MEREŞ - Yek ji dilxwazên Platforma Parastina Jiyan û Xwezayê Mehmet Dalkanat diyar kir ku pirsgirêkên li herêma erdhejê zêdetir bûne û da zanîn ku piştevaniya civakî ya di rojên ewil de derketiye holê niha ji dewletê re ma ye.
Di erdheja 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû de li gelek bajar û navçeyan hilweşîneke mezin çêbû. Bandora erdhejê ya li ser van bajar û navçeyan hêj didome. Li navçeya Elbistanê ku navenda erdhejê bû, gelek avahî li benda hilweşandinê ne. Li hêla din ji ber ku xebatên rakirina kavilan hêj didomin, ava navçeyê tê birîn û hewayekî qirêjî li navçeyê heye. Yek ji dilxwazên Platforma Parastina Jiyan û Xwezayê Mehmet Dalkanat têkildarî bandora erdhejê û tiştên mexdûrên erdhejê dijîn axivî.
RAKIRINA KAVILAN
Dalkanat, diyar kir ku kavilên avahiyan bi awayekî rasthatî û bêpergal tên rakirin û wiha got: “Di dema hilweşandinê de avê lê nareşînin. Cihên ku dê xirbe lê werin valakirin ji berê ve diyar nakin. Ji navenda navçeyê dest bi rakirina kavilan kirin. Piştî ku dîtin hilweşîneke mezin e, kavilên heyî rijandin devera ku şaredarî sergoya xwe lê dirijîne ya li ser rêya Nûrheqê. Îhale çawa dan û dan kê? Di van îhaleyan de jî nelirêtî heye. Di protokolên wan de aparatên hilweşandinê hene lê ev bi qasî tê xwestin nehatin bikaranîn. Lewma Elbistan her tim di nava tozê de ye. Elbistan di demên berê de li dijî santralên termîk têdikoşiya û niha jî li dijî toz û asbestê têdikoşin. Hewayî qirêjî bandoreke neyînî li ser tenduristiya gel dike. Di dema hilweşandin û rakirina kavilan de tu girîngiyê nadin tnduristiya mirov û hawirdorê.”
PIRSGIRÊKA CIHÊ HEWÎNÊ
Bi domdarî Dalkanat destnîşan kir ku pirsgirêka cihê hewînê di lûtkeyê de ye û ev tişt anî ziman: “Havînê nikarin di konteyneran de bimîin. Di zivistanê de jî ji ber sermayê dê nekarin. Di konteyneran de sarinc, makîneya cilşûştinê, klîma û hwd. tune ne. Mîna ku neçarî îşkenceyê hatibin kirin. Tevdîrên pêwîst nehatin girtin lewma pirsgirêka cihê mayînê veguherî pirsgirêkeke mezin. Piştevaniya civakî ya rojên ewilî kir ku xelk di demekî kin de xwe komî ser hev bike. Bi demê re yên ji bo piştevaniyê hatin vegeriyan û ev qad ji dewletê re man. Lê dewlet nikare wê piştevaniyê nîşan bide. Hinek derfetên kesên li konbajaran dijiyan ji destê wan standin. Ji ewil taştê, firavîn û şîv dihat dayîn. Piştre daket taştê-şîvê û herî dawî bi temamî qut kirin.”
JI BO PIŞTGIRIYA PSÎKOLOJÎK EV 6 MEH IN LI WIR E
Di berdewamê de Dalkanat bi lêv kir ku pêdiviyeke mirovan a mezin bi alîkariya psîkolojîk heye û wiha pê de çû: “Lê tevî vê yekê tu alîkarî nayê dayîn. Bi taybet jî ji bo jin û zarokan rewşeke pir cidî ye. Di qeydên nexweşxaneyê de jî ev yek diyar dibe. Lê belê li nexweşxaneyan sepaneke piştevaniyê ya biplan û proje tune ye. Dor nagihije weatiyan. Di navbera 3-6 mehan de randevû tê dayîn. Di nava gel de pirsgirêkên tenduristiyê yên girseyî hene.”
PIRSGIRÊKÊN ABORÎ
Dalkanat, bal kişand ser pirsgirêkên aborî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî van pirsgirêkan, îcar bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû ne. Li sûkê konteynerekê didin esnafan. Konteynerên hatin jî li gorî serê xwe danîne ser cadeyan û deverên avahî lê hilweşiyane. Ji hêla ticaretê ve tu venihêrîn nînin. Weke mînak, ji bo tamîrkirina malan bihayekê pir zêde tê xwestin lê karkerên ji Agirî, Wan, Bedlîs û hwd. ên anîn vê derê pir bi erzan didin xebitandin. Saziyeke ku venihêrîna vê bike tune ye. Xelk nizane dê çi bike. Ji mirovên dikanên wan hilweşiyane daxwaza îpotekê dikin.”
‘AVAHIYÊN TÊN ÇÊKIRIN BI TÊR NAKIN’
Dalkanat, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo çêkirina avahiyên mayîn de Kara Elbistan û Belen hatine diyarkirin. Dê derdora 3-5 hezar avahî bên çêkirin lê ji bo Elbistanê herî kêm 10 hezar avahî lazim in. Pirsgirêkên beriya erdhejê yên li Elbistanê niha hêj zêdetir bûne. Pêleke koçberiyê heye. Heta memûrên ji derve tên jî naxwazin li vir bimînin. Li nexweşxaneyan bijîşkên pispor tune ne. Bijîşk yek bi yek diçin. Di halê hazir de divê pirsgirêka cihê mayînê û fikara pêşerojê bên çareserkirin. Wê demê dê xebatên dilxwaziyê baştir bimeşin. Lewma divê welatî li benda dewletê nesekinin. Dewlet li gel êtîm û xizanan nîne. Hêvîdarim xelk êdî vê fêm bike û bi saya piştevaniya xwe çareser bike.”
MA / Ceylan Şahînlî