Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn

  • rojane
  • 15:11 24 Kanûn 2022
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê dosyeya Îsmaîl Bahçecî yê ku 28 sal in aqûbeta wî ne diyar e û binçavkirina wî tê înkarkirin parve krin û ji bo Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê ku dê di 20'ê çileya 2023'yan de bê dîtin jî bang kirin.

Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin û kiryar bên eşkerekirin tên Qada Galatasarayê, ji ber ku qad li wan hat qedexekirin çalakiya xwe ya hefteya 926'emîn de bi rêya înternetê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku di 24'ê kanûna 1994'an de li Stenbolê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.
 
Hevalê Îsmaîl Bahçecî yê dibistanê Dursun Ege Goçmen daxuyaniya vê hefteyê xwend. Dursun bi bîr xist ku 28 sal in ji bo Îsmaîl edaletê dixwazin û binçavkirina Îsmaîl ya ku nayê qebûlkirin bi bîr xist. 
 
GELEK CARAN HATIYE BINÇAVKIRIN 
 
Dursun serpêhatiya windakirina Bahçecî parve kir û wiha got: “Îsmaîl Bahçecî xwendekarê Zanîngeha Çapemenî û Weşanê ya Marmarayê û Serokê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Tirkiyeyê bû. Ji ber nasnameya xwe ya siyasî gelek caran hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin. Di sala 1993'an de polîs lê digriyan. Polîsan avêtin ser mala malbata Bahçecî ya li Avcilarê. Ji ber vê sedemê Îsmaîl ji malê derket. Birayê wî jimareya telefona kargeha hevalekî xwe da Îsmaîl ku di rewşa awarte de wî agahdar bike. Di 24'ê kanûna 1994'an de kesekî bi telefonê li Malbata Bahçecî geriya û xwe weke hevalê Îsmaîl da nasîn, agahiya ku Îsmaîl ji aliyê polîsên şaxa siyasî ve hatiye binçavkirin da. Bav Şehmus Bahçeci demildest serî li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û DGM'ê da. Lê hat îdakirin ku Îsmaîl nehatiye binçavkirin. Piştî 24'ê Kanûnê jî polîsan bi ser mala malbata Bahçecî de girtin. Polîsan avêtin ser cihê karê hevalê wî yê ku birayê wî telefona wî dabû Îsmaîl. Xwediyê kargehê bi gotina, "Nimreya telefona we li ser endamekî rêxistinê hat girtin" û ew  binçav kirin. Hin kesên ku di nav wan de M. Y. ê hat binçavkirin jî hebûn diyar kirin ku dema li midûriyeta polîsan lêpirsîna wan dihat kirin ji wan re gotine, "Em ê we jî weke Îsmaîl Bahçecî winda bikin."
 
KUŞTIN E Û AVÊTINE ÇALÊ 
 
Dursun anî ziman ku Fatma û Şehmus Bahçecî li hemû saziyên dewletê li zarokê xwe geriyane û diyar kir ku Serokwezîra wê demê Tansu Çiller û Serokkomar Suleyman Demîrel daxwaza malbatê ya hevdîtinê qebûl nekirine. Dursun da zanîn ku Wezîrê ji Mafên Mirovan Berpirs ê wê demê  Azîmet Koylûoglû ji malbatê re gotiye, 'Dibe ku Îsmaîl bi îşkenceyê hatibe kuştin û avêtibin çalakê' û wiha berdewam kir: "Wezîrê Karên Hundir Nahît Menteşe jî got, 'Dua bikin da ku kurê we  di destê polîsan de be. Ez ê lêkolînê bikim û we agahdar bikim'. Lê piştî wê qet telefonî malbatê nekir. Parlamenter Mahmut Alinak jî di axaftina xwe ya 24'ê Çileya 1995'an de ku li meclisê kir de got 'Dayika Îsmaîl Bahçecî diqîre û dibêje 'Ez zarokê xwe dixwazim'. Ez vê ji we re radigihînim. Ev kes di binçavan de hatiye windakirin, divê ev kes bê dîtin'. Hevalên Îsmaîl, Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê bi kampanyayên xwe mijar gihandin raya giştî ya neteweyî û cîhanê. Lê der barê binçavkirina Îsmaîl Bahçecî de tu agahî nehat girtin. Derbarê eqûbeta îsmaîl de heta niha tu agahî nehatine dayîn."
 
BANGA JI BO DOZA JÎTEM'Ê
 
Dursun destnîşan kir ku kesên Îsmaîl Bahçecî winda kirine ji bo sûcên xwe veşêrin û ji berpirsyariyê birevin derfet hatiye dayîn û bi bîr xist ku Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê ku malbat jî tê de cih girtiye li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam dike û ev bang kir: “Di rûniştina 20’ê ,ileya 2023’an de ji bo Îsmaîl Bahçecî û hemû kesên navê wna di dosyayê de derbas dibe û hatin qetilkriin divê li gorî hiqûq û edaletê biryar bê dayîn. Divê kiryar di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de bên cezakirin. Çiqas sal jî derbas bibin, ji bo Îsmaîl Bahçecî em ê dev ji Galatasaraya ku 227 hefte ye li me tê qedexekirin bernedin.”
 
 

Sernavên din

24/12/2022
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî