Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?

STENBOL - Yûsûf Kûrtay, bavê Îsa Kûrtay ê HPG'î ku di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû got: "Gava ji min re gotin ez jî bi wan re mirim. Çima her kes tenê temaşe dike?" 

 
Di êrişên bi çekên kîmyewî de yên Tirkiyeyê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê, 11 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de ku di 27'ê Kanûna 2022'yan de hatibû dayîn, nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn belavkirin. Tevî 11 endamên HPG û YJA-Starê yên vê dawiyê, heya niha 55 endamên HPG û YJA-Starê ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Ji 11 kesên vê dawiyê jiyana xwe ji dest dan yek jê jî Îsa Kûrtay (Sefkan Adar) bû. Kûrtay, di sala 1983'yan de li gundê Nerzivan ê navçeya Qulpê ya Îdirê hatiye dinyayê û di sala 1994'an de tevî malbata xwe koçî Stenbolê kiriye. Kûrtay, piştî ku birayê wî Mûhammed Kûrtay di sala 2016'an de li Kobanê jiyana xwe ji dest dide, dibêje "Ez ê biçim cihê ku birayê min lê îehîd ketiye bibînim" û berê xwe dide Kobanê. Lê belê di vegerê de li Rihayê tê girtin û wî dişînin girtîgehê. Kûrtay, nêzî 2 sal û nîvan di girtîgehê de dimîne û gava tê berdan di 10'ê çileya 2019'an de tev li PKK'ê dibe. 
 
Yûsûf Kûrtay, bavê Îsa Kûrtay, behsa têkoşîna kurê xwe kir û têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî axivî. 
 
'ZILMÊ QEBÛL NEKIR'
 
Kûrtay diyar kir ku kurê wî tu carî neheqî qebûl nedikir û got: "Qethiyen heqareta li wî dihat kirin qebûl nedikir. Gepa devê xwe dida hevalên xwe. Lê gava tu li tela wî biçûna an wî li te dixist an jî te li wî dixist." 
 
Kûrtay anî ziman ku kurê wî tu carî kesî tahl nedikir û wiha behsa kesayeta kurê xwe kir: "Kes ji wî aciz nedibû. Heqaret li tu kesî nedikir. Mirovekî wisa bû. Lê gava yekî bela xwe tê bidana, qethiyen ji wî xelas nedibû. Kesekî pir jêhatî bû. Qethiyen ji rastiya xwe tawiz nedida. Gere bi ya xwe bikira." 
 
Kûrtay behsa dema çûna kurê xwe ya ber bi Kobanê ve jî kir û ji bo wê demê ev tişt gotin: "Di sala 2016'an de çû û nehat. Ji Rihayê polîsekî telefon kir. Got, 'Îsa di destê me de ye.' Bi qasî 2 sal an jî du sal û nîvan di girtîgehê de ma. Li girtîgehê ket greva birçîbûnê û 91 rojî di grevê de ma. Piştî wê grevê gelek caran nexweş ket. Gava hat berdan û hat malê, pir zihîf bûbû. Perîşan bûbû. Me ew bir nexweşxaneyeke taybet, derman xwarin. PIştî wê bi 3 mehan, di 10'ê Çileya 2019'an de çû. Neheqî li Îsa hat kirin. Wî zilm û heqaret qebûl nedikir. Li girtîgehê çi dîtibe û çi hatibe serê wî, çi hîn bûbe, çi pê re mabe da dû wê." 
 
‘EZ BI WAN RE MIRIM'
 
Kûrtay diyar kir ku piştî ku kurê wî tev li PKK'ê bûye tu xeber jê negirtine û ji bo xebereke nexweş nebihîse demeke dirêj li televîzyonê temaşe nekiriye. Kûrtay da zanîn ku kurê wî yê li Swêdê telefonî diya xwe kiriye û xebera daye wê û got: "Gava ez çûm malê, gotin 'Îsa şehîd ketiye.' Gava gotin 11 heval şehîd ketine, ez jî bi wan re mirim." 
 
Kûrtay bilêv kir ku dike nake mirina bi çekên kîmyewî qebûl nake û got: "Pir li zora min diçe. Çawa van tiştên qedexe li hemberî van mirovan bi kar tînin? Ka mafên mirovan, çima her kes tenê temaşe dike?" 
 
 

Sernavên din

03/01/2023
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin
10:35 Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
16:20 Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin
15:56 Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin
15:30 Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:15 Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd
15:05 Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
14:59 Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin
14:20 Girtiyê nexweş Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin
13:55 Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe
13:38 Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû
13:24 Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin
13:05 Peyama Malbata Şenyaşar a roja dawiya salê: Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê
13:04 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê greva birçîbûnê bi dawî kirin
12:52 Li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin
11:22 Ji bo qurbaniyên Komkujiya Parîsê dê merasîm bê lidarxistin
11:03 Girtîgehê ji ber 14 dirûşman 14 meh cezayê ragihandinê li girtiyan birî
10:50 Berdana nivîskarê kurd hat taloqkirin
10:44 Bûldan û Sancar: Sala 2023 dê bibe sala bihara gelan
10:25 Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in
10:11 Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin
09:52 Di Doza Kobanê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn
09:47 Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin
09:04 Ji ber sondaja TPAO'yê gundek bê av maye
09:02 Dengê kolanên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye
09:01 ‘Em ê di 2023'yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin'
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/12/2022
22:22 Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?
22:12 Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin
22:02 Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin