* Rêxistina HEDEP'a Pendîkê diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo Meşa Azadiyê bênavber didomin û got: "Teqez divê encam ji meşa Gemlîkê bê girtin."
* Der barê nûçegihanê MA'yê Mehmet Guleş de ku di dema erdhejê de gava hevpeyvîn dikir hat binçavkirin û amûrên wî hatin desteserkirin, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di lêpirsînê de biryara neşopandinê hat dayîn.
* Siyasetmedarên jin ku bal kişandin ser girîngiya Meşa Gemlîkê, hemû kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz vexwendin meşê.
* Parlamenterê HEDEP'ê yê Wanê Sînan Çîftyurek diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û got ku meşa Gemlîkê mafekî demokratîk e û divê dewlet vê meşê asteng neke.
* Nûnerên Partiyên siyasî ku ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin, destnîşan kirin ku pêkanînên antîdemokratîk ên tên kirin rasterast girêdayî tecrîda Îmraliyê ne.
* Derheqê malbatên di dema qedexeyên derketina derve de malên wan hatin rûxandin û piştre alîkarî wergirtin de lêpirsîn hate vekirin. Polîsan, pirsa “PKK’ê çima alîkarî da we?” ji malbatan kirin.
* Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ku li navçeya Qoserê bi 13 guleyan hate qetilkirin û gora bavê wî hate kirin. Mûstafa Polat ê beriya niha gora wan tamîr kiribû banga “Em xwedî li nirxên xwe derketin” li welatiyan kir.
* Danişîna doza der barê kujer Hasan Karaslan ku li navçeya Hezexa Şirnexê hevjîn û 3 keçên xwe qetil kirin de hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (09.00)
* Danişîna doza derbarê siyasetmedarên tev li daxuyaniya Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) bûne de li 35’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ya Anadolûyê bê lidarxistin. (09.35)
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00-17.00)
* Hevserokê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan wê tevli civîna gel a ji aliyê partiya wî ve li ber avahiya navçeya Êlihê bê lidarxistin bibe. Bakirhan wê piştre bi rêxistinên sivîl ên civakî re bicive. (13.00-15.00) ZINDÎ
* Jin dê li Edeneyê di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê de ji girtiyên jin re qertên piştevaniyê bişînin.
* Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari dê li Mêrsînê bi partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û gel re bicive. (15.00-20.00)
* Li gelek navçeyên Stenbolê dê têkildarî “Meşa Azadiyê” ku dê di 18 û 19’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin civînên gel pêk bên. (16.00-19.00)