Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin

  • rojane
  • 13:39 22 Îlon 2023
  • |
img
ENQERE - Der barê rojnamevan Sedat Yilmaz ê girtî de 44 rûpel îdianemeya ku 41 rûpelê wê ji îfadeyên “KCK û şahidê veşarî” pêk tê hat amadekirin. Ger, mayîna li hotêlan, hevdîtinên telefonê, şopandina malperên nûçeyan, razandin û nerazandina pereyê ji bo hesabê Yilmaz kirin mijara sûc.
 
 
Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Sedat Yilmaz jî di nav de 5 kes hatibûn girtin. Lêpirsîn derbarê 49 kesan de hatibû destpêkirin. Ji bo lêpirsîn temam bibe îdianame di 18’ê tîrmehê de hatibû amadekirin û dozger şandibû 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê. Dadgehê îdianameyê qebûl nekir û di 27’ê tîrmehê de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê vegerandibû. 
 
Dadgehê di hinceta vegerandina îdianameyê de diyar kiribû ku di navbera yên binçavkirî ango girtî de tu girêdanek hiqûqî û fiîlî nîne û tevî vê yekê jî lêpirsîn bi komî hatiye destpêkirin û birêvebirin, ev rewş wê di pêvajoya darizandinê de bibe sedemê gelek zehmetiyan. Dadgehê ji dozgeriyê re got îdianameya bi komî hatiye amadekirin û xwest ku li gorî kes û li gorî îdiayê bê amadekirin. 
 
Tevî ku dozgeriyê îtîrazî vê yekê kir jî lê dadgehê îtîrazê red kir. Dozgeriyê li ser vê yekê di 6’ê îlonê de der barê rojnamevan Sedat Yilmaz de bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” û “avakirin û rêvebirina rêxistinê” îdianameyek cuda amade kir. 
 
ÎDIANAME ŞANDIN AMEDÊ 
 
Îdianameya hat amadekirin pêşkêşî heman dadgehê hat kirin. 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê diyar kir ku îdiayên di doznameyê de cih digirin li Amedê pêk hatine û ji ber vê yekê pêwîstî pê dît ku dozname bişînin Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û li ser vê yekê biryar hat dayîn û di 21’ê îlonê de îdianame şand Amedê. 
 
HEMAN ŞAHID 
 
Îdianameya der barê Yilmaz de hat amadekirin ji 44 rûpelan pêk tê. Ji van 44 rûpelan jî 41 rûpel ji danasîna PKK û KCK’ê û îfadeyên şahide veşarî û şahidê eşkere pêk tê. Îdianameya Yilmaz de jî şahidên navên wan eşkere Kerem Gokalp, Samî Baran û Ûlaş ku di îdianameya doza girtina HDP’ê û Doza Kobanê de jî cih digirin pêk tê. Her wiha şahide veşarî bi navê “K8Ç4B3L1T5” ku di îdianameya xebatkarên MA’yê, JINNEWS û Yenî Yaşamê de cih digire, xistine dosyeya Yilmaz. Li ser beyanên şahidê veşarî Yilmaz ji midûriya nûçeyan a li MA’yê sûcdar kirin e. 
 
AXAFTINA DI NAVBERA ROJNAMEVANAN DE JÎ KIRIN SÛC!
 
Di îdianameyê de cih dan qeydên HTS’ê yên nimreyta telefona Yilmaz. Di îdianameyê de hewl tê dayîn ku hevdîtin û axaftinên Yilmaz ên li gel xwişka wî Fîlîz Yilmaz, rojnamevan Dîcle Muftuoglû (ku bi Sedat re girtî ye), Mehmet Alî Ertaş û Ozgur Paksoy û bi gelek siyasetmedaran re kirine mijara sûc. Di îdianameyê de cih nedane naveroka hevdîtinan. Di îdianameyê de tê gotin ku qeyda 2 hezar û 176 caran geriyaye û li wî geriyane ya Sedat Yilmaz hatiye tespîtkirin. Hemû navên navên rojnamevanên navborî tevî ku li Amedê dimînin jî lê di îdianameyê de tê îdiakirin ku telefonan hemû ji istasyona bazê sinyal girtiye û ev yek jî kirine mijara sûc. 
 
BÛYER Û ÇALAKÎ NÎN E LÊ TAWANBARÎ HEYE 
 
Di îdianameyê de tu cih nedane hûrguliyên sînyalên bazê. Her çiqas tu bûyer û çalakî nebe jî lê di îdianameyê de tê gotin ku Sedat Yilmaz li ser navê çalakî û faliyetên rêxistinê van hevdîtinên telefonê pêk aniye. 
 
MAYÎNA LI HOTÊLÊ JÎ KIRIN SÛC? 
 
Ji ber ku sînyala telefona Yilmaz di 20’ê îlona 2014’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê daye jî ev yek wek “sûc” hat lansekirin. Yilmaz jî wek her rojnamevanekî li ser xeta sînorê Pirsûs û Kobanê geşedanên têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li Kobanê dişopand. Çûna Yilmaz a ji bo şopandina geşedanan bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştevaniya bi YPG’ê re girêdan. Lê belê di îdianameyê de cih nedane tu çalakî û şahiyên ku Yilmaz beşdar bûye. Di îdianameyê de hotêlên ku Yilmaz lê maye jî wek sûc hat nirxandin. Di îdianameyê de tê gotin ku Yilmaz li hotêlên ku kesên nêzî rêxistinê li wir mane û dixwazin Yilmaz bi viya sûcdar bikin. Lê belê derbarê wan kesan de tu agahî nehatiye dayîn, ew kes kî ne, çi kes in û çend kes bûne û Yilmaz bi wan re çawa têkilî daniye. 
 
RAPORA MASAKÊ 
 
Di doznameyê de cih dan rapora MASAK’ê jî ya der barê Yilmaz de. Her çiqas Sedat Yilmaz zêde li ser razandina pere û nerazandina pereyên bo bankê neşixûlî be jî lê bi kar û barên bankayê hat sûcdarkirin. Hat gotin ku Yilmaz li ser navê rêxistinê xebatên “veşarî” yên “rêxistinê” li bankayan kiriye. 
 
PARVEKIRIN TUNE YE LÊ SÛC HEYE 
 
Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Sedat Yilmaz li ser heabê xwe yê Facebookê parvekirinên li gorî nêrîn û bîrdozaiya PKK/KCK û PYD/YPG kiriye û malperên ku nêzî PKK-KCK’ê ne şopandiye û ev yuek jî kirin mijara tawanbariyê. Her çiqas Yilmaz parvekirinên bi vî rengî nekiribe jî lê bi parvekirinên li ser Facebookê tê tawanbakirin. 
 
MA / Mehmet Aslan
 
 

Sernavên din

14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder