Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin

  • rojane
  • 09:01 13 Nîsan 2023
  • |
img
WAN - Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mehmet Karataş anî ziman ku diviyabû înfaza ceza ya der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bihata bidawîkirin û got, lê bi tecrîdê domandina înfazê dijî hiqûqê ye. 
 
Ji 25'ê adara 2021'ê ve tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de tê ragirtin, nayên girtin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Karataş, anî ziman ku heya niha gelek kesan, gelek sazî yan jî rêxistinên civaka sivîl fikirên xwe yên ji bo tecrîdê diyar kirine, lê belê dewlet di tecrîdê de israr dike û got ku ev yek nayê qebûlkirin. 
 
Mehmet Karataş
 
POLÎTÎKAYA DEWLETÊ
 
Karataş diyar kir ku girtîgehên Tirkiyeyê ji derbeya 1980'yî heya niha bi gelek binpêkirinên mafan tên bibîranîn û wiha got: "Girtîgeh bi polîtîkayeke dewletê veguherîn cihwarên li dijî rûmeta mirovahiyê." 
 
'HEMÛ BINPÊKIRIN LI SER OCALAN HATIN PÊKANÎN'
 
Karataş diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hemû bi awayekî taybet li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên pêkanîn û ev tişt anî ziman: "Ev yek, li dijî hemû hukumên neteweyî û navneteweyî ne. Di destpêka qanûna înfaza ceza de wiha tê gotin, 'divê înfaz aceza ne li dijî rûmet û heysiyeta mirovahiyê be.' Lê belê çendî qanûn ev be jî, hevdîtina malbatê û parêzeran bi awayekî kêfî tê astengkirin, weşan, kovar, pirtûk û hwd. tên astengkirin û astengkirina hevdîtina bi girtiyên din re, xwenegihandina mafê tenduristiyê, binpêkirina mafê hewadarî û çalakiyên civakî bi tena serê xwe binpêkirina mafan e û li dijî rûmet û heysiyeta mirovahiyê ne." 
 
'TU ALIYEKE WÊ YA HIQÛQÎ TUNE YE'
 
Karataş diyar kir ku tecrîdê sûcê li hemberî mirovahiyê ye û wiha domand: "Ne di hiqûq mirovahiyê de ne jî di hiqûqa cezayê de tu aliyekê van pêkanînan tune ye. Hem di qanûna înfaz aceza hem jî di rêziknameyên girêdayî vê qanûnê de, mafê hevdîtina bi parêzer re ya girtî heye. Lê belê li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din 2 sal in bênavber tecrîdek heye. Piştî ev tecrîd bi awayekî sîstematîk veguherî binpêkirina mafan, bi mantiqa 'em ê çawa ser van binpêkirinan bigirin' tevgeriyan û dest bi pêkanîna qedexeya hevdîtina bi parêzeran re kirin. Di cîhana hiqûqî de tu aliyekê van biryaran tune ye. Her wiha ev biryar ne bi raya giştî re ne jî bi parêzeran û malbat-wasî re tên parvekirin. Bi vî awayî mafê îtirazê tê binpêkirin û di heman demê de jî mafê xwegihandina dadgehê. Ev delîla herî bebriçav e ku tecrîd bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn."
 
Karataş destnîşan kir ku diviyabû înfaza ceza ya der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bihata bidawîkirin û got, lê bi tecrîdê domandina înfazê dijî hiqûqê ye.

Sernavên din

16/04/2023
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin
16:50 Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne
16:49 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî
16:42 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe
16:16 Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin
15:21 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e banga berdanê hat kirin
15:20 Li her kolanekê buroyek: Em ê hesaba Sûrê bipirsin
15:07 Ji bo Susîn ê 30 sal in girtî ye daxwaza berdanê hat kirin
14:53 Tûra hilbijartinê ya Botanê li Hezexê bû: Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan ye
14:29 Li Almanyaye deh hezaran kes bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' meşiyan
14:20 Li Amed û Êlihê faîl û aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hat binçavkirin
13:35 ‘Divê hikûmet li herêma erdhejê bi sendîkayan re bi hevparî bixebite’
13:26 Li Bazîdê buro hate vekirin: Em li pişt deklarasyona çareseriyê ya Abdullah Ocalan in
12:59 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 12 kes kirin binçavan
12:29 HDP: Îktidarê siberoja xwe bi dozên kompasê ve girê daye
12:06 Jinên dêrsimî ji 14’ê Gulanê re amade ne: Em ê biguherînin
11:19 Tûra Partiya Çepên Kesk a Serhedê: Em ê serbikevin
11:06 Derbarê rojnamevan Kanbal de lepirsîn hate destpêkirin
10:59 Parêzerê Abdullah Ocalan, Şakar: Helwesta CPT’iyê tecrîdê girantir dike
10:22 Ferît Şenyaşar: Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re
10:07 Ciwanên ku dê hevsengiya hilbijartinê xera bikin: Em li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
09:52 Wezaretê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
09:22 Îdianameya rojnamevan Çelîk: Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê!
09:04 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Arik: Em ji bo guherandinê tên
09:03 Yucekaya: Armanca me li Meletiyê 3 parlamenter in
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê erdhej çêbû
08:37 Li Nisêbînê bi hezaran kesan re buroya hilbijartinê hate vekirin
14/04/2023
23:19 Li Qoserê coşa Partiya Çepên Kesk: Emê bi hev re vê pergalê biguherînin
23:02 Li Amedê wêneyê Erdogan bi mizgeftê hat daliqandin!
21:59 Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin
21:53 Mutalaaya Doza Kobanê hat eşkerekirin: Cezayê muebeda giran
21:40 Piştevaniya Morê şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
21:30 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
21:16 Amediyan Erdogan protesto kir
21:09 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:02 Li Êlihê bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ve meşiyan
20:44 Li Çewligê coşa hilbijartinê: Em bikin 3-0
20:22 Sancar: Em ê ji Denîzliyê parlementerekî bişînin meclisê
19:53 Li Erxenî û Gêlê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
19:32 Ji Marmarayê bang kirin: Em ê bi wan bidin windakirin, mifteya demokrasiyê em in
18:59 Karwana Partiya Çepên Kesk veguherî şahiyê
17:41 Partiya Çepên Kesk li Agiriyê serdana saziyên sivîl kir
16:51 Aras û Hûn xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin
16:40 Rojnamevan Dîlan Akyol hate berdan
16:28 Li Amed, Dêrsim û Hatayê xebatên hilbijartinê: 15’ê Gulanê wê kurd hilatina rojê pêşwazî bikin
16:26 Cerdevan û çawişê pispor ên tev li şer bûn hatin binçavkirin
16:19 Li Midyadê bertek nîşanî AKP’iyan hate dayîn
16:03 KNK'ê û YNK'ê qurbaniyên qirkirina Enfalê bibîr anîn
15:54 Baskê hilbiartinê yê Serhedê li Wanê ye: Dê AKP biçe, em ê bên!
15:53 Sazî û dezgehên dewletê wek her carê ji bo hatina Erdogan a Amedê seferber bûn
15:22 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Marmarayê dest pê kir
15:01 Li Erzirom û Wanê berdana 8 girtiyan hate astengkirin
14:45 Doza Kobanê: Dê têkoşîna me ya li dijî bêhiqûqiyan bidome
14:20 Derheqê girtiyên li dijî lêgerînê derketîn lêpirsîn hate destpêkirin
13:53 Sancar: Em tên ku pirsgirêka kurd çareser bikin û aştiyê bînin
13:42 Namzetên jin li Îzmîrê çûn serdana karkeran
13:39 Serokwekîla Koma HDP’ê Beştaş hat emeliyatkirin
13:33 Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê serdana esnafan kir
13:32 Kesê ku gef li Nahît Eren xwaribû derket holê ku midûrê şirketekî ye
13:27 Cerdevan di navbera xwe de şer çûn: Kesek mir
13:09 Cenazeyên 2 welatiyên li Şêladizê winda bûbûn hatin dîtin
12:58 Li Qamişloyê bombe li wesayitekê hat barandin
12:08 Jinên îranî ji bo Partiya Çepên Kesk fîlmê anîmasyonê çêkir
12:05 Iraqê ji bo avakirina Şengalê 50 milyar dînar veqetandiye
12:00 Doza Kobanê: Dozger mutalaayê bo eywana vala dixwîne
11:51 Dê vegera Sûriyeyê ya li Yekitiya Ereban bê nîqaşkirin
11:40 Tûra Serhedê ya Partiya Çepên Kesk: Em ê serbikevin
11:30 Şahidê nepen ê li dijî HDP’ê îfade dabûn di dosyaya rojnamegeran de ye
11:24 Bayindir a hatiye îxrackirin dê têkoşîna xwe veguhezîne Meclisê
11:21 Li qûntara Çiyayê Cûdî 205 pez mirin
11:15 Rojnamevan Dîlan Akyol hate binçavkirin
11:10 Biryarên îstîmlaqkirina lezgîn ên ji bo Hatayê di Rojnameya Fermî de ne
10:44 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:43 Hevserokê OHD’ê Îsteklî: Baroya Stenbolê di mijara tecrîdê de mîna hikûmetê difikire
10:38 Rojnamevan: Ber bi hilbijartinê ve dibe zext zêdetir bibin, divê çapemenî bi rola xwe rabin
10:37 ‘Jinên Partiya Çepên Kesk ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên”
10:09 Li gorî dadgehê redkirina daxwaza sewqkirinê ya girtî ‘hiqûqî’ ye
09:55 Namzetê Partiya Çepên Kesk Turkmen: Wê li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe
09:02 Li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezayê 8 roj in di nobedê de ne
09:02 Du meh derbas bûn, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû ne
09:00 Rojnameya kurdî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:57 Bîlançoya şer a salekê hate aşkerekirin
08:10 Coşa hilbijartinê belavî bajarokan bû
08:03 Zaroka ku hate îdiakirin ji terasê ketiye jiyana xwe ji dest da