ENQERE - Parêzer Mehmet Horuş diyar kir ku biryara beraetê ya derheqê miwekîla wî Beyza Ustun, di mutalaayê de weke “biryara mehkûmiyetê” cih girtiye û got ku bi vê yekê hewl didin rewşeke neyînî biafirînin.
Rûniştina yekemîn a 29’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.
Tevî siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Nazmî Gur û Gunay Kubîlay ên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin, gelek jinên girtî û Prof. Dr. Beyza Ustun ku negirtî tê darizandin jî weke temaşevan tev li danişînê bûn. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Heval Bozdag û Ozgul Sakî jî danişîn şopandin.
‘ÎKTÎDAR BERIYA DARAZÊ CEZAYÎ DIDE’
Piştî navberê, Prof. Dr. Beyza Ustun ku bi awayekî negirtî tê darizandin dîsa mafê axaftinê girt û wiha got: “Êdî zehmete ku li Tirkiyeyê qala demokrasiyê bike. Her ku mafên demokratîk û azadî tên bisînorkirin, dê bêtemînatî jî zêde bibe û jiyan tune bibe. Kesên li dijî îktîdarê muxalefetê dikin tên girtin û hewl didin wan bitepisînin. Îktîdar, beriya darazê cezayê dibire. Weke Akademîsyenên Aştiyê me bi xwe ev yek jiya. Xurtkirina demokrasiyê, berpirsyartiya her kesî ye. Ez ji bo parastina jiyaneke wekhev û azad bibiryar im. Dema ez li dijî kapîtalîzmê têdikoşim, gefa azadiya min li min nexwin. Ji bo tunekirina polîtîkayên HDP’ê, êrişên îktîdara siyasî rewa nekin. Biryara hûn didin bandorê tenê li min û siyasetmedaran nake. Di heman demê de dê bandorê li pêşeroja we jî bike. Vê doza li dijî rêgezên hiqûq û zanistê bi dawî bikin.”
‘EV DOZ XELAS BÛYE’
Parêzerê Ustun, Mehmet Horuş jî got ku dadgeh veguheriye “febrîqeya darazê” û ev tişt anî ziman: “Dadgeh, weke metayê nêzî siyasetmedaran dibe. Miwekîlên me rastî tundiya darazê tên. Şandeya we bêalîtiya xwe winda kiriye û li gel dozger tevdigere. Weke rêxistineke sûc qala HDP’ê dikin. Hûn dixwazin ku em di nava kompaseke wiha de parastinê bikin. Ev tişte tevek nîşan didin ku hûn hêj ji serî ve van parastinan tune dihesibînin. Jixwe ev doz piştî biryara Demîrtaş bi dawî bûye. Mobbîng li me tê kirin. Parêzer çi dike? Di asta yekemîn de parastina xwe dike. Piştre jî daxwaza mafê temyîzê dike. Ev dosya li DMME’yê hate xerakirin. Lê we ev biryar tune hesiband û dixwazin em parastinê bikin. Parastina me, ji bo teşhîrkirina tiştên diqewimin in.”
‘HDP JI ZÛ VE HATIYE GIRTIN’
Horuş, wiha domand: “Xebatên ekolojîk ên miwekîla min weke sûc hatine nîşandan. Hûn, her tiştên têkildarî ekolojiyê weke xebata ‘terorê’ dibînin. Heke hûn wiha nêz bibin, ev mijar dê heta bêhngirtinê jî bidome. Ya ku em şaş dibin ew e ku dadgeh weke dozgeriyê tevdigere. Di mutalaayê de HDP weke ‘partiyeke bi navê HDP’ê’ tê binavkirin. Bi vê îfadeyê re HDP tune tê hesibandin. Armanca dozê, girtina HDP’ê ye. Na, dadgeha we ji zû ve HDP girtiye.”
BERTEK NÎŞAN DA
Horuş, têkildarî tawanbariya ji ber pirtûka derheqê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî wiha betek nîşan da: “Tevahiya cîhanê li ser vê herêmê diaxive. Her wiha polîtîkayên wê yên têkildarî ekolojiyê tên lêkolînkirin. Dadgehê hinek hevok qedexe kir. Miwekîla min, beriya niha hatibû darizandin û beraet kiribû. Lê di mutalaayê de weke mehkûmiyet hatiye destnîşankirin. Dozgerî peywira xwe xerab bi kar aniye.”
Li ser daxwaza parêzeran, danişîna dozê taloqî sibe saet 10.00’an hate kirin.