Bûye bîra Nûrheqê

  • rojane
  • 09:18 12 Mijdar 2023
  • |
img
MEREŞ - Mehmet Alî Gunduz ê li navçeya Nûrheqê dijî, ji ber ku her kesî nas dike û hemû qewimînên li navçeyê dizanî, wekî bîra zindî ya navçeyê ye. 
 
Navçeya Nûrheq a Mereşê ku navê xwe ji Çiyayê Nûrheqê girtiye, malovaniya gelek nasname û baweriyan kiriye. Mehmet Alî Gunduz ku malbata wî 400 sal berê ji Erzinganê koçî Nûrheqê kiriye, di 88 salên jiyana xwe de bûye şahidê gelek qewimînên li navçeyê. Gunduz ku ji aliyê şêniyên Nûrheqê ve wekî "karmendê nifûsê yê binig" tê naskirin, malbatên li navçeyê, eşîrên wan û warê eşîran hemûyan dizane. Her wiha Gunduz şahidê pêvajoyên siyasî yên Nûrheqê ye jî. Gunduz, di nava gel de wekî Apê Mehmet Alî tê naskirin. Gunduz ku ji elewiyên tirkmen ên Xoresanê ye, di sala 1935'an de li Nûrheqê hatiye dinê. Gunduz ku li Mêrsîn, Hatay, Osmaniye, Meletî û Elbistanê 30 salan çawîştiya emeleyan kiriye, gelê Nûrheqê di vê pêvajoyê de nas kiriye. Gunduz ji xeynî havînan qet ji Nûrheqê neçûye, li vir nêzî 7 salan aşxaneyek jî bi rê ve biriye. Gunduz di sala 1990'î de teqawid bûye û piştî vê tim li vir maye. Ji roja teqawid bûye heya niha, kesên tên Nûrheqê û dixwazin hin titşan hîn bibin ewilî diçin cem wî. 
 
GUND BI GUND, NAVÇE BI NAVÇE...
 
Gunduz anî ziman ku li Nûrheqê 129 pşanv hene û ev agahî parve kirin: "Berê 119 paşnav hebûn, lê 10'an jê paşnavê xwe guherand. Ew jî tên bîra min. Ev paşnav 33 ezbet in û ez dizanim ka ji ku hatine. Em malbata Gunduz ji Kemaha Erzinganê hatine. Egîlmez ji gundê Savran ê Glbaşiyê ne. Guvercîn û Azîz ji gundê Helete yê Golbaşiyê û Çaglayancerîtê ya Duzbagiyê hatine. Xidir hene, ew jî ji gundê Balgar ê Glbaşoya Semsûrê hatineê. Şahîn ji Goksûn Karadûtê koçî vir kirine. Dogan, ji Karahoyuka Elbistanê hatine. Çakir û Çadir, ji gundê Çataltepe yê Golbaşiyê hatine. POlat ji gundê Ozcanli yê Elbistanê hatine û berê navê gund Karaçar bûye. Zengîn jî yoruk in. Ev koçer bûn. Paşê konên xwe li vir vedan." 
 
SÎNAN CEMGÎL Û HEVALÊN WÎ
 
Gundê ku qetilkirina Sînan Cemgîl û hevalên wî ku ji kesên girîng ên nifşê 68'an e û di 31'ê Gulana 1971'ê de hat qetilkirin jî tê bîra wî û got: "Ew li gundê Azapli yê Golbaşiyê hatin kuştin. Sînan ne feqîr bû, ne birçî bû, pergalê nedieciband. Xwest pergalê biguherîne. Lê dewletê jî bi qeterehmî tevgeriya. Ew kuştin. Gundiyên çiyayî yên vir, şivan û kî nan dabe Sînan û hevalên wî hatin girtin û îşkencekirin. Ji her kesî re gotin 'tu teror î'. Em eciqandin." 
 
KOMKUJIYA MEREŞÊ
 
Gunduz bilêv kir ku di pêvajoya Komkujiya Mereşê de 136 welatî hatine qetilkirin û ji wan 5 jê ji Nûrheqê bûne. Gunduz, got: "136 kes hatin qetilkirin, lê belkî zêdetir be jî. Hemûyan bi îşkenceyê qetilkirin. Piraniya mirovan koç kir. Her yek ji wan li cihekî mir. Li vir 'dibêjin kurd, elewî' û me reş dikin." 
 
CIWAN KOÇ DIKIN
 
Gunduz, anî ziman ku pêvajoya 12'ê Îlonê jî pir bandor li wan kiriye û got ku wê demê jî hatiye xwestin ku gelê Nûrheqê bê tepisandin û tahde li wan hatiye kirin. Gunduz, bilêv kir ku di demên dawî de gelek kes ji Nûrheqê koç dikin û got: "Em Bektaşî ne. Min li vir du cemxxane çêkirin, bi alîkariyan. Li navenda bajêr rêjeya sûc ji sedî sifir e hema bibêje. Em hewl didin li vir çanda elewîtiyê bi ruh û can bikin. Îsal 2 cemxaneyên me di erdhejêd e rûxiyan. Berê nifûs li dor 20 hezarî bû. Lê bi erdhejê re belawela bû. Beriya erdhejî jî koç dikirin, lê piştî erdhejê bêtir koç dikin. Em niha kêm bûne. Tu diçû çarşiyê, kes tune ye. Lê em 10 malbat jî bimînin dê çanda me bidome." 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

12/11/2023
14:04 Li Panosê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
13:59 Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya zarokan a bi kurdî qedexe kir
13:58 DBP û HEDEP’ê li Pirsûsê silha du malbatan kirin
12:49 Kongreya HEDEP’a Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir
12:27 ÎSÎG: Di cotmehê de 150 karker ji ber cînayetên kar mirin
12:22 Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê
10:50 WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû
10:49 Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû
10:27 ‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’
10:17 Ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:17 Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn
10:12 Berteka li dijî biryara qeyûm a qedexekirina konserê: Dê mîhrîcan bidome
09:55 Hejmara 37’an a Kovara Jinê: Ev 100 sal in jin li ber xwe didin
09:43 Ji ber navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn û Fîrewn’ derheqê Demîr de lêpirsîn hate vekirin
09:18 Bûye bîra Nûrheqê
09:17 Keça girtiyê nexweş Çam: Ji bo dermankirinê divê bavê min bê berdan
09:02 Banga ji bo xwedîderketina li deklarasyona 'Banga Aştiyê'
09:02 Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke
09:01 Parêzer Mûgûç: Em bi 'Bultena Tecrîdê' der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê dikin
09:00 Şaredariya AKP’ê ji bo bîrdariya komarê 950 hezar lîre xerc kiriye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN
11/11/2023
20:27 Xelata 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Rêzan Diljen wergirt
17:45 Li Cizîrê konsera Babetna û Koma Sorjiyan hate qedexekirin
16:52 Bijîşkê Tanhan: Ji sedî deh şansê jiyankirina wî maye
16:47 'Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin'
16:46 Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê dest bi amadekariyên xwe yên kongreyê kir
15:57 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin: Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe
15:54 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Celalettîn Can tavilê bê berdan
15:40 Girtiyê nexweş Karataş: Heke ez bimirim ÎGK’ê û îdareya girtîgehê berpirsiyar e
15:30 Jinên TJA’yî bi girseyî hatin pêşwazîkirin
15:07 Aqûbeta Tekdag û Yetîşen ên beriya 29 salan hatin windakirin hate pirsîn
14:53 Piştevaniya ji bo Dayikên Aştiyê dewam kir
12:22 Dayikên Şemiyê yên dest jê bernedan jinûve Qada Galatasarayê ne
10:50 Turkoglû: Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin
10:49 18 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:20 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:17 Dîmenên vemirandina şewata karker parve kir: Vaye sedsala Tirkiyeyê
10:07 Nûnera TÎHV’a Wanê: Rewşa li girtîgehan metirsîdar e
10:06 Li Çewlîgê Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê hate girtin
09:26 Hejmara 7'an a Kovara Destarê derket
09:08 Prz. Demîrel: Heya rewşa Îmraliyê neyê çareserkirin, pirsgirêk çareser nabin
09:07 Paryanî ya Efxan: Em ne tenê li dijî Talîban, li dijî cîhanê li ber xwe didin
09:06 Ji îmzevanê 'Banga Aştiyê' Estûkyan: Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareseriyê ye
