Li Stenbolê agirê Newrozê hate vêxistin: Em dengê vîna di bin tecrîdê de ne

img
STENBOL - Newroza Stenbolê ku gel diherikinê, bi vêxistina agir a endamên Meclisa Dayikên Aştiyê dest pê kir. Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Em dengê vîna li girtîgeha giravê di bin tecride de tê ragirtin in.”
 
Li Stenbolê li Qada Yenîkapiyê ya navnîşana Newroza 2023’yan e, bi dirûşmeya “Her dem Newroz, her der azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” pîrozbahî dest pê kir. Li qada Newroza ku diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin, hêrsa ciwan û jinan di dirûşmeyên tên qîrkiri nde nîşan dide. Li Yenîkapiya gel diherikinê, daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê qîrkirin. 
 
Ciwanên ku di saetên serê sibê de diherikin qadê bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Abdullah Ocalan agirê Newrozê pêxistin. 
 
Newroza Stenbolê ku pêşkeşvaniya wê Berdevka Meclisa Jinan a HDP’a Stenbolê Gulşen Karasû û Endamê Komîsyona Çandê yê Rêxistina HDP’a Stenbolê Mazlûm Jînda dikin, bi xwendina helbesta Adnan Yucel a bi navê “Zarokên Agir û Rojê” dest pê kir. 
 
JI GELAN RE BANGA YEKITIYÊ 
 
Di bernameya Newrozê ya bi rêzgirtinê dest pê kir de, sînevîzyona ku Partiya Çep a Kesk li ser tiştên di erdheja navenda wê Mereş de qewimîn amade kir hate pêşkeşkirin. Pişt re Serokê Komîteya Amadekar ê Newrozê Volkan Bûlût gel silav kir û gotinên Cegerxwîn ên “Kurdno bibin yek, heke hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek” bi bîr xist û banga têkoşînê kir. 
 
DAYIKAN AGIRÊ NEWROZÊ VÊXIST
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, agirê Newrozê Stenbolê vêxist. 
 
BÎROL: EM Ê SERDEMEKÊ BIQEDÎNIN
 
Piştî agirê Newrozê hate pêxistin Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol axivî û wiha got: “Newroz roja Kawayan e, berxwedan e. Newroz li Girtîgeha Amedê azadî, li kolanên Cizîrê serhildan e. Îro jî em Newrozên gav bi gav ber bi azadiyê ve pîroz dikin. Ji we hemûyan re pîroz be. Demekê strana ‘Kîne em’ hebû. Bersiva em karker in, jin in, ciwan in, kurd in, em gel in hate dayîn. Em ê niha jî bi ser wan de biçin. Em ê serdemekê biqedînin yeke din vekin.”
 
‘EM DENGÊ VÎNA DI BIN TECRÎDÊ DE NE’
 
Bîrol a got ku “Em dengê vîna li girtîgeha giravê di bin tecride de tê ragirtin in” bal kişand ser tecrîda girankirî ya Abdullah Ocalan û wiha got: “Em kedkar in, li vir in li ser piyan in. Em tên ku pergala we hilweşînin. Îro di dilê me de şîn, keser û xemgînî heye. Ji ber ku bi deh hezaran welatiyên xwe me ji ber vê pergala ku dê hilweşe winda kirin. Heta ku em hesaba welatiyan bipirsin em ê gav bi gav werin û vê pergala we biqedînin. Em bi şîn, keser û hêrsa xwe ve tên. Tu amade yî Stenbol? Tu amade yî vê pergalê biguherî Stenbol?”
 
ENCU: EM Ê HESABÊ BIPIRSIN
 
Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu yê bi cil û bergên herêmî derket ser dikê, bi kurdî axivî û wiha got: “Zarokên Kawa Newroza we pîroz be. Ez we ji ber vê sekna we pîroz dikim. Gelê Stenbolê di pêşiya me de hilbijartin hene. Fikirîn ku wê bi girtina HDP’ê ketina wê ya hilbijartinan asteng bikin. Em weke milyonan em ê li qadan hesabê jê bipirsin. Em ê hesaba girtinê jê bipirsin. Bi girtinê, talanê, nikarin vê têkoşînê rawestînin. Ev qad wê hesabê bipirse. Gelê Stenbolê amade ye. Weke gelê kurd, gelên din em ê desthilata AKP’ê û MHP’ê bişînin. Sekna we ji her tiştî re bersiv e. Newroz pîroz be.”
 
 
 

Sernavên din

23/03/2023
16:57 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çîçek hat girtin
16:08 Danişîna doza parêzerên Abdullah Ocalan hate taloqkirin
16:03 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:52 Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em ê hesab ji wan bipirsin
15:44 Sancar: Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek
14:21 HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê eşkere kir
14:10 Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin
14:00 Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:00 ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete
13:38 Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû
13:31 Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet
13:06 Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê
13:02 Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin
09:02 Li Îzmîrê avahiyên 45 nexweşxaneyan bi xetereyê re rû bi rû ne
09:01 'Em nikarin ji bo meha Remezanê jî tiştekî bikirin'
09:00 Kursiya biteker nedane girtiyê ku destekî wî û lingekî wî tune ne
09:00 Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê