Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir

  • rojane
  • 09:02 13 Cotmeh 2022
  • |
AMED - Abdulhamît Balik ku piştî 30 salên girtîgehê di 29’e îlonê de hat berdan anî ziman ku wî di girtîgehê de xwe naskiriye.
 
Abdûlhamît Balik ku di sala 1992'yan de di 28 saliya xwe de li navçeya Bismîlê ya Amedê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û cezayê muhebeda giran lê hatibû birîn, piştî 30 salan di 29'ê îlonê de ji Girtîgeha Kandirayê derket. Balik li gundê xwe Haciya Kurmanca yê navçeya Bismilê ya Amedê ji ajansa me re axivî. 
 
‘WEKÎ JINÛVE HATIBIM DINYAYÊ’
 
Balik ji bo derketina ji girtîgehê ya piştî 30 salan got ku wekî jinûve hatibe dinyayê. Balik hestên xwe bi vî awayî anîn zimên: “Hevalan ji min re digot, dema tu derketî ber derî xwe biaveje erdê. Piştî 30 salan dema ez derketim ber derî, min dît ku gelek kes li ber girtîgehê kom bûne. Ev hestek cuda li ser min çekir. Neviyeke min jî li wir bû. 11 salî ye. Tiştek di destan de bû û ez dikişandim. Telefon bû. Wê demê min nizanibû ez ê çawa biaxivim. Ew bi min re diaxivîn, min guhdar dikir. Lê min nedizanî ku ez dê çawa biaxivim. Yanî min nedizanî ku ez çi bêjim. Hinek heval hatibûn, di sala 95’an de em bi hev re bûn di girtîgehê de. Dema min ew li ber girtîgehê dîtin, ev bandorek giran li ser min çêkir. Bifikirin di sala 95’an de me hev nas kir, lê niha li ber derî bûn. Di destpêke de piştî ew qas salan min ew nas nekirin. Min gelek xizmên xwe jî nas nekirin. Yanî derketina min a ber deriyê girtîgehê, wekî ez nû hatibim dinyayê, hîsek wisa bû.”
 
'HER TIŞT GUHERIYE'
 
Bi domdarî Balik diyar kir ku di 30 salan de gelek tişt guherîne û wiha got: “Dema ez hatim girtin li herême nezîkatî û jiyaneke cuda hebû. Ji avahiyan bigrê heta mirovan pir cuda bû. Lê piştî 30 salan ez hatim gund, avahiyên li gund ji guherîne. Dema ez li hişmendiya niha dinêrim, ji aliyê neyînî ve guheriye. Yanî li gund ji bilî vê odeya me xaniyên axê nemane. Hemû bûne beton û bîna. Xaniyê neguheriye, xaniyê min e. Lê hişmendiya civakî hê jî heye. Dema ez hatim gund, şêniyên gund, kal û pîr jî hatin serdana min. Yanî ji ber mêvanan hê ez li gund negeriyame. Guherandin piranî di warê aborî de çêbûye. 30 sal berê hişmendiya civakî li pêş bû, niha ya aborî.”
 
‘ME BÊRIYA HER TIŞTÎ DIKIR’
 
Di berdewamê de Balik bilêv kir ku di girtîgehê de her tim derve xeyal kiriye û wiha got: “Di girtîgehê de meriv her tiştî xeyal dikir. Dema çavê me li pisîkekê diket me digot çi qas pisîkeke şîrîn e. Yanî heke em li derve bûna belkî em wisa nefikirayan. Me çem, ax û daran xeyal dikir. Min pir çola gundê me xeyal dikir. Min digot, niha ez li çolên gundê xwe bûma. Hevalên ku min li derve ew nas kiribûn, ew dihatin bîra min, min ew dihejmartin, li malbatê digeriyam min pirsa wan dikir. Yanî mirov her tiştî xeyal dikir û bêriya her tiştî dikir."
 
‘MIN DI GIRTÎGEHÊ DE XWE NAS KIR’
 
Balik anî ziman ku dema li ber pez bûye hatiye girtin û zêdetirî 20 rojan qereqola JÎTEM'ê hatiye girtin. Balik destnîşan kir ku dema hatiye girtin 28 salî bûye û 2 salan ji emrê wî zêdetir ceza lê hatiye birîn. Balik bal kişand ser hevaltiya li girtîgehê jî û ev tişt anî ziman: "36 sal ceza li min birîn. Hê jî 6 salen min hene. Di destpêke de girtîgeh zor dihat, lê ji ber sekn û nêzîkatiya hevalan min jiyana xwe ya malê ji bîr kir. Min li derve şivanî dikir, ez diçûm ber pez. Berê min tenê navê xwe dizanî, lê ji aliyê çandî û dîrokî min tiştek nedizanî. Min di girtîgehê de xwe nas kir. Ez di girtîgehê de hînî dîrok û çanda xwe bûm. Di girtîgehê de bêtir derfetên xwendin, nivîsandin û lêkolîne hebûn. Yanî xwenaskirin, bi perwerde, xwendin û nivîsandinê dibe. Dema ez li derve bûm, xwendin, nivîsandin û lêkolîna min tune bû, lê di girtîgehê de ew derfet hebûn. Zanîna min a derve û girtîgehê ne wek hev bû. Ez di girtîgehê de gelek tiştan hîn bûm."
 
'JIYANA HEVPAR HEBÛ'
 
Balik destnîşan kir ku piştî avabûna girtîgehên Tipa F'yê zext û tundiyên li girtîgehan jî zedê bûne. Balik, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ez nû ketim girtîgehê zext û tundî ew qas tune bûn. Hebûna jî ji ber jiyana me ya hevpar ew qas bandor li ser me nedikir. Dema ez derbasî Girtîgeha Bartîne bûm, li wir derfet bêtir zêde bûn. Lê piştî ku ez derbasî ya Tipa F'yê bûm, ji aliyê hişmendî û nêzikatiyê ve Tîpa F pir giran bû. Jixwe armanca Tipa F'yê jî jiholêrakirina hişmendiya hevpar bû. Yanî ne pergaleke komînal, dixwestin pergaleke takekesî hebe. Lê di her şert û mercî de jî me pergala xwe ya hevpar dimeşand. Tu tiştekî nedikarî pêşiya vê bigire. Em kesek an jî 3 kes bûna jî me pergala xwe ya hevpar dimeşand.”
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

18/10/2022
11:44 Agahî ji sporvana îranî ku serqot beşdarî pêşbaziyê bûbû nayê wergirtin
11:42 Li girtîgeha ji bo danişînê anînê hate derbkirin û tacîzkirin
11:17 YE'yê ji ber rola wan a di êrişan de mieyîde li ‘polîsên exlaqê’ û rayedarên Îranê ferz kir
11:04 Du lawên wî ketine nava tora tiryakê: Dewlet fıroşkarên tiryakê nagire
10:30 Xelîl: Bicihkirina HTŞ'ê ya li Efrînê ji bo lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re ye
10:07 Erdogan ‘Qanûna Sansurê’ pejirand
09:30 Rojnameger Boltan: Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin
09:18 Li Xarpêtê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
09:01 Encumena HDP'î kirine endama AKP'ê!
09:00 'Em ê mafê çêkirina nûçeyan ê rojnamevanan biparêzin'
09:00 Ferît Şenyaşar: Divê Yildizê AKP'î wekî bersûc bê darizandin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:42 Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan
17/10/2022
17:39 Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab bûye
16:53 Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin
16:48 ÎHD: Divê Leyla Guven were berdan
16:43 Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin hat rawestandin
16:37 Li Nîjeryayê lehî rabûn: 600 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:30 Berxwedana li girtîgehên Îranê belav dibe
16:29 Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye
16:14 DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne
16:10 Nagihan Akarsel li Amedê hat bibîranîn
16:01 Karesata madenê hat protestokirin: Ne qeder lê komkujî ye
15:50 Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
16:32 Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn
16:17 Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'