweş re azadî” ya ku demekî navber hat dayîn de li hev civiyan. Girtîgehên tirkiyeyê ku her tim binpêkirina mafan di rojevê de ne, mirin û nexweşiyê derdixe holê. Ogûn samast ji ber reftara baş hat berdan. Tevî ku gelek girtiyên siyasî nexweş in û ev 30 sal in di girtîgehê de ne, înfazên wan yan tên şewitandin yan jî tên taloqkirin. Ev pêkanînên alîgir qada bêhiqûqî û keyfî berfirehtir dike û mixabin yên ku herî zêde ji van pirsgirêkan bandor dibin girtiyên nexweş in. Bi rastî jî girtiyê nexweş salman yildiz ku em ê li jêr behsa rewşa wî bikin yek ji van girtiyên nexweş e.
Salman yildiz, nexweşiya epîlepsiya wî ya giran heye û ji ber felcbûnê ji ber xisara mêjî ya ku ji ber birîna serê wî derketiye, nikare aliyê çepê yê laşê xwe bikar bîne û jisedî 68 rapora wî ya seqetiyê heye. Yildize ku bi tena sere xwe tê hiştin her çend lênprîna xwe ya şexsî de zehmetîya dikşîne jî, tena sere xwe tê hiştin û her roja ku diçê rewşa wî ya tenduristîyê xeraptir dibê.
Di êrîşa çeteyên DAIŞê ya li hemberî wesayîta şaredariyê ya dema alîkariya mirovî diçû kobanê de birîndar bû û dema li nexweşxaneya dewletê ya riha ye dihat dermankirin, hat girtin. Yildiz piştîsalekê ji ber ku li girtîgehê tedawî û lênerîna pêwîst nehat kirin, hat berdan. Lê dema ku cezaye girtigehê 7 sal 6 mehan hat qebûlkirin, beriya ku tedawiya wî biqede, dîsa hat girtin û şandin girtigehê.
Selman yildiz ê ku piştî hate girtin, rewşa wî ya tendurîstîyê her ku diçe xeraptir dibe, di 23ê cotmehê de bi birayê xwe re, bi telefonê axivî. Got “… min xwest ez jî bo dermankirinê sewqî vê girtîgehê bibim. Lê li vir ti tedawî nayê kirin. Daxwazên me jî nayên qebul kirin. Kesên ku ji ber sucên adlî hatine girtin, 24 saetan mafên hewayê digrin, em jî tenê dikarin yek saetî bigrin. Daxwaza me ya hevdîtinê çêdibe, le nayê qebulkirin. Em ji bo terapiya fizîkî hatin, lê tenê şoqa elektirikê didin me. Rewşa girtiyên nexweş li vir pir xerab e. Kesên giredayê doşekê ne, heftê carekê binê wan tê paqijkirin. Divê bi lezginî çareserî ji van pirsgirêkan re were dîtin.
Bavê wî yê ku agahî da komîsyona me jî wiha got:” salman demekê li riha û êlîhê ji bo dermankirinê li nexweşxaneyê bû, bi hinceta ku çûye kobanê hat sûcdarkirin û 1 sal bê binçavkirin hat darizandin û 7 sal ceza lê hat birîn û ji ber endamtiya rêxistinê 6 meh cezayê wî erê kir û çû muglayê ziyaret kir û bi ser otela ku lê dima hat binçavkirin û hat girtin û ewil salekê li antalyayê ma. Piştî sa û nîvekê li girtîgeha tîpa e ya muglayê bêyî destûra wî xistin hucreya yek kesî û ji ber ku şert û mercên tenduristî û jiyanê giran bûne demeke kurt li girtîgeha tîpa r a menemenê ya îzmîre ma. Di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ji ber şert û mercên girantir sewqî girtîgeha tîpa r a muglayê kir. Û ji ber şert û mercên giran serî li girtîgeha tîpa e ya muglayê da “ nikare di girtîgehê de bimîne” raporek da. Li ser ve yekê parezerên wî serî li dozgerî û dadgeriyê dan û gelek daxwazname ji sazîya tiba edlî re xwestin ku bên berdan, lê her carê ev daxwaz hatin redkirin. Di encamê de em dixwazin kurê min ê ji sedî 68 astengdar e, dermankirin û lênêrînê bidin me da ku tedawîya wî bidome. Selman yildiz tevî daxwaza xwe şandin girtîgeha tîpa sya antalyayê. Ji ber ku nû derketiye, di hucreya yek kesî de dimîne.
Yildizê ku di şert û mercên girtîgehê de lênerîn û tedawîya têrker jê re nayê dayîn û ji ber nexweşiya epîlepsiyê ya ku xetera mirina ji nişka ve heye divê bi tenê nemîne, bi tenê tê hiştin û nayê berdan, gefê li wî dixwe.
Em bang, li rayedaran dikin û bang li raya giştî dikin ku ji bo girtiyê nexweşê giran salman yildiz û hemû gîrtîyên nexweş ên giran serbest bên berdan û mafê wan ên tenduristî û jîyanê biparêzin.
JI SALMAN YILDIZ RE AZADÎ. JI GIRTÎYÊN NEXWEŞ RE AZADÎ."