Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye

  • rojane
  • 09:08 23 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedar Faysal Sariyildiz, anî ziman ku ji 2014'an ve ji roja "Plana Rûxandinê" hatiye pêkanîn heya niha û ji roja tecrîda li Îmraliyê hatiye girankirin, Tirkiye di nava pêvajoyeke tarî de ye. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî yan bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta "cezayê dîsiplînê" tên astengkirin. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz tecrîda Îmraliyê û bandorên wê nirxandin. 
 
Sariyildiz bilêv kir ku piştî ku pêvajoya di navbera 2013-2015'an de ji aliyê desthilatê ve hat xerakirin, li Tirkiyeyê krîzên piralî dest pê kirine û got: "Wê demê fikirên Ocalan xwe di jiyana civakî de dabûn der û hêvî xurt bûbû ku dê pirsgirêkên bingehîn ên welêt çareser bibin. Civak di warê çand, huner, aborî, ekolojiyê de û di hemû qadên din de xwe birêxistin dikir û xurt dibû. Civaka Tirkiyeyê rehet bûbû." 
 
Sariyildiz anî ziman ku lê belê pêvajoya navborî ji aliyê desthilatê ve hatiye binpêkirin û got ku vegera li "kodên" xwe yên kevneşopiyî çêbûye. Sariyildiz bal kişand ser 8 salên piştî wê pêvajoyê û wiha pêde çû: "Niha Erdogan bûye dîktator û rejîmeke faşîst çêbû. Di 8 salên dawî de li dijî gelê kurd bi fermana Erdogan êrişên di çarçoveya sûcên li hemberî mirovahiyê hatin kirin. Ev sûc hema bibêje he roj tên kirin." 
 
Sariyildiz destnîşan kir ku girêdayî krîên çêbûne di nava dewletê de rizanin, dejerebûn û mafyabûnî zêde bûye û ev tişt gotin: "Dewletê bi xerakirina pêvajoya aştiyê û li hundir ragirtina birêz Ocalan, pêvajoyee nû da destpêkirin. Belkî bi vê temenê xwe dirêj kirine, lê ji her wextî bêtir kûrtir bû. Li Tirkiyeyê çûyîneke ber bi tarîtiyê ve heye." 
 
PLANA ÇOKŞIKANDINÊ
 
Sariyildiz anî ziman ku piştî 2015'an "Plana Têkbirinê" dest pê kiriye û tecrîda li ser Abdullah Ocalan girantir bûye û got: "Gava pêwendiya bi birêz Ocalan re hat qutkirin, pêvajoyeke şidetê dest pê kir. Dewletê bi taybetî ev yek tercih kir, ji lew re pêvajoya aştiyê bi kêrî gelê kurd û mirovahiyê dihat. Kiribû ku gelê kurd bibe xwedî statu. Ev yek jî dê dawî li pergalên detshilatdêr ên di awayî netewe-dewletê de bianiyana. Dê Tirkiye biguheriyana û pergaleke demokratîk bihata avakirin. Encamên ku li Rojavayê derketin holê, ji aliyê hemû cîhanê ve hatin dîtin. Ya ku Tirkiyeyê dîn û har kir ev bû." 
 
ÇARESERKIRINA MESELEYA KURD'
 
Sariyildiz destnîşan kir ku piştî vê pêvajoya 8 salan dewlet qels bûye û di pêvajoyeke zor û zehmet re derbas dibe û wiha axivî: "Gava pêşî li ber birêz Ocalan vekirîbû, ew têk çûn çendî. Demokrasî bi ser ket. Ji ber vê bi tecrîdê birêz Ocalan dorpêç kirin. Niha 30 meh in tu xeber nayê stendin. Dorpêçkirina birêz Ocalan girêdayî neçareserkirina meseleya kurd e. Tew mirov dikare bibêje ku girêdayî nexewestina çareserkirina meseleya kurd e. Çareserkirina meseleya kurd tenê ne çareserkirina gelekî ye. Di heman demê de li Tirkiyeyê tê wateya guherandina pergalekê."
 
‘PARADÎGMAYA OCALAN BÛ PARADÎGMAYEKE GERDÛNÎ'
 
Sariyildiz destnîşan kir ku meseleya kurd ne ew mesele ye ku bi rêbazên şer û çekan bê çareserkirin û wiha domand: "Êdî nikarin meseleya kurd bê çare bihêlin û têkoşîna şoreşê ya kurdan tune bikin. Ji lew re kurd bi hişmendiyeke gerdûnî, bi rêxistinbûyîneke gerdûnî tevdigerin. Ji çar aliyên cîhanê enternasyonalîst tên Kurdistanê têdikoşin. Bi hişmendiyeke wiha pêş dikeve û li cîhanê belav dibe. Li Îranê dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' bi siyaseta felsefeya birêz Ocalan bû malê mirovahiyê. Êdî li gelek kuçeyên Ewropayê jin di meşên xwe de vê yekê bilêv dikin." 
 
BANGA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Sariyildiz li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan di serî de gelê kurd û bi giştî bang li hemû derdoran kir û got: "Divê her kes azadiya Ocalan wekî azadiya xwe bihesibîne. Ji lew re pêvajoya li dû me ma, ev tişt fêrî me kir. Ew tenê ne kesek e, ew vîna me ya kolektîf e. Lewma doza ji bo azadiya birêz Ocalan, di heman demê de azadiya ji bo gelê kurd e jî." 
 
MA / Ergîn Çaglar

Sernavên din

13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin