COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji ber operasyonên leşkerî û qedexeyên zozanan sewalvanî hatiye ber asta qedînê.
Israra AKP'ê ya di polîtîkayên şer de bandorek neyînî li ser jiyana xelkê Colemêrg û navçeyên wê yên li ser xeta sînor a Herêma Kurdistana Federe ku êrîş lê didomin dike. Ji ber hawîrdora şer û pevçûnê gelê herêmê hem pirsgirêka ewlehiya can dijî hem jî hatiye asta ku nikare debara xwe bike. Welatî ji ber operasyonên leşkerî û qedexeyan nikarin biçin zozanan. Her wiha qedexekirina gelek herêman a ji aliyê walîtiyê ve ya di bin navê “herêma ewlekariya taybet” de çandinî û sewalkarî anî noxteya qedandinê.
LEŞKER BÊRÎVANAN ASTENG DIKIN
Welatiyên li navçeya Gever a Colemêrgê debara xwe bi sewalkariyê dikin, bi demsala biharê re diçin zozanan û hewl didin xwe bigihînin qadên çerandinê. Berîvanên ku serê sibê ji bo pezê xwe yê li zozanên gundê Tiloran a Geverê ku hema hema her meh operasyonên leşkerî lê tên kirin bidoşin diçin, her carê bi astengiya leşkeran re rûbirû dimînin. Berîvanên ku di rojên operasyonê de li ser rêyên zozanan tên sekinandin, rastî lêgerînê û lêpirsîna GBT’ê tên, bi her operasyonê re derketina wan a zozanan tê astengkirin.
Ji bilî polîtîkayên şer ên desthialtê krîza aboriyê jî bandorê li çandinî û sewalkariyê dike. Hizret Dere ya 60 sal in li gundê Tilorana Jor dijî û ji 10 saliya xwe ve bi dayika xwe re diçe zozanan, anî ziman ku 50 sal in li gund bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikin. Dere, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Karê me sewalkarî ye, şîrê em ji pez didoşin û penîr û mastê em ji şîr çêdikin difiroşin. Em ji serê mehên baharê ve amadekariya xwe ya zivistanê dikin. Me par kîloya şîrî bi 15 lîreyan difirot, niha jî 20-25 lîreyan tê firotin. Piştî ku li hemû berhemên xurek û sotemeniyê zem hate kirin, me jî ji neçariyê zem li şîr û berhemên şîr kir.”
‘HEKE ÇANDINÎ NEBÛYA ME NEDIKARIYA DEBARA XWE BIKIN’
Dere, anî ziman ku ji bo pezê xwe yê li zozanan bidoşin ji bo 3 mehan wesayît kirê kirine û da zanîn ku ji bo vê jî 3 hezar lîre dane. Dere, ku bertek nîşanî zemên li berhemên xurek û sotemeniyê hatin kirin dan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê dema em diçûn sûkê me bi 500 lîreyan gelek tişt dikirîn, niha jî em 2 hezaran dibin lê bêyî ku tiştekê bikirin vedigerin malê. Heke baxçeyên me çandî nebûna, xwarina me ya zebze û fêkî jî zehmet dibû. Heke jiyana me ya gund nebûya, me nedikarî debara xwe bikin.”
JI BER OPERASYONAN NIKARIN DEBARA XWE BIKIN
Dere, da zanîn ku her tim operasyonên leşkerî li gund û zozanan tên kirin û anî ziman ku bi vê yekê re derketina wan a zozanan hate qedexekirin. Dere, diyar kir ku her cara ku operasyona leşkerî tê lidarxistin derketina wan a zozanan 3-4 rojan tê qedexekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber operasyona leşkerî ya hatiye destpêkirin û qedexeya pê re hatiye danîn, em nikarin werin pezê xwe bidoşin. Ji ber em nikarin pez bidoşin her roja ku qedexe ye zirara me ye. Ji ber em pez nadoşin nexweşî jî li wan derdikeve. Em dixwazin operasyonên leşkerî bên rawestandin. Ji ber ku yekane çavkaniya debara me sewalkarî ye.”
ŞIVANAN HER TIM ACIZ DIKIN
Behiye Dere ya bi lêv kir ku ji zarokatiya xwe ve li gundê Tiloran dijî jî diyar kir ku bi salana bêrîvantiyê dike û bi şîrê didoşe debara xwe dike. Dere, anî ziman ku mehên biharê derdikevin zozanan û pincarê kom dikin û piştî karê komkirina pincaran xelas dibe dest bi karê sewalkariyê dikin. Dere ya qala operasyonên leşkerî ya her tim li dijî gundê wan tên kirin kir, da zanîn ku leşker di dema operasyonan de her tim şivanan aciz dikin. Dere, anî ziman ku leşker ne tenê şivanan, bêrîvanan jî aciz dikin û wiha got: “Piştî her operasyonê destûrê nadin ku em bên zozanan û her tim rêyên me digirin. Tevî ku li gund û zozanên me tu tişt nîne jî bi awayekî keyfî tên gundê me pirsgirêkan derdixînin û diçin.”
‘DIVÊ ŞER WERE SEKINANDIN’
Dere, anî ziman ku di operasyonan de îşkence li gel tê kirin û ev tişt gotin: “Îşkenceyê li şivanan dikin. Leşker ji şivanan re pirsên weke ‘kî tê gel we û diçe’ dikin. Hema bêje her meh tên piştî bi rojan dimînin diçin. Li şivanên ku li gundê me yê jêr dimînin xistibûn û bi darê zorê biribûn herêma operasyonê. Bêrîvanan nekarîbûn biçin pezê xwe bidoşin. Heman tiştî li me hemûyan dikin. Yekane daxwaza me ew e ku çareyek ji van pirsgirêkan re were dîtin û şer û xwîna tê rêtin bê sekinandin.”
MA / Mazlûm Engîndenîz