ŞIRNEX - Zozanên Feraşînê ji çar aliyan ve di bin dorpêça leşkeran de ye û li ser her girekê wê leşker hatine bicihkirin. Şêniyên Feraşînê diyar kirin ku bi dorpêça leşkerî re tu aramiya herêmê nema ye û êdî çi xweşî û xêra welatê xwe nikarin bijîn.
Li Şirnexê bi sala ye polîtîkayên ewlekariya taybet tên meşandin û hêj niha jî ketina gelek herêmên wê qedexe ye. Yek ji navçeyên Şirnexê ya herî zêde di bin vê zexta polîtîkayê de jî Elkê ye. Polîtîkayên salên 90’î ku di hafizeya gelê kurd xwedî cihekî nebaş in, hêj ji niha li Elkê di meriyetê de ne. Elkê, bi daristan, çiya, zozan û sûlavên xwe tê naskirin lê ji ber polîtîkayên şer, niha dorpêçkirî ye û ji vê dewlemendiyê tu sûd nayê girtin. Yek ji herêmên navçeyê ya bi xwezaya xwe balê dikişîne ser xwe jî Zozanên Feraşînê ne.
JI 45 GUNDAN PÊK TÊ
Zozanên Feraşînê xwedî bilindahiya 2 hezar û 625 mîtroyan e û di dorpêça dewletê de ye. Feraşîn; ji gundên Bêzal, Govîk, Govaosman, Çemêpîrê, Govadirbas, Emerok, îsrovan, Kaçêt, korex, çelecanik, Gamirî, Melîxa, Simqatê Jêrê, Simqatê Jor, Tanga Xana,Kaniya Şikêr, Hirçkîn, Kendala, Wargundik, Kanîreş, Nihala Xwûrê, Hûndirûnis, Xerabe Elyas, Çelê Reş, Kaniya Kizil, Kanîmasî, Henik, Porkan, Mergû, Girê Kala, Baseka, Dêrik, Talane, Berkê Banehya,Feraşîn, Berê Kişlê, Pîrdoda, Xirabê Mêrgê, Hacelya, Girkêxîrbeta û Berojê Felahî bi giştî ji 45 gundan pêk tê. Lê ji van gundan niha yek jî ava nîne. Li Zozana Feraşînê ya ku berê qereqol tê de tunebûn, niha li her girekî birc hatine çêkirin.
JI BER DORPÊÇÊ KOÇERAN BERÊ XWE JÊ GERAND
Zozana Feraşînê ku Waliyê Şirnexê her tim bi gotina “Me aramî anî Feraşînê” pesnê xwe dide, ji xeynî dorbêça leşkerî tişteke din nîne. Di salên berê de bi serê biharê re koçeran berê xwe didan Feraşînê lê niha ji ber dorpêça leşkerî nema dikarin biçin. Koçerên niha li wir dimînin jî nikarin bi rehetî pezê xwe biçerînin. Her carê bi guleya tacîzê ji aliyê leşkeran ve bi hinceta ketine qada leşkeriyê tên hişyarkirin. Her wiha li Zozana Feraşînê bi ser navê lêgerîna neftê erd tê kolandin.
Şêniyên Feraşînê têkildarî dorpêça heyî bi ajansa me re axivîn. Dibêjin ku her çar aliyên wan dorpêçkirî ne û tu aramî li zozanên wan nema ye.
'BERÊ 500 PEZÊ ME HEBÛ LÊ NIHA TENÊ 40 JÊ MAN E’
Ji şêniyan Hamît Abî got ku bi dorpêça leşkerî re sewalkariya herêmê jî kêm bû û ev tişt anî ziman: “Berê rêyên zozana me nebûn. Lê ew roj ji van rojan gelek xweştir bûn. Her malê nêzî 500 pez hebûn. Zivistanê tijî malekî xwarin dibirin malê. Pêdiviya me bi tu kesî nebû. Bêriyên me li dewaran siwar dibûn û bi keyfxweşî diçûn bêrê. Ew roj gelek xweş bûn lê ya niha nexweş e. Li ser her girekî birc çêkirine. Kesek ji me nikare tiştekî bike. Mirov nikare bê û biçe. Gur bikeve nava pez em nikarin guleyekî berdinê. Jiyana Feraşînê ya niha gelek zehmet e. Berê me 500 pez hebûn û tu caran pezê me ji 500-600'an kêmtir nedibû. Lê niha em du malbat in û tenê 30-40 pezê me heye. Em îro nikarin xwedî bikin. Ew keyfa berê nema ye. Jiyana me ya îro gelek zehmet e. Di demên berê de dema berxbirên me de ji her deverên welat gel dihat vê derê. Li gorî çand û kevneşopiya me bû. Bi keyfxweşî derbas dibû. Niha çandeke wisa jî nehiştin. Mîhrîcana berxbirê di bin navên cuda de dikin. Hin kesan dibin wê derê û reklamê dikin. Kes li van deran nema, her kes çû.”
