Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê

  • rojane
  • 22:06 12 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şirnex û Amedê bi tevlîbûna bi sedan kesî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk hatin vekirin. 
 
Partiya Çepên Kesk, li Taxa bahçelîevlerê ya Şirnexê buroya hilbijartinê vekir. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasan Ozguneş, namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal, Mehmet Zekî Îrmez, Ayşegul Dogan û Bedirhan Osal, rêxistinên Partiya Çepên Kesk, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek welatî tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn. 
 
Beriya bernameyê namzetan bi gel re govend girt. Bername bi xwendina merşa Çerxa Şoreşê dest pê kir. 
 
Piştre Hasan Ozguneş axivî. Ozguneş got: "Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin. Ev 4 hevalên me dê nûnertiya Botanê bikin. Ji îro pê de ev hevalên me dê vê alayê bilindtir bikin. Ji bo ku pirgirîka kurd bi awayekî demokratîk bê çareser kirin, em ê biçin ser sindoqan, ji bo ku tundiya li ser jinan bê sekinandin em ê biçin ser sindoqan, ji bo edeletê û hiqûqê em ê biçin ser sindoqan. Em ê vê îktîdara faşîzan a yekzilamî têk bibin. Serkeftin ya gelê me ye, ya jinan e. Em ê di 14’ê Gulanê de vê guhertinê bînin.”
 
‘HELBET SERKEFTIN A ME YE ‘
 
Piştre namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Zekî Îrmez axivî.  Îrmez îşaret bi girîngiya hilbijartinê kir û wiha axivî:” Ev desthilatdariya faşîzan bi taybetî ji ciwanên me ditirse. Ji ber ku di 14’ê Gulanê de kesên ku dê vê pergalê biguherînin ciwanên me ne. Divê her ciwanek me di wê rojê de xwedî li sindoqên xwe derkeve. Em ê vê desthilatdariyê têk bibin. Em ê rojên azad mîsoger bikin. Ji ber wê erka herkesiye ku xwedí li sibdoqan derbikeve. Helbet serkeftin a me ye.”
 
‘EM JI GELÊ XWE BAWERIN’ 
 
Piştre namzet Berdirhan Osal jî got ku ew ji gelê Botanê bi bawer in û got: "Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin. Ji vê zilm û zordariyê xelas bûn ne dûr e. Em bawer dikin ku dê gelek tişt di vê hilbijartinê de biguherin. Em ê di 14’ê Gulanê de wekî cejnê pîroz bikin. Em ji gelê xwe û bîrdoziya xwe bi bawer in.”
 
‘MÎMARÊ ÇARESERIYÊ OCALANE ’
 
Namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal jî bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt gotin: "Em ji bo ku layiqî we bibin em ê bixebitin. Ev hilbijartineke hebûn û tunebûnê ye. Tu salan bi qasî van salan kuştin, zordestî û binçavkirin çênebûne. Em di rêya sêyemîn de israr dikin û em dibêjin çareserî em in. Bi salane  kesê ku li dijî polîtîkayên qirkirinê li ber xwe dide birêz Ocalan e. Mîmarê çareseriyê birêz Ocalan e. Divê gelê Şirnexê xwedî li sindoqan derkeve û her çar namzetan jî bişîne parlementoyê. Divê em careke din nîşan bidin ku xwediyê Şirnexê kî ne. “ 
 
Piştre buroya hilbijartinê bi tilîliyan hat vekirin. Bername bi govendgerandin û berzkirina dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana HDP” bi dawî bû.
 
AMED

Partiya Pêşerojê ya Çepên Kesk (Partiya Çepên Kesk ) a Amedê, li taxa Ben û Senê bi tevlibûna bi sedan kesî buroya hilbinartinê vekir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê parlemeteriyê  yê Partiya Çepên Kesk Berdan Ozturk, namzetên Partiya Çepên Kesk yên Amedê Sorgul Aytek Avşar, Halîde Turkoglû, Adalet Kaya, Serhat Eren, Mehmet Kamaç û Mehmet Emîn Aktar, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevberdevkên Partiya Çepên Kesk yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, hevserokê HDP û DBP yên Amedê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û endamên MED-DER’ê û gelek kes tevlî vekirina büroya hilbijartinê bûn.

Girse beriya vekirinê li ber def û zirneyê govend gerand. Di vekirina buroyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.

Beriya vekirinê Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakık Tekîn axivî û got: "Em ê di 14'ê Gulanê de vê desthilata faşîst bi hev re bişînin. Em hevalên xwe yên ku bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de tên girtin, silav dikin.”

Piştre namzetê parlemeteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Emîn Aktar axivî û ev tişt anîn ziman: “Bi salan e hewl didin ku me bê îrade bihêlin. 7 sal e bi tayinkirina qeyûman  dixwazin me bê vîn bihêlin, lê di 14’ê Gulanê de dîsa bi gotina ‘em hene’, em ê dersa hewce bidin wan. Em ê daxwazên gelê xwe bi awayêkî herî baş bînin ziman.”

 
 

Sernavên din

16/04/2023
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin
16:50 Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne
16:49 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî
16:42 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe
16:16 Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin
15:21 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e banga berdanê hat kirin
15:20 Li her kolanekê buroyek: Em ê hesaba Sûrê bipirsin
15:07 Ji bo Susîn ê 30 sal in girtî ye daxwaza berdanê hat kirin
14:53 Tûra hilbijartinê ya Botanê li Hezexê bû: Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan ye
14:29 Li Almanyaye deh hezaran kes bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' meşiyan
14:20 Li Amed û Êlihê faîl û aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hat binçavkirin
13:35 ‘Divê hikûmet li herêma erdhejê bi sendîkayan re bi hevparî bixebite’
13:26 Li Bazîdê buro hate vekirin: Em li pişt deklarasyona çareseriyê ya Abdullah Ocalan in
12:59 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 12 kes kirin binçavan
12:29 HDP: Îktidarê siberoja xwe bi dozên kompasê ve girê daye
12:06 Jinên dêrsimî ji 14’ê Gulanê re amade ne: Em ê biguherînin
11:19 Tûra Partiya Çepên Kesk a Serhedê: Em ê serbikevin
11:06 Derbarê rojnamevan Kanbal de lepirsîn hate destpêkirin
10:59 Parêzerê Abdullah Ocalan, Şakar: Helwesta CPT’iyê tecrîdê girantir dike
10:22 Ferît Şenyaşar: Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re
10:07 Ciwanên ku dê hevsengiya hilbijartinê xera bikin: Em li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
09:52 Wezaretê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
09:22 Îdianameya rojnamevan Çelîk: Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê!
09:04 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Arik: Em ji bo guherandinê tên
09:03 Yucekaya: Armanca me li Meletiyê 3 parlamenter in
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê erdhej çêbû
08:37 Li Nisêbînê bi hezaran kesan re buroya hilbijartinê hate vekirin
14/04/2023
23:19 Li Qoserê coşa Partiya Çepên Kesk: Emê bi hev re vê pergalê biguherînin
23:02 Li Amedê wêneyê Erdogan bi mizgeftê hat daliqandin!
21:59 Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin
21:53 Mutalaaya Doza Kobanê hat eşkerekirin: Cezayê muebeda giran
21:40 Piştevaniya Morê şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
21:30 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
21:16 Amediyan Erdogan protesto kir
21:09 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:02 Li Êlihê bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ve meşiyan
20:44 Li Çewligê coşa hilbijartinê: Em bikin 3-0
20:22 Sancar: Em ê ji Denîzliyê parlementerekî bişînin meclisê
19:53 Li Erxenî û Gêlê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
19:32 Ji Marmarayê bang kirin: Em ê bi wan bidin windakirin, mifteya demokrasiyê em in
18:59 Karwana Partiya Çepên Kesk veguherî şahiyê
17:41 Partiya Çepên Kesk li Agiriyê serdana saziyên sivîl kir
16:51 Aras û Hûn xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin
16:40 Rojnamevan Dîlan Akyol hate berdan
16:28 Li Amed, Dêrsim û Hatayê xebatên hilbijartinê: 15’ê Gulanê wê kurd hilatina rojê pêşwazî bikin
16:26 Cerdevan û çawişê pispor ên tev li şer bûn hatin binçavkirin
16:19 Li Midyadê bertek nîşanî AKP’iyan hate dayîn
16:03 KNK'ê û YNK'ê qurbaniyên qirkirina Enfalê bibîr anîn
15:54 Baskê hilbiartinê yê Serhedê li Wanê ye: Dê AKP biçe, em ê bên!
15:53 Sazî û dezgehên dewletê wek her carê ji bo hatina Erdogan a Amedê seferber bûn
15:22 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Marmarayê dest pê kir
15:01 Li Erzirom û Wanê berdana 8 girtiyan hate astengkirin
14:45 Doza Kobanê: Dê têkoşîna me ya li dijî bêhiqûqiyan bidome
14:20 Derheqê girtiyên li dijî lêgerînê derketîn lêpirsîn hate destpêkirin
13:53 Sancar: Em tên ku pirsgirêka kurd çareser bikin û aştiyê bînin
13:42 Namzetên jin li Îzmîrê çûn serdana karkeran
13:39 Serokwekîla Koma HDP’ê Beştaş hat emeliyatkirin
13:33 Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê serdana esnafan kir
13:32 Kesê ku gef li Nahît Eren xwaribû derket holê ku midûrê şirketekî ye
13:27 Cerdevan di navbera xwe de şer çûn: Kesek mir
13:09 Cenazeyên 2 welatiyên li Şêladizê winda bûbûn hatin dîtin
12:58 Li Qamişloyê bombe li wesayitekê hat barandin
12:08 Jinên îranî ji bo Partiya Çepên Kesk fîlmê anîmasyonê çêkir
12:05 Iraqê ji bo avakirina Şengalê 50 milyar dînar veqetandiye
12:00 Doza Kobanê: Dozger mutalaayê bo eywana vala dixwîne
11:51 Dê vegera Sûriyeyê ya li Yekitiya Ereban bê nîqaşkirin
11:40 Tûra Serhedê ya Partiya Çepên Kesk: Em ê serbikevin
11:30 Şahidê nepen ê li dijî HDP’ê îfade dabûn di dosyaya rojnamegeran de ye
11:24 Bayindir a hatiye îxrackirin dê têkoşîna xwe veguhezîne Meclisê
11:21 Li qûntara Çiyayê Cûdî 205 pez mirin
11:15 Rojnamevan Dîlan Akyol hate binçavkirin
11:10 Biryarên îstîmlaqkirina lezgîn ên ji bo Hatayê di Rojnameya Fermî de ne
10:44 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:43 Hevserokê OHD’ê Îsteklî: Baroya Stenbolê di mijara tecrîdê de mîna hikûmetê difikire
10:38 Rojnamevan: Ber bi hilbijartinê ve dibe zext zêdetir bibin, divê çapemenî bi rola xwe rabin
10:37 ‘Jinên Partiya Çepên Kesk ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên”
10:09 Li gorî dadgehê redkirina daxwaza sewqkirinê ya girtî ‘hiqûqî’ ye
09:55 Namzetê Partiya Çepên Kesk Turkmen: Wê li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe
09:02 Li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezayê 8 roj in di nobedê de ne
09:02 Du meh derbas bûn, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû ne
09:00 Rojnameya kurdî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:57 Bîlançoya şer a salekê hate aşkerekirin
08:10 Coşa hilbijartinê belavî bajarokan bû
08:03 Zaroka ku hate îdiakirin ji terasê ketiye jiyana xwe ji dest da