COLEMÊRG - Piştî ku Wezîrê Karên Derveyî Hakan Fîdan duh serdana Iraqê kir, îro jî Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û şendeya pê re çûn ser xeta sînor a Colemêrgê.
Piştî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan duh serdana Iraqê kir, îro jî Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî yê Tirkiyeyê çû ser xeta sînor a Colemêrgê. Gelek serfermandarên tirk jî bi Guler re çûn ser xeta sînor.
Guler serdana Fermandariya Leşkeriyê ya Colemêrgê kir û derbarê operasyonên li deverê Herêma Kurdistanê û Colemêrgê agahî ji fermandariya leşkeriyê wergirt.
Yaşar Guler duh jî serdana Fermandariya Leşkeriyê ya Şirnexê kiribû.