NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Destûra Bingehîn der barê parlamenterê girtî Can Atalay de biryara “binpêkirina maf” da.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay ê girtî de biryar da. AYM’ê serlêdana şexsî ya Atalay nirxand û biryara xwe eşkere kir. AYM’ê diyar kir ku mafê hilbijêriyê û mafê azadî û ewlehiyê yê Can Atalay hatiye binpêkrin.