09:05 Bersiva ji bo biryara AYM'ê ya ji bo 'Qanûna Sansurê': Em bêdeng nemînin
09:04 Rêveberê MED-DER’ê Aktaş: Cîhan zimanê kurdî nas dike, çawa hûn nas nakin?
09:03 Qeyûmê ku ji bo xizmetê 'pere nabîne', dê karê midûriyeta polîsan bike
09:02 Doza tazmînatê ya der barê Ejder Ecer de hat redkirin
09:01 ‘Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2023'YAN
10/11/2023
19:54 Cenazeyê Ogûz piştî 27 mehan hat definkirin
19:47 Kişanak: Tu hêcet tune ye, dema girtinê temam bûye
19:19 Li Xezeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 11 hezaran derbas kir
18:45 Nergis Muhammedê greva birçîbûnê bi dawî kir
17:50 Ciwanê winda bûbû cenazeyê wî hat dîtin
16:13 Rojnameger Kizmaz hate berdan
16:09 Li Botanê civîna gel: Hewcedariya gelan bi azadiya birêz Ocalan heye
15:20 Doza Kobanê: Êdî wê dengê defê li ber guhê AKP’ê biteqe
15:19 Baroya Rihayê: Tirkiyeyê wesfa xwe ya dewleta qanûnan winda kir
15:11 Jinan berdana çawişê pispor ê tacîzkar protesto kirin
14:01 DÎSK dê ji bo edaletê ber bi Enqereyê ve bimeşe
13:23 Ji sedî 86,7’ê welatiyan xwestin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin
13:05 Rojnameger Mehmet Kizmaz hate binçavkirin
12:30 Eren: Ji ber ku guh nedan kurdan, li dijî darazê hewldana darbeyê heye
12:29 Parêzer ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan
11:41 Cemal Tanhan ê tedawiya wî berdewam dike êdî nikare biaxive
11:40 Malbata Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:13 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê didomin: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
11:12 Dadgehê têkildarî rojnamevan Arslan biryara xwe ya bi hincet aşkere kir
11:09 Erdogan: Yên ku pesnê AYM’ê didin xeletiyê dikin
10:24 17 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:23 Parêzer Yureklî: Biryara NY’ê ya têkildarî Abdullah Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê pir krîtîk e
10:21 Ji bo ku kolandin li Newala Qesaba bê destpêkirin bang li şahidên wê demê kir
09:53 Li Girtîgeha Ewlehiyê berdana 7 girtiyan hate astengkirin
09:32 Jinên TJA'yî ji girtîgehê derketin
09:05 Li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçulerê girtî nayên dermankirin
09:03 HEDEP'a Stenbolê dê kongreya xwe li dar bixe: Armanc xurtkirina hêviyê ye
09:02 Amadekariyên 18'ê mijdarê: Armanca gel azadiya Abdullah Ocalan e
09:01 Ji lûtkeya Çiyayê Gabarê zêmarên bi suryanî olan dan
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2023'YAN
07:51 9 aktîvîstên TJA’yê hatin berdan
09/11/2023
22:50 Ayzît piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:52 Ji OGK’ê banga 25’ê mijdarê: Têkoşîn berdewam e
21:10 Têkildarî êrişa li KNK'ê 2 kes hatin binçavkirin
20:42 Doza Kobanê: Şahid îfadeyên hev pûç dikin
19:22 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Darmstadtê kon hat danîn
19:09 HEDEP'ê li Şax û Miksê çû serdana dikandaran
16:10 Ji Gulistan Dokûyê 1405 roj in agahî nayê girtin: Dosya dê jinûve bê lêkolîkirin
16:05 Di kuştina welatiyê suryan de binçavkirî neman: Banga 'Bila nebe cînayeta kiryarê nediyar'
16:04 Di doza Esra Y. de qeyda wekîltiyê ya parêzeran hate jêbirin
15:49 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hate taloqkirin
15:38 Rojnameger Celalettîn Yalçin hate girtin
15:36 Doza TJA’yê: TEM’a Enqereyê bêyî biryara dozgeriyê qeydên HTS’ê xwestine
15:25 Şîna Yeşîldenîz bi girseyî hate ziyaretkirin
15:18 Li Erziromê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang hate kirin
15:17 Serokwekîlê Meclisê Onder: Hewldana darbeyê ye, ez ê biryarê nexwînim
15:06 Dadgehê biryar da ku rewşa ‘taloqkirina înfazê’ ya ji bo Ozkan bidome
14:57 Danasîna pirtûka siyasetmedarê kurd Alinak sûc hate hesibandin
14:40 Lijneya Şêwrê ya Meclisê biryara civiyanê da
14:04 Koma HEDEP’ê ji bo Meclis bicive serlêdan kir
13:57 Kubîlay: Biryara Dadgeha Bilind darbe ye