‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’

img

AMED - Malbata endama YJA-STAR’ê Havva Alkan ku li şerê Zapê jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku zilma li ser civakê û malbatê bandor li ser keça wan kir û ji ber zilma li malbatê hatibû kirin û li civakê tê kirin berê xwe da çiyê. 

Endama Yekîniyên Jinên Azad (YJA-Star) Havva Alkan (Medya Ozgur), di 27’ê adara sala 2015’an de li Amedê tev li PKK’ê dibe û piştî êrişên li ser Şengalê ew jî derbasî Şengalê dibe û li dijî DAIŞ’ê şer kiriye. Paşê ji Şengalê vedigere cihê ku jê çêbû. Ji roja şerê Tirkiyeyê yê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve dest pê kiriye, Alkan jî li qada şer li ber xwe daye. 
 
Alkan di 25’ê mijdarê 2022’yan de di şerê li Girê Cûdî yê li Zapê de jiyana xwe ji dest dide. Dayika Havva Alkan, Anber Alkan û bavê wê Ragip Alkan têkildarî keça xwe axivîn. 
 
‘EM BI KEÇA XWE SERBILIND IN’ 
 
Anber Alkan anî ziman ku têkiliya keça wê bi malbat û civakê re pir baş bûye û ji aliyê derdora xwe kesek pir hatiye hezkirin. Alkan diyar kir ku apê wê Ganî Alkan di sala 1980’an de Li Zindana Amedê maye û îşkence lê hatiye kirin û dema wan qala apê wê dikir vê yekê bandorê li ser wê dikir. Dayik Alkan wiha qala tevlibûna keça xwe ya nav PKK’ê kir: “Apê wê Nuretîn Alkan (Kevnar Amed) jî di sala 1994’an de jiyana xwe ji dest da. Me jî li malê her tim qal dikir, zilm û zora li ser malbatê û gel bandor li ser wê jî kir. Bandora herî zêde jî teqîna li dijî mîtînga HDP’ê li Amedê li ser wê kir. Piştî teqînê di tebaxa 2015’an de tev li gerîla bû.” 
 
Alkan da zanîn ku dema keça wê çûye di heman demê de li mala wan şîranî hebûye û ji wan re nameyek ku têde gotiye dê tev li PKK’ê bibe li pey xwe hiştiye. Alkan bi lêv kir ku keça wê piştî 7 salan jiyana xwe ji dest daye û got: “Em ê şehîdên xwe ji bîr nekin û li ser rêça wan bimeşin. Serê me pê serbilind e.” 
 
‘TU CARÎ ZILM QEBÛL NEDIKIR’
 
Bavê Havva Alkan, Ragip Alkan jî anî ziman ku ji ber kar her tim ew li derve bûye jî lê têkiliya wî û keça wî baş bûye. Alkan destnîşan kir ku keça wî tu carî zilmê qebûl nedikir û axaftina xwe wiha domand: “Ji hevalên xwe re pir baş bû, her tim hevalên xwe difikirî digot bila tu tehdeya min negehêje hevalên min. Di nav malê û cîranan de pir dihat hezkirin. Digot ‘ez ê tola apê xwe yê zindana Amedê û apê xwe yê ku şehîd ketiye hilînim’. Helbet ne tenê ji bo malbat û apê xwe ji bo zilma li ser gelê xwe jî rabû û tev li gerîla bû.”
 
DEST JI DIKANA XWE BERDIDE Û DIÇE ÇIYÊ 
 
Alkan diyar kir ku  piştî perwerdeya kuaforiyê keça wî dikana kuaforiyê vekiriye û lê her tim bandora serpêhatiyên malbat û pirsgirêkên civakê bandor li ser wê kiriye. Bav Alkan bi lêv kir ku dema wî bihîstiye ku keça wî canê xwe ji dest daye li Mersîne li ser kar bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî ku tev li bû her ku balafir li Amedê radibûn Havva dihat bîra min. Me dizanibû wê rojekê agahiya şehadeta wê jî me re were. Lê dîsa jî me bawer nedikir. Hê jî ez bawer nakim. Ez hê jî dibêjim zûbû ku Hewa şehîd ket. Em her tim diayan dikin û dibêjin êdî bila ev zilm û şer bi dawî bibe. Gelek ciwan şehîd dikevin. Wê heqê mazlûman ji zaliman re nemîne. Em bi hêvîne ku ew roj jî wê were.”
 
 
 

Sernavên din

03/01/2023
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin
10:35 Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
16:20 Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin
15:56 Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin
15:30 Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:15 Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd
15:05 Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
14:59 Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin
14:20 Girtiyê nexweş Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin
13:55 Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe
13:38 Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû
13:24 Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin
13:05 Peyama Malbata Şenyaşar a roja dawiya salê: Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê
13:04 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê greva birçîbûnê bi dawî kirin
12:52 Li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin
11:22 Ji bo qurbaniyên Komkujiya Parîsê dê merasîm bê lidarxistin
11:03 Girtîgehê ji ber 14 dirûşman 14 meh cezayê ragihandinê li girtiyan birî
10:50 Berdana nivîskarê kurd hat taloqkirin
10:44 Bûldan û Sancar: Sala 2023 dê bibe sala bihara gelan
10:25 Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in
10:11 Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin
09:52 Di Doza Kobanê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn
09:47 Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin
09:04 Ji ber sondaja TPAO'yê gundek bê av maye
09:02 Dengê kolanên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye
09:01 ‘Em ê di 2023'yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin'
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/12/2022
22:22 Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?
22:12 Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin
22:02 Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin