Alîkariya xizîneyê ya HDP’ê di 5 rojan de çawa hate xespkirin?

  • rojane
  • 13:49 26 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - AYM’ê piştî pêvajoya 5 rojan a berhevkirina delîlan a derqanûnî, ji bo alîkariya xizîneyê ya HDP’ê biryara bloqekirinê da. Her wiha daxwaza HDP’ê ya “Bila doza girtinê taloqî piştî hilbijartinê bê kirin” jî ji hêla AYM’ê ve hate redkirin. 
 
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn di çarçoveya doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû ku hesabên alîkariya xizîneyê yên HDP’ê bên bloqekirin. AYM’ê jî di çarçoveya serlêdanê di 5’ê çileyê de biryara bloqekirina hesabên alîkariya xizîneyê yên HDP’ê dabû. Pêvajoya biryara AYM’ê her wiha rewşa daraza Tirkiyeyê jî raxist ber çavan. 
 
DAXWAZA EWIL A SERDOZGER HATE REDKIRIN
 
Gelo pêvajoya ber bi biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê ya HDP’ê ve çawa pêş ket? Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind piştî ku îdianameya ewil a doza girtina HDP’ê hate amadekirin, daxwaz kir ku hesabên alîkariyê yên partiyê bên bloqekirin. Lê belê AYM’ê di 21’ê hezîrana 2021’an de ev daxwaz red kir. 
 
DELÎL NÎNIN LÊ DAXWAZ HEYE
 
Lê belê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind di 13’ê kanûna 2022’yan de bêyî ku di dosyayê de delîleke şênber hebe, bi hincetên “Têkiliya rêxistinî ya di navbera partiyê û rêxistinê de didome” û “alîkariya partiyê ji bo armancên rêxistinê tên bikaranîn” xwest ku di çarçoveya tevdîran de hesabên alîkariya xizîneyê yên HDP’ê bên bloqekirin. 
 
TRAFÎKA EWRAQAN DEST PÊ KIR
 
AYM’ê ji bo ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind delîl û sedemên şênber pêşkeş bike, di 29’ê kanûnê de ji bo 5 rojan dem da. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ku ji destpêka pêvajoya lêpirsîn û teqîbatê heta niha nekarî tu delîlan peyda bike, bi awayekî lez û bez kete nava afirandina delîlan. Derket holê ku piştî biryara AYM’ê, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi Serokatiya Daîreya TEM’ê û saziyên dewletê re ketiye nava trafîkeke mezin a ewraqan. 
 
ŞAHIDÊ NEPEN Ê JINIŞKA VE DERKETΠ
 
5 roj piştî biryara demê ya AYM’ê, Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind di 3’yê çileya 2023’yan de daxwaznameyeke ku dosyaya lêpirsînê ya bi hejmar 2022/3879 a ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dihat birêvebirin û îfadeyên şahidekê nepen di nav de bûn ji AYM’ê re şand. Di pêveka daxwaznameyê de şahidê nepen ê bi nasnavê “CV23TY45UO78” di îfadeyên xwe de îdia dike ku HDP alîkariya xizîneyê ya ji bûdçeyê werdigire raste rast ji rêxistinê re dişîne. 
 
Hat tespîtkirin ku şahidê nepen ê ku di dosyaya lêpirsînê ya behsa xeberê de beriya niha şahidî nekiribû, di 13’ê kanûna 2022’yan de îfade daye û bi vê gotinê dest bi îfadeya xwe dike: “HDP, di serî de partî, alîkariya xizîneyê ya budçeyê li endamên rêxistina terorê belav dike...” 
 
DI ROJEKÊ DE 100 RÛPEL HATINE LÊKOLÎNKIRIN!
 
Di heman demê de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di 2’yê çileya 2023’yan de ji Midûriyeta Giştî ya Emniyetê girteka lêkolînê daxwaz dike û Midûriyeta Giştî ya Emniyetê jî di heman rojê de girteka lêkolînê ya ji 100 rûpelan pêk tê ji Serdozgeriyê re şand. 
 
DOZGER AHMET ALTÛN LI SER KAR E
 
Li gel vê, îdianemeyeke ji dozeke cuda ku ji hêla dozger Ahmet Altûn (Dozgerê ku îdianemeya Doza Kobanê amade kir) ve hatiye amadekirin ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind re hatiye şandin. Serdozgeriyê jî ev îdianeme pêşkeşî AYM’ê kir. Li gel ku delîlên bi awayekî derhiqûqî û derusûlî ji hêla saziyên dewletê ve hatine afirandin jî, AYM’ê biryar da ku hesabên alîkariya xizîneyê yên HDP’ê bên bloqekirin. Delîlên ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind di dema doza girtinê hatiye vekirin de pêşkeş nekiribûn û kiriyarên di îdianameyê de cih negirtîn, pêşkeşî dadgehê hatin kirin. Hiqûqnasên HDP’î jî ji bo îfadeyên şahidê nepen ku Serdozger pêşkeş kirine weke “Îfade û delîlên sexte yên hatine afirandin” pênase kirin. 
 
HDP dibêje ku ev delîlên sexte, piştî daxuyaniyên AKP-MHP’ê yên ji bo girtina HDP’ê hatine afirandin da ku zextê li AYM’ê bikin. 
 
AYM’Ê DAXWAZ RED KIR: PARASTIN TALOQÎ 14’Ê ADARÊ HATE KIRIN 
 
Piştî ku pêvajoya 5 rojan a bloqekirina derhiqûqî li raya giştî belav bû, AYM ji bo daxwaza HDP’ê ya “Bila doza girtinê piştî hilbijartinê bê dîtin” îro civiya. AYM’ê bi piraniya dengan ev daxwaza HDP’ê red kir. Her wiha ji bo ku HDP li dijî biryara bloqekirina hesabên xizîneyê parastina xwe bike jî 15 rojên din dem da HDP’ê. Di heman demê de biryar da ku HDP di 14’ê adarê roja sêşemê de parastina xwe ya esasî bike. 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

31/01/2023
11:19 Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir
11:16 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
11:05 Li Kantona Şehbayê ku ambargo lê didome pirsgirêka derman û germkirinê heye
11:04 Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam
10:54 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundî li jinekê hate kirin
10:42 Ji bo girtiyan ‘terîfeya xanî’ di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:17 2 sal cezayê hefsê li rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re axivî birîn
09:34 Dayika Aktaş ê li Îmraliyê: Kurê min mirî ye sax e em nizanin
09:03 Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin
09:01 ‘Bi protokoleke veşarî tê birêvebirin, li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:50 Koma Ma’yê li Amedê konsereke bicoş lidarxist
30/01/2023
21:12 Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kes mirin
20:33 Agir bi kampa Kebertoyê ket
17:01 Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim
16:12 Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
15:38 ‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
15:38 Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe
14:31 Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
14:24 Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt
13:50 Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne
13:45 Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
13:30 Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin
13:16 Blinken: Operasyona leşkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê wê nebe berjewendiyên tu kesî
13:04 Dadgehê hêceta cezakirinê spart xala 283’yemîn a TCK’ê
12:59 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Dê hesaba vê zilmê were pirsîn
12:54 Ji DYA’yê bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin
12:16 Nobeta Edaletê ya ji bo Îmraliyê: Bayê aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:39 ‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’
10:12 Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye
09:46 Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze
09:26 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn
09:04 Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be
09:02 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê
17:08 HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya
16:56 Ok ê 74 salî hate girtin
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn
15:45 Bi awayekî girseyî serdana şîna Avci kirin
15:41 ‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe’
15:41 ÎHD’ê aqûbeta Taniş û Denîz ên HADEP’î pirsî
15:17 Birîndarek qezaya TIR’ê ya Dêrikê wefat kir
15:17 Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in
Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve
15:00 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şayik û Tayboga pirsîn
14:53 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:12 Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn
13:28 Bîrol a HDP'î: Li dijî ferzkirina sîxurtiyê em ê serî netewînin
13:18 Şanoger piştgiriyê didin kampanya ‘Gelê me xezîneya me ye’
13:15 Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan
11:35 Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
11:28 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
10:21 Fermandarê QSD'ê Çekjîn: Di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
10:17 ‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’
10:16 Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
09:18 Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye
09:12 Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake
09:11 Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike
09:09 Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
09:02 Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye
09:02 Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2023
21:12 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin
20:04 Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!