AMED - Welatiyên ku tevli mitînga aştiyê ya Partiya Çepên Kesk bûn, bertek nîşanî polîtîkayên li ser girtîgehan dan û gotin ku divê gelê kurd li dijî van polîtîkayan dengê xwe bilind bikin.
Girtiyên nexweş ku rewşa wan her diçe xerabtir dibe, di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin. Ji mafê tenduristiyê bigire heya mafê hevdîtinê gelek mafên wan tên binpêkirin. Ji ber vê yekê jî her diçe rewşa wan xerabtir dibe û gelek caran jî jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî Şakîr Tûran (70) ku di Girtîgeha Tîpa L a Erzinganê de dima, ji ber ku mafên wî yê dermankirinê hat binpêkirin û di ciheke xerab de dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da.
Welatiyên ku tev li mitînga aştiyê ya Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bûn têkildarî rewşa girtîgehan û girtiyên nexweş ji ajansa me re axivîn.
‘DAXWAZIYA ME AZADIYA BIRÊZ OCALAN E’
Siyasetmedar Resûl Sadak diyar kir ku girtiyên siyasî zêdetirî 30 sal in li ber xwe didin Sadak da zanîn ku gelek girtiyan ev salek e cezayê xwe xelas kirine, lê nayên berdan û wiha berdewam kir: “Divê siyasetmedar jî pirtir xwe bigihînin girtiyan û em çalakî û xebateke baş bikin. Ev çend salin nahêlin Birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Ji bo ku aştî neyê ew van astengiyan dikin. Înşelah berxwedana vî gelî dê aştiyeke baş bîne. Vê roja aştiyê daxwaza me azadiya Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî ye. Banga min ew e ku piştgiriyê bidin girtiyên nexweş û ji bo azadiya wan dengê xwe bilind bikin.”
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HATINE HIŞTIN'
Welatiya bi navê Halîse Batagî jî got ku kiryarên li dijî girtiyên nexweş tên kirin antîdemokratîk in û li dijî mafên mirovan e. Batagî da zanîn ku bi vî şeklî pirtir hêrsa gel digirin ser xwe û wiha got: “Em vê yekê xelet dibînin. Girtî nexweş in û nabin nexweşxaneyê. Gava dibin nexweşxaneyê jî, dibêjin rewşa wê/î baş e dîsa dişînin girtîgehê. Di girtîgehê de jî, ji ber ku nexweşe dê jiyana xwe ji dest bide. Raporên ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ didin girtiyên nexweş û terkî mirinê dikin. Ez vê yekê şermezar dikim. Bila ji bo hemû girtiyên nexweş efûyek bê derxistin û kesên pîr, nexweş bên berdan. Ma dê wiha heta kîderê berdewam bike? Ev yek di nava civakê de dibe hêrseke mezin.”
‘EM DAYIKÊN AŞTIYÊ NE Û DAXWAZA ME AŞTIYE’
Şîrîn Demîr da zanîn ku kûrê wî jî di girtîgehê de ye û du car muebbet xwariye. Demîr anî ziman ku rewşa wan nebaş e û zilm li wan tê kirin. Demîr wiha berdewam kir: “Em edalet û aştiyê dixwazin û vê zilmê qebûl nakin. Em dayikên aştiyê ne û daxwaziya me aştiye. Bila girtî hemû bên berdan.”
‘HETA GIRTIGEH AZAD NEBIN, CIVAK JÎ AZAD NABE’
Aynûr Elçeoglû bertek nîşanî polîtîkayên li girtîgehan da û got ku ew van kiryaran weke zilm dibîne. Elçeoglû anî ziman ku heta kesên di girtîgehan de azad nebin, civak jî azad nabe û wiha berdewam kir: “Em pey girtiyê xwe ne. Em tecrîda li girtîgehan qebûl nakin. Em aştiyê dixwazin û gelek dayîk kezeba wan dişewite, lê dîsa jî tên dibêjin ‘Em aştiyê dixwazin’. Ev hişmendiya van ya girtiyan tîne asta mirinê nayê qebûlkirin. Mixabin em cenazeyên di girtîgehan de derdikevin dibînin, lê em bêdeng in. Divê em dengê xwe ji bo girtiyan bilind bikin.”
‘DIVÊ GELÊ KURD DENGÊ XWE BILIND BIKE’
Welatiyê bi navê Selahattîn Demîr jî bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û tecrîdê şermezar kir. Demîr got ku divê gelê kurd jî vê tecrîdê qebûl nekin û wiha domand: “Ev pêvajoya niha AKP’ê li zîndanan daye destpêkirin, ji pêvajoya 80’yî ya Kenan Evren xerabtir e. Bi awayekî fîzîkî nîn e, lê kiryarên li girtîgehan tên kirin ji wê pêvajoyê xerabtir e. Ev pêvajo, pêvajoyeke faşîst e û divê gelê kurd jî li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike. Em zilma AKP’ê qebûl nakin û AKP bi zilmê sernakeve. Wê vîna gelê kurd serbikeve. Tiştên tên kirin ji faşîzma AKP-MHP’ê ne û ketine rewşeke wisa de ji cenazeyan jî ditirsin. Ev bêrêzî û bêhiqûqiya li cenazeyên me tên kirin, vîna gelê kurd xurttir dike. Bila vê yekê baş bizanin. Gelê kurd dê serbikeve û serkevtin nêzîk e. Dawiya AKP’ê hatiye, lewma evqas tiştên bêhiqûqî dike.”
BANG LI BARZANÎ KIR
Demîr bang li Barzanî jî kir û got ku bila Barzanî dest ji şerê birakujiyê berde. Demîr bi lêv kir ku divê Barzanî tevli tifaqa kurdan bibe û heke kurdên din xelas bibin dê dor bê Barzanî jî. Demîr wiha bi dawî kir: “Şerê birakujiyê nagihije çi erdan. Em bang li her kurdekî dikin ku tifaqekê çêbikin. Heke em tifaqa xwe ava nekin, em tu car nagihijin çi armancan. Dijmin ji bo Barzanî jî nabîte dost û bila Barzanî ji vê rêya xelet zivire.”
MA / Bazîd Evren - Rewşan Saglam