MEREŞ - Mexdûrên erdhejê ku tevî 6 meh bi ser erdhejê re derbasbûne jî hêj bandorên erdhejê li wan kirine didomin, diyar kirin ku pirsgirêka hewîn û avê berdewam dike û anîn ziman ku ev rewş dibe sedema koçberiyê.
Bi ser erdheja ku di 6’ê sibatê de li Mereşê pêk hat û bandor li 11 bajaran kir re 6 meh derbas bûn. Bandora erdheja ku li gorî hejmara fermî bi ser 50 hezaran de mirovan jiyana xwe ji dest dan hem li bajaran hem jî ya li ser mexdûrên erdhejê derbas nebû. Weke her bajar û navçeyên ji erdhejê bandor bûn, mexdûrên erdhejê yên li navçeya Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê bû û herî zêde ji erdhejê bi bandor bû, piştî erdhejê bi pirsgirêkên her ku diçin zêde dibin re rû bi rû hatine hiştin. Mexdûrên erdhejê di peydakirina pêdiviyên herî bingehîn de jî pirsgirêk dijîn. Li taxa Bazarcixa Jêrîn a navçeyê, ku pêvajoya ji nû ve avakirinê lê didome, li her kolanê xirbeyek heye, avahiyek li benda hilweşandinê ye yan jî avahiyek ji aliyê şêniyên xanî ve tê nûkirin. Li navçeya ku xebatên rakirina kavilan lê didome, hin welatî di avahiyên kêm xesar gihiştinê ku li ber avahiyên xesareke giran gihiştiyê de têkoşîna jiyanê didin. Şêniyên navçeyê li kolanên ku hilweşîn lê didomin di nav toz û hengameyê de jiyana xwe didomînin. Mexdûrên erdhejê yên diyarkirin ku hilweşîn bêserûber tên kirin, vegotin ku di dema hilweşînan de boriyên avê diteqin û av tê birîn. Mexdûrên erdhejê ragihandin ku ji ber rakirina xirbe, ne tenê pirsgirêkên avê, di heman demê de pirsgirêka xwe gihandina hewayê paqij jî dijîn.
KIRÊ JI SEDÎ HEZAR ZÊDE BÛN
Tevî piştî erdhejê li 4 herêmên cuda yên navçeyê bajarê konteyniran hate avakirin jî hêj jî bi hezaran mexdûrên erdhejê li konan dijîn. Ji ber şertên jiyanê yên zehmet gelek mexdûrên erdhejê çareyê di tamîrkirina xaniyên xwe yên kêm xesar gihiştinê de dibînin. Lê belê ji ber ku bihayên tamîrê bi rengekî berbiçav zêde bûne û piraniya wan nikarin karkeran bibînin, tamîrkirin jî roj bi roj zehmettir dibin. Gelek mexdûrên erdhejê yên ku pêdiviya xwe ya herî bingehîn a hewînê bi derfetên xwe û hewldanên xwe bi cih tînin jî, plan dikin xaniyên bêxesar kirê bikin lê zêdekirina ji sedî hezar a kirê ya piştî erdhejê vê yekê nepêkan dike. Mexdûrên erdhejê ji aliyekî têkoşîna hewînê didin li aliyê din pirsgirêka debarê dikişînin. Li sûka navçeyê ku herî zêde hilweşiya ye, esnafên di konteyniran de dikan vekirin neçar dimînin tiştên xwe lê bi cih bikin jî pirsgirêka cih û war dikişînin. Li navçeyê sûka ku havînê ji mirovan tejî dibû êdî kes nayê. Ji ber van hemû pirsgirêkan, koçberiya beriya bi salan li navçeyê dest pê kir, piştî erdhejê qat bi qat zêde bû.
DI BIN SIYA XANIYÊ XESAREKE ZÊDE GIHIŞTIYÊ
Hatîce Yaşlak ku neçar dimîne li ber xaniyê xesareke mezin gihiştiyê bijî, anî ziman ku her roj bi diltirsiyê hişyar dibe. Yaşlak, bal kişand ku erdhej didomin û wiha got: “Dema her ku erdhej çêdibe ez dibêjim vê carê hilweşiya. Rojên ewil ên erdhejê piştevaniyeke mezin hebû. Lê niha em hatin ji bîr kirin.” Yaşlak, bi lêv kir ku ji roja ewil a erdhejê ve pirsgirêka avê gelek bandor li wan kiriye û wiha berdewam kir: “Meha ewil a erdhejê me bi tankeran av dianî. Pişt re tam em elimîn û bahoz rabû. Me pirsgirêka avê gelek jiya. Carna saet 04.00’an ji bo çend saetan av dihat, em jî radibûn me ji xwe re radikir. Wesayîta me nebe nikarin avê bînin. Em ji cîranan rîca dikin ku avê bidin.”
‘BI KEVÇÎ DAN Û BI HESKÛ WERGIRTIN’
Fatma Başidik a bi hevjîn û 2 zarokên xwe ve li xaniyê xwe yê kêm xesar dijîn, anî ziman ku pirsgirêkên piştî erdhejê derketin bi pirsgirêkên beriya erdhejê ve gelek zêde bûn. Başidik, diyar kir ku gelek mexdûrên erdhejê ji ber zor û zehmetiyên dijîn ji bajarê xwe derketine û got: “Gelek mexdûrên erdhejê ji ber fikarên madî û pirsgirêkên debarê çûn derveyî welat. Ya rast, piranîya wan nexwestin biçin. Bi gotina ‘dewlet dewletê’ li ser serê me digerin, di pêvajoya erdhejê de 10 hezar lîre dabûn me lê ya ku bi kevçî dabûn me bi heskû wergirtin. Ji me re piştî erdhejê 4 mehan fatoreya ceyranê hat. Tevî ku me qet ceyran xerc nekir jî 820 lîre bû. Ji me re gotin ku ji ber xaniyê we ne hilweşiya ye divê hûn bidin. Başidik, anî ziman ku bi paqijiya ku diçe li malan dike debara xwe dike û bi lêv kir ku beriya erdhejê ji bo xwe û zarokên xwe xeyalên pêşerojê hebûn lê piştî erdhejê ev xeyal neman.
BI MEHAN BÊ XEW MAN
Kedkara paqijiyê Fatma Baglama ya hevjînê wî nexweşê Parkînsonê ye, diyar kir ku ji ber pirsgirêka hewînê bi mehan bêxew mane. Baglama, anî ziman ku nikare psîkolojiya ji ber erdhejê li ser xwe biavêje û wiha axivî: “Ez li xaniyekî ve bûm, kirê 500 lîre bû, piştî erdhejê kir 2 hezar lîre. Pişt re xwediyê xanî ji min re got ‘Xaniyê dayika min hilweşiya, tu ji wî xaniyî derkeve ez ê dayika xwe lê bi cih bikim’. Min jî ne pêkan e ku ez derkevim. Ji ber ku em li xanî digerin lê xanî nînin. Ji ber pirsgirêka hatibûm asta ku dîn bibim. Herî dawî apê min xaniyek tamîr dikir, em jî li wir bi cih bûn. Niha 3 hezar lîre kirê didim wir.”
Eşi Parkinson hastası olan temizlik emekçisi Fatma Bağlama, barınma sorunu nedeniyle aylarca uykusuz kaldığını dile getirdi. Depremin üzerinde bıraktığı psikolojiyi aşamadığını belirten Bağlama, “Bir evde oturuyordum, ev kirası 500 TL idi, depremden sonra 2 bin TL yaptı. Ardından da ev sahibim bana ‘Annemin evi yıkıldı, sen o evden çık, annemi yerleştireceğim’ dedi. Ben de çıkmamın mümkün olamayacağını söyledim. Çünkü ev arıyoruz, ev yok. Sıkıntıdan kafayı yiyecek duruma gelmiştim. En son amcam bir evi tamir ediyordu, biz de oraya yerleştik. Şimdi oraya 3 bin TL kira veriyorum” dedi.
‘ME ÇOPEK JÎ JI DEWLETÊ NEGIRT’
Mehmet Kûrt bi lêv kir ku piştî erdhejê neçar man di konteynira li baxçeyê xaniyê xwe danîn bijîn û wiha got: “Me ji dewletê çopek tenê jî negirt. Lawê min ji derveyî welat hat û ev çêkir. Em ji erdhejê ve bê av in, yek evdê Xwedê nehate vir. Em difikirin ku cihekariyê dikin. Rêya me nema. Li vê derê mirov serûbin bûn. Em niha li xwe dinêrin.”
LI TAXEKÊ 2 HEZAR KESAN KOÇ KIRIN
Muxtarê Taxa Cengîz Topel ku di erdhejê de herî zêde hilweşiya Alî Şalli, diyar kir ku li gelemperiyê navçeyê nêzî 600 avahiyên ku divê bên hilweşandin hene û wiha axivî: “46 malên li Cengîz Topelê man ku bên hilweşandin. Deh rojên dawî giranahî dan hilweşînê. Piştî erdhejê demekî dirêj pirsgirêka avê derket holê. Gelek mirov çûn bajarên konteyniran. Em bi awayekî hewl didin didin bijîn. Li taxa min 35 malbat hene ku xaniyên wan tên tamîrkirin û ji ber vê yekê li konan dimînin. Li taxa me nêzî hezar malbat hene ku di konteyniran de dijîn. Ez bi xemgînî dibêjim. Ji erdhejê ve 50-60 malbatan li taxa min koçî derveyî welat kirin. Weke kes ji erhdejê ve nêzî 2 hezaran mirovan koç kirin. Ji sedî 80 kesên çûn jî ciwan in.”
MA / Ceylan Şahînlî