'XWEZAYA FERAŞÎNÊ TUNE KIRIN’
Bi domdarî Abî bal kişand ser gotinên Walîtiya Şirnexê û wiha bertek nîşan da: “Porpagandayeke vala dike. Bi polîtîkayên ewlekariyê re xwezaya me jî tune kirin. Em nikarin beriya leşkeriyê çendek metreyan jî biçin. Pezê me bi rehetî na çere. Dema ku pezek ji şivan dûrket leşker gule li pez direşîne. Pez bi şev nayê çerandin. Leşkerî dibêje bila pez li dora me nebe. Rewşa me ya niha ev e. Pezê me bêav e. Rê nabin gund ku em avê bînin. Derdê me gelek in em bibêjin jî vala ye. Her tim li ser Feraşînê pesnê xwe didin lê heta niha ji xerabiyê wêdetir tiştekê din ji Feraşînê re nekirin. Gotinên wan rast nînin. Ji bilî traktorê tu wesayît nikarin bikevin Feraşînê. Xwezaya wê jî tunekirin. Li rexekî li petrolê digerin û li rexa din jî qereqolan çêdikin.”
‘VALA PROPAGANDAYEKE VALA DIKE’
Di berdewamê de Abî anî ziman ku ew bi xweziya bi rojên berê dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê bila bi kes nehata vê derê. 24 saetan balafir li ser serê me difirin. Li rexekî dorpêç, li rexekî qedexe û li rexa din dorpêça leşkerî. Tenê kesên dewlemend tên vê derê û ji xwe re digerin. Piştre jî dibêjin Feraşîn aram e. Qala çêkirina rêyan û aramiyê dikin. Ka bila lê binêrin bê ka çi aramî anîne Feraşînê. Rêya baregeha leşkerî heta serê çiyê birinê. Lê rêya me nîne. Walî bi çêkirina rêyê pesnê xwe dide. Bila were vê derê ka ji bilî rêyên leşkeriyê çi rê çêkirine. Lê rêyên me neçêkirî ne û her roj bêrîvanek dikeve û seqet dibe. Propagandayeke vala dikin.”
'EM NIKARIN GIHAYÊ XWE BIDÛRIN’
Ji şêniyan Gulîzar Abî (51) jî destnîşan kir ku ji ber qedexeyên leşkeriyê ew nikarin gavekî jî biavêjin û ev tişt got: “Çi xweşiya jiyana me nema ye. Berê ev der xweş bû. Em dihatin zozanan em bi rehetî digeriyan. Berê insanetî hebû lê niha nema ye. Niha bi 15 bizinan em debara xwe dikin. Ew jî derdora me hemû qedexe kiriye û mirov nikare pez bibe çerê. Mirov nikare ti karekî bike. Em neçarin û ti xweşiya me nema ye. Berê dema ku em diçûn bêrîvaniyê weke ku em çûne dewatê. Tililiyên me hebûn, keyfa me hebû, sihbetên me hebûn. Lê niha tiştek ji wan nema ye. Ev zome tijî dibû ji mirovan. Mirov nedikariya gav biavêje. Niha em tenê du jin man e. Ji ber ku aramî nema ye, xweşî nema ye. Em nikarin tiştekî bikin. Her kes belav bû, çû aliyekî. Em niha biçin ji xwe re cihekî giya bidûrin serê van çiyayan leşkeriyê hemû girtine. Ev pezê destê me de ye ew jî nahêlin em xwedî bikin. Berê rêya me nebû, ceyrana me nebû, em li Elkê li dewaran siwar dibûn û dihatin Feraşînê. Lê keyfa me ji ya îro xweştir bû. Leşkeriyê em ji zoma me rakirin û em anîn vê derê. Ji me re gotin,'li wir petrol heye' ev 2 sal in em li vê derê ne. Vêca xwedê dizane dibe ku me ji vir jî rakin."
'DERDORA ME DORBÊÇKIRÎ YE'
Ji koçeran Besna Çavlak (50) jî da zanîn ku li Feraşînê ji tirsê wêdetir tiştekê din nîne û wiha axivî: “Niha tirs heye, rezaletî heye. Feraşîn berê xweş bû lê niha ti xweşiya wê nema ye. Em niha newêrin heta wî girêhe jî biçin. Ceyran hatiye lê ji çi re ye? Berê kêf hebû, insanetî hebû. Dordora me hemû dorbêçkirî ye û hemû bûye qereqol. Berê cih nebû ku em nediçûnê. Lê niha her tişt hatiye sînordarkirin û kes nikare li vir pez xwedî bike. Tiştek ji me re nehiştin."
Ma / Zeynep Durgut