WAN - Serhat Ertak ku 32 sal in li bavê xwe digere diyar kir ku dewlet ji hevrûbûna kiryarên xwe direve û got: “Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.”
Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku der barê qedexekirina Qada Galatasarayê ya li Dayikên Şemiyê hatiye girtin biryara “binpêkirinê” daye jî lê her hefte polîs çalakiya Dayikên Şemiyê asteng dikin û wan dikin binçavan. Çalakî bi biryara Walîtiya Stenbolê û Qeymeqamtiya Beyoglûyê tê astengkirin. Li Wanê jî bi pêşengiya Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo piştevaniya Dayikên Şemiyê ev 4 hefte ne daxuyanî tê dayîn, lê belê li ser biryara Walîtiya Wanê çalakiya piştevaniyê tê astengkirin. Walîtiya Wanê ji bo daxuyanî ango çalakiya piştgiriya bo Dayikên Şemiyê neyê kirin, rojên dawiya hefteyê biryara qedexekirina çalakî, daxuyanî û meşan dan.
Ji serdemên herî tarî yên li bakurê Kurdistanê di salên 1990’î de qewimîn. Bi hezaran mirov hatin revandin û qetilkirin. Cenazeyê bi hezaran kes jî hê nehatine dîtin. Yek ji van jî Mehmet Ertak (32) e. Ertak dema ji Şirnexê vedigeriya mezraya Rezûkê di 19’ê tebaxa 1992’yan hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin.
Serhat Ertak ê ku bavê wî Mehmet Ertak hat windakirin, bertek nîşanî astengiya çalakiya Dayikên Şemiyê da û ew ê her li windayan bigerin û li faîlan bipirsin.
‘GUH NADIN DAXWAZÊN DAYIKÊN ŞEMIYÊ’
Ertak anî ziman ku Dayikên Şemiyê bi salan e li mafên xwe digerin û got: “Di sala 2013’an de pêvajoyeke aştiyê dest pê kir. Baweriyek hebû ku aştî dikare were ser vê xakê û êdî xwîn neyê rijandin. Mixabin piştî demeke kurt bi dawî bû. Di pêvajoya aştiyê de dewletê di çapemenî û raya giştî de li hemberî Dayikên Şemiyê raya giştî ya cidî afirand. Serokwezîrê wê demê bi malbatan re hevdîtin kir. Banga rûbirûbûna civakê ya birîndar hat kirin. Li ser bêhiqûqiya ku pêk hatibû her kes dest bi êşa wijdanê kir. Ji bo dewlet bi rabirdûyê re rû bi rû bimîne raya giştî çêbû. Wê demê Qada Galatasarayê tije bû. Bi xerabûna pêvajoyê re weke li hemû qadan zext li çalakiyên Dayikên Şemiyê jî hate kirin. Siyasetek ji bo girtina qadê û guhnedana daxwaz û daxwazên gel hatiye avakirin."
BI RABIRDÛYÊ RE RÛ BI RÛ BÛN
Ertak destnîşan kir ku dewlet ji rûbirûbûna rabirdûya xwe direve û wiha got: “Dema dewlet ji rûbirûbûna rabirdûya xwe direve, dîmenên wiha derdikevin holê. Heke dewlet dixwaze bi rabirdûya xwe re rû bi rû bimîne, divê êrişî çalakiyên bi vî rengî neke. Lê mixabin ji ber ku destûr nayê dayîn, em jê wateya 'Em ê bi rabirdûya xwe re rû bi rû nemînin, em ê ji bo xizmên windayan tiştekî nekin' jê derdixin. Li Tirkiye û Kurdistanê 17 hezar bûyerên kiryar nediyar hatine tomarkirin. Ma em ê 17 hezar cînayetên kiryar nediyar paşguh bikin, dê dewlet betonê bi ser wan de birijîne û guh nede wan? Ma ew ê bi rabirdûya xwe re hevrû nebe?”
‘EDALET WEK AV Û NAN FERZ E’
Ertak destnîşan kir ku çalakiya ku di sala 1995’an de bi çend kesan dest pê kir îro bi girseyî didome û 28 sal in Dayikên Şemiyê edaletê dixwazin û li mirovên xwe digerin û dixwazn faîl û berpirsiyar bên darizandin. Ertak da zanîn ku edalet ji bo wan bi qasî av û nan ferz û girîng e û got: “Em ê dest ji têkoşîna xwe ya bi salan bernedin.”
Ertak bang li raya giştî kir ku bi Dayikên Şemiyê re di nava piştevanî û yekitiyê de bin.
MA / Bêrîvan Kûtlû