Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e

  • rojane
  • 13:43 23 Îlon 2023
  • |
STENBOL - TJA ya ku bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” starta lingê duyemîn a kampanyaya xwe da dest pêkirin diyar kir ku armanca wan a bingehîn ew e ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakin û azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bînin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), deklerasyona kampanyaya xwe ya bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve” ku wê heta 8'ê Adara 2024'an Roja Jinan a Cîhanê bidome li Rihay ji rayagiştî re ragihand. TJA piştî navçeya Silopiyayê starta duyemîn a kampanyaya xwe li eywaneke li navçeya Kagithane ya Stenbolê bi aktîvîteyekê dide. Di aktîvîteya pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” hate vekirin de ji bilî aktîvîstên TJA’yê rêxistinên jinan, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Jinên ku beşdarî aktîvîteyê bûn cil û bergên herêmî li xwe kirin û vê yekê dîmenên rengîn derxistin holê.
 
Her wiha li eywanê pankarteke mezin a “Em soz didin wan ku em ê têkoşîna wan serbixînin” û tevî akademîsyen-rojnamevana kurd û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyeyê hate qetilkirin, wêneyên jinên di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dan cih girtin. Metna daxuyaniyê aktivîsta TJA’yê Felek Erdemê xwend. 
 
Daxuyaniya TJA’yê wiha ye: 
 
“Em dibin şahidên şoreşa civakî ya Jin Jiyan Azadiyê ku ji Rojhilatê dest pê kir û di serî de li parçeyên din ên Kurdistanê, li hemû cîhanê belav bûye. Bi gîyanê vê şoreşa ku em dibin şahidên wê û bi baweriya me ya ku bi têkoşîna jinê heye em soza geşkirina vê têkoşînê didin û em têkoşîna azadiyê ya hemû jinên cîhanê silav dikin!
 
ERDHEJÊ WEKE FERSEND DIBÎNIN Û HEWL DIDIN WELATÊ KURDAN DAGIR DIKIN
 
Em hê jî êşa erdhejên navenda wê Mereş bûn ku di 6'ê sibatê de pêk hatin, sedema herî mezin a êş û windahiyên me ye; bi êrîşa pergala dewletparêz a li ser jiyana ekolojîk ji bo sermaye û rantê, bi polîtîkayên xwe encamên erdhejê veguherand wêraniyê. Erdhejê ji xwe re weke fersend dibînin û hewl didin welatê kurd û elewî ku jin jî di nav de ne ji nû ve dagir bikin, avahiya wê ya demografîk biguherînin, erdnîgariya me bêmirov bikin û zarokên ku malbatên xwe wenda kirine dûçarî îstîsmara terîqat û çeteyan dikin.
 
BIZANIBIN KU TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINAN BI DAWÎ NABE
 
Şerê ku eslê wê ji mêtingeriyê ye, herî zêde li dijî bedena jinên kurd tê meşandin. Hişmendiya ku jinên kurd ên ku nasnameya pêşeng a şoreşa jinê û îdeolojiya vê şoreşê temsîl dikin, ji xwe re dike armanc; Sedema sereke ya vî şerî dewleta qirker, kolonyalîst, faşîst bi xwe ye. Yên li Silêmanî Nagîhan Akarsel û li Parîsê Evîn Goyî qetil kirin bila bizanibin ku têkoşîna azadiyê ya jinan bi dawî nabe! Ji ber ku yên bi ruhê felsefeya Jin Jîyan Azadî azadiyê hembêz dikin, li ser rêya azadiya civakî bûne meşaleya herî mezin. Weke jin bi hêza ku ji vê meşaleyê distînin me ev kampanya da destpêkirin; Wê bibe wesîleya xurtkirina têkoşîna bêdawî ya azadiya jinên kurd û ronîkirina jinê.
 
PARASTINA AXA ME PARASTINA MIROVAHIYÊ YE
 
Şewatên ku bi polîtîkayên ewlekariyê derketin, mîna li Dêrsim, Cûdî, Licê û Bedlîsê rûyekî din ê vî şerî ne. Li Akbelen a ku qada jiyanê ya jin û gelan e jî bi hinceta kapîtalîzmê heman êrîş tên kirin. Bi minasebeta vê kampanyayê ku me wek TJA’yê da destpêkirin; Em careke din diyar dikin ku parastina cewher û axa xwe tê wateya parastina mirovahiyê û em dubare dikin ku têkoşîna ekolojiyê beşa herî girîng a têkoşîna jinê ye.
 
GIRÎNG E KU WEKE TEVGERA JINÊ BI HEV RE BIRÊXISTIN BIBIN
 
Li hemberî jinan êrîşeke piralî û sîstematîk tê meşandin û polîtîkaya bêcezakirinê weke xelata mêran tê meşandin. Destkeftiyên me yên ku me bi têkoşîneke mezin bi dest xistine, di serî de Peymana Stenbolê tên desteserkirin.
Rêjîmên netew-dewlet li ser destkeftiyên me disekinin û bi polîtîkayên dijminane hewl didin ku siyasetmedar, kurd, jin, çalakvan, rojnamevan, kedkar û komên cuda yên nasname û baweriyê bitirsînin. Ne tesaduf e ku ji ber feraseta yekparêz a van salên dawî roj bi roj qetlîamên jinan zêde dibin û jinên ku ber bi întîharê ve diçin hema hema her kêliyê derdikevin holê. Asta bandora polîtîkayên şerê taybet li ser her kêliya jiyana me heye. Me bi rêxistin, tevger û platformên jinan re, li her qadê li dijî van êrîş û qetlîamên li ser jinan bi rêxistinbûyîn, bi berxwedaneke hîn rêxistinkirî û xurttir hewl da ku dengê xwe bikin yek û têkoşîna xwe berfireh bikin. Em carek din dibînin ku ji bo me weke tevgera jinê girîng e ku em bi hev re bin û bi hev re bi rêxistin bibin, weke jin em bi hev re bi hêztir in.
 
