AMED - Şaxa Egîtîm-Sena Amedê di encama komxebatê xwe ya duh dabû destpêkirin de bal kişand ser hêza rêxistinbûyîne û destnîşan kir ku ji bo her kesî yek ji mijarên yekem û girîng aştiya civakî bê avakirin e.
Komxebata Şaxa Egîtîm-Sena Amedê di roja duyemîn de li Plaza Otelê berdewam kir. Seroka Giştî ya Egîtîm-Sen’ê Necla Kurul, endamên Egîtîm-Sen yên Amed, Semsûr, Dîlok, Riha, Hatay, Adana, Meletî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li komxebatê bûn.
Nûnerên şaxên Egîtîm-Senê yên bajarên erdhejê, nûnerên rêxistinên civakî yek bi yek derketin ser dikê û pirsgirêkên li herêmê diqewimin û bandora erdhejê ya li ser pergala perwerdehiyê vegotin.
Ewilî Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê ya Hejmar 1’ê Zulkuf Guneş axivî û bal kişand ser bandora desthilatê ya li herêmên erdhejê. Guneş anî ziman ku pratîka qeyûm şaredariyên beşdar (katılımcı belediye) ji holê rakirin. Guneş da zanîn ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi du şaredariyên xwe barê erdhejê hilgirt ser milên xwe û wiha got: “Desthilat, bi ewqas hêza xwe jî di erdhejê de lawaz ma. Her wiha şerê 40 sal in didome jî bandor li ser vê karesatê kir. Lowbedên ku wesayîtên zirxî ji bo sînoran dibirin, ji bo makîneyên kar bibin herêmên erdhejê tune bûn. Ev yek jî bandora şer dide pêşçav. Ji bo aştiyeke bi rûmet çi bikeve li ser milên me em amadene.”
GIRINGIYA RÊXISTINBÛYÎNÊ
Nûnerên Şaxên Egîtîm-Senê yên Adana, Semsûr, Dîlok, Hatay, Meletî, navçeya Sîwerek ya Rihayê û nûnerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê, Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê, Komeleya Şêx Seîd û Rêhevalên Wî hwd. pirsgirêkên li herêmên erdhejê vegotin. Nûnêran bal kişand ser rêxistinbûyînê û destnîşan kir ku wan bi rêxistinbûyîna xwe ev karesate hinek jî be sivik kirin e.
‘EV XEBAT GELEK BIQÎMET E’
Dawiya rûniştinê Seroka Giştî ya Egîtîm-Sen’ê Necla Kurul axaftina dawî kir û ji bo vê komxebatê Şaxa Egîtîm-Sena Amedê pîroz kir. Kurul, da zanîn ku xebatên wiha gelek biqîmet in. Kurul got ku gelek kes bi mantiqa dewletê tevdigerin û ji bo komxebatên wiha însiyatîf nagirin, her tiştî ji navendê dixwazin. Piştî axaftina Kurul, navberek hat dayîn û dû re pêşrapor hat xwendin.
‘PLANSAZIYA TUNE KIRINA JINAN DI QADA GIŞTÎ DE YE’
Pêşrapor ji hêla endamê Şaxa Egîtîm-Sena Amedê Hîkmet Korkmaz ve hat xwendin. Korkmaz da zanîn ku parvekirina hejmareke hindik a daneyên fermî yên li ser herêmên erdhejê, plansaziya pêşerojê ji bo berjewendiya mirov, ked û xwezayê asteng dike. Korkmaz destnîşan kir ku di destê rayedaran de di der barê erdhejê de rapor hene, lê di van raporan de tu daneyên ku zarokên penaber û astengdar ên ku zimanê wan cuda ye, ji vê felaketê çawa bandor bûne, tuneye. Korkmaz bi lêv kir ku ji ber vê yekê lêkolînkirina daneyên ku ji qadê bi rêya KESK, TMMOB, TTB'ê hatine çêkirin, dihêle ku ew li ser van zarokên piştî karesatê bibin xwedî nêrînek giştî û got: "Em di heyamekê wisa de dijîn ku ji her 3 jinan 2 ji kar tên dûrxistin. Ji ber ku tu pilansaziyek ku piştevaniya tevlêbûna jinan di qada giştî de bike tune ye û plansaziya niha li ser esasê tunekirina hebûna jinan di qada giştî de ye.”
‘DESTHILAT JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD GAV NAAVÊJE’
Korkmaz da zanîn ku erdhej ne tenê meseleyeke çînayetî ye, di heman demê de meseleya nasnameyê ye û wek mînak nîşaneya pirsgirêka kurd e. Korkmaz diyar kir ku ji ber ku li hin bajarên mexdûrên erdhejê ku bi giranî kurd lê dijîn, xizanî li gorî bajar û herêmên din gelek zêdetir e. Korkmaz bi domdarî wiha got: “Divê îro bi gel re Modela Aboriya Beşdarbûna Demokratîk bê avakirin. Dema em bi perspektîfa pirsgirêka Kurd nêzikî karesatan dibin, em dibînin ku hikûmeta ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavan naavêje û dijminatiya kurdan dike, bi pêkanînên nijadperestî karesata li herêmê ji nedîtî ve tê û di derbarê metirsiyên ku di dema karesatê û piştî wê de çêdibin xwedî siyaseteke şênber a pêşîlêgirtinê nîne.”
‘KRÎZA MAFÊN ZAROKAN’
Korkmaz got ku dema ku ew li krîza mafên mirovan ji hêla zarokan ve dinêrin, ev yek vediguhere krîza mafên zarokan. Korkmaz da zanîn ku ji ber vê yekê heke şer an jî karesatek xwezayî hebe, zarok di bin bandorê de ne û ev tişt gotin: “Zarokên li welatên ku mekanîzmayên parastina zarokan têra xwe naxebitin, pêkanînên dewleta civakî qels in û newekhevî kûr e û ji rewşên krîzê bêhtir bandor dibin. Li aliyê din zarokên li Amedê dijîn, tenê bi krîzên afetên xwezayî re rû bi rû nînin. Dema ku em li vir behsa zarokan dikin, em rastî gelek pirsgirêkan tên, nemaze xizanî.”
‘QADÊN ARAM Û EWLE NAYÊN AVAKIRIN’
Korkmaz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê komxebatê de ku rewşa zarokan û kesên ku destekê didin wan hatin axaftin, hat dîtin ku zarok di perwerdehiyê, tenduristî, ava paqij, xwarina bingehîn, stargeh, mezinbûna di hawîrdoreke saxlem de pirsgirêkên wan hene û mafên wan rastî binpêkirinan tên. Pirsgirêkên din ên ku ji hêla kesên ku berpirsiyariya lênêrîn û perwerdehiya zarokan rasterast û nerasterast in, têne jiyan kirin, rewşa zarokan dixe rewşek xeternaktir. Pandemî û qeyrana aborî ku bandor li herêmên ku di nava bajaran de nakokî û dubendiyên etnîkî lê tên jiyîn, nîşan dide ku ji bo zarok û her welatiyekî ku li vir dijî, qadên aram û ewle bi awayekî nayên afirandin. Ji ber vê sedemê, hewcedarî bi planên rêvebirina karesatê ya tevhev û beşdar heye ku tê de berjewendiyên herî baş ên zarokan û yên ku piştgiriya wan dikin, bêne berçav kirin. Bi munasebeta vê komxebatê careke din diyar dibe ku divê dewlet ne tenê ji bo zarokan ji bo hemû welatiyan tedbîrên parastinê û pêşîlêgirtinê bigire û beriya karesatê divê ev tedbîr bi zelalî bên parvekirin. Di vê çarçoveyê de ji bo her kesî yek ji mijarên yekem û girîng aştiya civakî bê avakirin e.”
Komxebat bi pirs û bersivan bi dawî bû.