ŞIRNEX - Piştî hilbijartina giştî û serokkomariyê, Weqfa Alîkariya Civakî li Şinrexê meaşê bi dehan astengdar, feqîr, extiyar û jinebiyan bêsedem birî. Malbatên ku hatine mexdûrkirin têkîldarî mijarê doz vekirin. Parêzerê malbatan Fadil Tay got ku birîna alikariya civakê ne pêkanîneke hiqûqiye û got: "Bingeha vê biryarek siyasî ye. Ev cureyeke cezakirina civakê ye."
Li Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de hilbijartina giştî û serokkomariyê pêk hat. Li Şirnexê di hilbijartina parlamenteriyê de Partiya Çepên Kesk ji sedî 62'yê dengan wergirt û namzetê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 75,85’ê dengan wergirtibû. Piştî hilbijartinê rayedarên dewletê li herêmê ketine nav liv û tevgerê û Weqfa Alîkariya Civakî li Şirnex û navçeyê wê meaş û alikariya bi hezaran atengdar, feqîr, extiyar û jinebiyan bêsedem birî. Gelek malbat bi vî rengî hatin mexdûrkirin. Malbatên ku hatine mexdûrkirin bi rêya parêzeran pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin. Parêzer Fadil Tay ê ku parêzeriya malbatan dike têkildarî mijarê axivî.
BERSIVA SOSRET A CÎMER’Ê
Parêzer Fadil Tay, diyar kir ku ti bingeha birîna alikariya civakî nîne û CÎMER’ê jî di bersiva ku daye de şaşitiya dewletê veşartiye û wiha axivî: "Piştî hilijartina Serokomariyê û parlamenteriyê bi taybetî li Şirnexê û navçeyên wê meaşê feqîran, astengdaran, jinebiyan û extiyaran hat birîn. Piştî birîna meaşan gelek malbat hatin serî li me dan û xwestin ku li ser vê yekê doz vekin. Me jî daxwaznameyên wan amade kirin û me serî li Qeymeqamê Silopiya û Weqfa Alikariya Civakî ya Silopiya da. Bersivên zelal û vekirî nedan me. Der barê mijarê de me ji CÎMER’ê re daxwazname nivîsî. CÎMER'ê bersiv da me. Bersiveke ku pirsa me nabersivîne da. Bersiveke ji rêzê bû. Di bersiva xwe de dibêje ‘di aliyê aborî de rewşa van kesan baştir bûye, ji ber wê me biriye'. Lê belê tişteke wisa tune ye. Rewşa aborî ya van malbatan ne baş e. Ev malbat nikarin pereyê Noterê bidin da ku wekalet bidin. Çawa dibe ku rewşa wan a aborî baş e? CÎMER dixwaze ku kêmasiya pergalê veşêre."
'BINGEHA WÊ SIYASÎ YE'
Tay, da zanîn ku di birîna alîkariya civakî de tişteke neqanûnî û siyasî heye û wiha domand: "Em dizanin ku di bingeha vê mijarê de bingeheke siyasî heye. Ew kesên ku tercîha xwe ya siyasî kirin, dixwazin ku wan bi birçîbûnê, ji aliyê aborî ve wan terbiye bikin. Bi hezaran malbat maxdûr bûne. Me xwest ku alîkariya van malbatan a hiqûqî bikin. Çimkî di qanûna bingehîn a xala 2'an û 60'an de dibêje, ‘kesê ku nikare jiyana xwe berdewam bike, dewlet neçare ku alîkariya wan bike'. Ji ber wê heke ku meaşê gel qut bikin divê ku sedemê vê yekê hiqûqî bêjî. Di qanûna 3394'an a alîkariya civakî de çi sedem nîne ku meaşê gel bê qutkirin. Yek sedem heye û ew jî siyasî ye."
'EV CUREYEK CEZAKIRINA CIVAKÊ YE'
Tay, bi lêv kir ku heke ew encamê negirin dê serî li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê bidin û got: “Dema ku me serî li Qeymaqemiya Silopiya û Weqfê jî da newêrin aşkere bêjin. Lê em dizanin ku sedemê vê sedemeke siyasî ye. Ev tişt tenê li Şirnexê çêbû ye. Di dengdanê de ji sedî 81 ji wan re derneketiye. Ev jî cureyeke cezakirina civakî ye. Em weke parezvanên vê li vir, em ê heta dawiyê vê rewşê lêkolîn bikin û ciheke ku neheqî lê hatiye kirin em ê bi ser ve biçin û li gorî wê alîkariya gelê xwe bikin. Banga me ji gelê me jî heye ku yê pirsgirêka wan a bi vî rengî heye bila serî li me bidin. Em ê bi dilxwazî alikariya wan bikin. Lê bila gel bizanibe ku ev tişta ku tê kirin nehiqûqî ye û neqanûnî ye. Ew alîkarî û meaş mafê wan ê sereke ye. Heke ku bersiva daxwaznameya me neyê dayîn em ê serî li dadgeha îdarî bidin û dozê bidin sekinandin."
MA / Zeynep Durgut