BI POLÎTÎKAYÊN ÇANDKUJIYÊ HEBÛNA ME YA CIVAKÎ TALAN DIKIN 
 
Pratîkên zayendperest û faşîst li girtîgehan tên kirin, înfaz tên betalkirin, êrîşan li dijî goristan û cinazeyên me dikin, îşkenceyan li miriyên me û li mîrasa wan dikin û hewl didin jinên ciwan yên ku dînamîzma berxwedana civakî ne tepeser bikin. Dîsa bi taybetî ferzkirina sîxurî, bikaranîna tiryakê, berbelavkirina fihûşê û destdirêjî jî di nav de her cure îstîsmara li ser zarokan tê kirin, awayê din ê polîtîkayên qirêj ên vî şerî ne. Li aliyê din jî lêgerîna heqîqetê ya ji aliyê Dayîkên Şemiyê heta Dayîkên Aşitîyê didome, rastî her cure êrîşan tê. Em lêgerîna heqîqetê ya dayîkên aşitiyê ku li Geverê jiyana xwe ji dest dan û Dayîka Emîne Şenyaşarê ku tevî hemû êrîşan xwe li ser piyan digire û bûye sembola berxwedanê silav dikin. 
Ligel van hemû êrîşan; zimanê me yê dayîkê, çand, nasname û nirxên me tên înkarkirin! Wekî li Cizîr, Sûr û Cîloyê dikin, bi polîtîkayên çand-kujiyê hebûna me ya civakî talan dikin. 
 
DI TÊKOŞÎNA PARASTINA ZIMANÊ ZIKMAKÎ DE MILÊ XWE BIDIN BER MILÊ ME
 
Daxwazên li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê geş dibin, dê polîtîkayên asîmîlasyonê têk bibin. Ziman û çanda me bingeha hebûna me ne. Wek TJA’yê ku em di vî warî de têkoşîna hebûnê didin; di serî de jinên kurd, em bang li hemû pêkhateyên civakê dikin ku di têkoşîna parastina zimanê zikmakî, çand û nasnameya me de milê xwe bidin ber milê me. Kampanyaya me, di serî de zimanê kurdî û hemû zimanên din bibin zimanê perwerdeyê û di bin makezagonê de bêne mîsogerkirin, dê bibe wesîleya bilindkirina têkoşînê.
 
MEZINTIRÎN HÊZA KU DÊ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNÊ HÊZA RÊXISTINÎ YA JINAN E
 
Bêguman, ev êrîşên li ser jinan û tevahiya civakê tên kirin, encama rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Her ku polîtîkayên tecrîdê yên ku nêzîkî 30 salan e li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin tund dibin, di serî de jinkujî; pirsgirêkên sîyasî, civakî, aborî û ekolojîk jî heman awayî tund dibin. Di vê çarçoveyê de weke TJA’yê; em careke din tînin ziman ku di serî de Pirsgirêka Kurd, muxatabê esas yê hemû pirsgirêkên civakî Îmrali ye. Helbet em jê haydar in; tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, li dijî îdeolojî û paradîgmaya wî pêşxistî ye. Berxwedana fikrî û polîtîk ya ku Birêz Ocalan li Girava Îmralîyê pêş xistî; di serî de Kurdistan, bandoreke mezin li ser geşedana têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, ciwan û jinan kiriye. Tam ji ber vê sedemê ye ku têkoşîna bo azadî û demokrasiyê tê dayîn encax dikare bi dijderketina pergala tecrîdê ya li Îmralîyê pêk were. Mezintirîn hêza ku dê tecrîda Îmralîyê hilweşîne, hêza rêxistinî ya jinan e ku li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê geş dibe. Ji ber ku tekane rêya azadbûnê, xwerêxistinkirin e. Em bi wesîleya kampanyaya xwe ya ku feyza xwe ji hêza rêxistinî ya jinan distîne, careke din dîyar dikin ku armanca me ya sereke şikandina tecrîda fîzîkî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya wî ye.
 
JI BO BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ BANG LI HEMÛ JINAN HATE KIRIN 
 
Em bi kampanyaya xwe ya ku me bi berxwedana Jîna Emînî daye destpêkirin careke din tînin ziman ku baweriya me ya ji bo têkoşîna jinan ya azadiyê tam e. Bo bilindkirina vê baweriyê, di serî de jinên kurd, em hemû jinên Tirkiyeyê, rêxistinên femînîst, aktîvîstên jin û hemû jinên cîhanê bo xwedîderketin, bihêzkirin û li dijî hemû êrîşên li dijî jinan tên kirin, bi pêşengiya jinan bangî mezinkirina azadiya civakî dikin. Werin em hemû bi hev re, li her derê û her tim biqîrin; Bi Jin Jiyan Azadî’yê ber bi Azadîyê!”
 

Sernavên din

13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir HATE NÛKIRIN
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin