Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye

  • rojane
  • 09:01 13 Cotmeh 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Di salên dawî de li Şirnexê û herêmê bûyerên xwe kuştinê zêde bûne. Di 22 mehên dawî de 32 kesan hewl daye xwe bikuje û ji van kesan 27 kes jiyana xwe ji dest dane. Derûnnas Îsrafîl Bulbul diyar kir ku li herêmê şert û mercên pevçûnan metirsiya xwekuştinê zêde dike û wiha got: “Piştî sala 2019’an welatê ku herî zêde nexweşiyên derûniyê lê zêde bûne Tirkiye ye."

 
Polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin, bi xwe re xizanî, betalî, tiryak û fuhûş zêde kiriye. Ciwanên ku ketine ber pêlên van polîtîkayan, piştî demekê xwe dikujin. Li Şirnexê û navçeyên wê ji sala 2021'ê heya niha 32 kesan serî li xwekuştinê daye. Ji van kesên hewl dan xwe bikujin 27 kesan jiyana xwe ji dest daye.
 
Derûnnas Îsrafîl Bulbul bal kişand ser sedemên xwekuştinê û wiha got: “Piştî sala 2019’an welatê ku herî zêde nexweşiyên derûniyê lê zêde bûne Tirkiye ye."
 
TIRKIYE BÛYE WARÊ NEXWEŞIYÊN DERÛNÎ
 
Bulbul bal kişand ser pêwendiya di navbera pevçûnên li herêmê û xwekuştinê de û wiha axivî: “Der barê herêmê de daneyên zelal li ber destê me tune ne. Ji aliyê îstatîstîkî ve em daneyên TUÎK'ê bi kar tînin. Her çendî gumanên me li ser rastbûna wan hebin jî. Lê dema em li daneyên TUÎK'ê dinêrin, bajarên ku herî zêde rêjeya xwekuştinê lê zêde bûye, Dêrsim e û piştî wê bi dorê Çewlik û Erdexan e. Li van her sê bajaran zêdebûnek heye. Li aliyê din, di 5 salên dawî de li Karaman û Bûrdûrê jî zêdebûnek heye. Lê der barê Şirnex, Amed û Mêrdînê de tu dane li ber destê me tune ne ku em bibêjin ev yek li van deran zêde bûye."
 
Bi domdarî Bulbul anî ziman ku bi gelemperî sedema herî mezin a zêdebûna xwekuştinê nexweşiya derûnî ye û ev tişt gotin: "Sedema zêdebûna nexweşiyên derûnî bi wê yekê tê ravekirin ku kesên rastî pevçûnên di navbera 2015 û 2016'an de hatine û yên di dema pevçûnên salên 1980'î de jiyane, hêsantir bi nexweşînên derûnî re rû bi rû dimînin. Bi taybetî bi pandemiyê re, li Tirkiye û herêmê wekî tevahiya cîhanê, nexweşiyên derûnî zêde bûn. Balkêş e ku piştî sala 2019'an di nav welatên Ewropayê de welatê ku herî zêde nexweşiyên derûnî lê zêde bûne Tirkiye ye. Di salên dawî de, di nexweşiyên derûnî de zêdebûnek berbiçav heye. Di nav vê de depresyon û nexweşiyên tirsê hene. Her wiha em dikarin bibêjin ku bikaranîna tiryakê metirsiya xwekuştinê zêde dike. Her çendî di daneyên TUÎK'ê de xuya neke jî, lê li herêmê xwekuştin zêde bûye." 
 
ROLA MEDYAYÊ
 
Derûnnas Bulbul di zêdebûna rêjeya xwekuştinê de îşaret bi rola çapemeniyê kir û ev tişt anî ziman: "Di medyayê de xuyabûna bûyerên xwekuştinê û di nûçeyan de agahiyên pir spekulatîf ên der barê sedemên xwekuştinê de cih digirin, dibin sedem ku ev yek zêde bibe. Wekî em ji lêkolînên berê jî dizanin, ev medyatîk û berbelavtir dibe. Di vê mijarê de xebatên me yên berê hene. Pir populer bû dema ku yekî xwe di pirekî de diavêt. Li hin welatan jî xwe şewitandin dibû wekî şêwazeke xwekujiyê. Divê çapemenî vê aşkere nede. Divê çapemenî herî kêm wêne û dîmenan bide û di nûçeyan de jî li ser nexweşiya wî/ê kesî/ê raweste."
 
Li Şirnexê bûyerên xwekuştinê yên ji sala 2021'ê heya niha bi vî awayî ne:
 
*Di 6'ê çileya 2021'ê de jina bi navê Kevser Eroglû li gundê Şikeftaspi yê navçeya Basa bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Di 15'ê hezîrana 2021'ê de Mehmet Emîn Dizim (26) li gundê Dizim ê navçeya Hezexê ya Şirnexê xwe kuşt.
 
*Di 3'yê îlona 2021'ê de li navçeya Basa ya Şirnexê Emîne K. hewl da xwe bikuje.
 
*Di 16'ê îlona 2021'ê de Bariş Ediş li gundê Elemûn ê navçeya Qilaban a Şirnexê, xwe kuşt.
 
*Di 3'yê cotmeha 2021'ê de Hasan Şabahat ê 22 salî li gundê Cîmay ê navçeya Silopiya ya Şirnexê, xwe kuşt.
 
*Di 3'yê cotmeha 2021'ê de li Taxa Ofîsê ya Silopiyayê Huseyîn Barkin ê 90 salî xwe kuşt.
 
*Di 26’ê cotmeha 2021’ê de Erkan Acay ê 19 salî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xwe kuşt.
 
*Di 17’ê mijdara 2021’ê de li navçeya Qileban a Şirnexê jina bi navê Y. A. xwe kuşt.
 
*Di 25’ê mijdara 2021’ê de li taxa Cûdiyê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê Hêlîn K. a 18 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Di 16'ê kanûna 2021'ê de ciwanekî navê wî nehat zanîn li hember avahiya Qeymeqamtiya Cizîrê ya Şirnexê, ji ber pirsgirêkên aborî hewl da xwe bikuje.
 
*Di 1'ê çileya 2022'yan de li bajaroka Karalar a navenda navçeya Hezexê keça 17 salî F. S. xwe kuşt.
 
*Di 1'ê çileya 2022'yan de Hanim Kutluk (20) li Taxa Şehîd Harûn a navçeya Silopiya ya Şirnexê, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Di 16'ê çileya 2022'yan de li bajaroka Karalar a Hezexê Felek Çetîn a 17 salî xwe kuşt.
 
*Di 3'yê sibata 2022'yan de li Hezexê Kader Yagbasan a 23 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Di 4’ê sibata 2022’yan de Azad Tîmûr ê 29 salî ku bi malbata xwe re li Taxa Cûdiyê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê dima, xwe kuşt.
 
*Di 7'ê sibata 2022'yan de li Yenîmahalle ya navçeya Hezexê ya Şirnexê zarokê bi navê Z.T. hewl da xwe bikuje. 
 
*Di 2’yê gulana 2022’yan de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê E.A. xwe kuşt.
 
*Di 17'ê gulana 2022'yan de Harûn Demîrtaş, li mala xwe ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi awayekî mirî hat dîtin.
 
*Di 31’ê gulana 2022’yan de li gundê Mergehê yê navçeya Qileban a Şirnexê ciwanê 20 salî B.S. hewl da xwe bikuje.
 
*Di 2’yê hezîrana 2022’yan de hat îdiakirin ku li gundê Misûrî yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanê bi navê Berkan Erdogan xwe kuşt.
 
*Di 2'yê hezîrana 2022'yan de li navçeya Qilaban a Şirnexê ciwanê bi navê Zafer Bayar (23) xwe kuşt.
 
*Di 6'ê hezîrana 2022'yan de Bilmez Sak ê 20 salî li gundê Mergeh ê navçeya Qilaban a Şirnexê hewl da xwe bikuje.
 
*Di 25’ê hezîrana 2022’yan de polîsê bi navê Talîp Bayan ê li Midûriyeta Polîsan a navçeya Hezexê ya Şirnexê di dema nobedê de xwe kuşt.
 
*Di 26’ê hezîrana 2022’yan de ciwanê bi navê Fetullah Akçan (24) ê ji gundê Zenglokê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê, xwe kuşt. 
 
*Di 20’ê tebaxa 2022’yan de Omer Mungan (21) li Taxa Konakê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê xwe kuşt.
 
*Di 20'ê tebaxa 2022'yan de hat derpêşkirin ku cerdevan Mehmet Şîrîn Varli yê li bajaroka Çalişkan a navçeya Silopiya ya Şirnexê li deriyê Çiyayê Cûdî yê Cebraîlê bi çeka xwe kuştiye.
 
*Di 25'ê tebaxa 2022'yan de Agît Dayan ê 23 salî li gundê Cêleka yê navçeya Basa ya Şirnexê, xwe kuşt.
 
*Di 26’ê tebaxa 2022’yan de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanê 17 salî D.T ku xwe avêt Çemê Dîcleyê ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve hat rizgarkirin.
 
*Di 1'ê îlona 2022'yan de Ahmet Ûçkaç (22) ê li gundê Şaxê yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê li mala xwe, xwe kuşt. 
 
*Di 6'ê îlona 2022'yan de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanê bi navê B. Y. (20) hewl da xwe bikuje.
 
*Di 8'ê îlona 2022'yan de ciwanê bi navê Cîhan Çevîk (23) li Taxa Vakifkentê ya Şirnexê, xwe kuşt.
 
*Di 15'ê îlona 2022'yan de Mahmût Nas ê 67 salî xwe kuşt.
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

18/10/2022
11:44 Agahî ji sporvana îranî ku serqot beşdarî pêşbaziyê bûbû nayê wergirtin
11:42 Li girtîgeha ji bo danişînê anînê hate derbkirin û tacîzkirin
11:17 YE'yê ji ber rola wan a di êrişan de mieyîde li ‘polîsên exlaqê’ û rayedarên Îranê ferz kir
11:04 Du lawên wî ketine nava tora tiryakê: Dewlet fıroşkarên tiryakê nagire
10:30 Xelîl: Bicihkirina HTŞ'ê ya li Efrînê ji bo lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re ye
10:07 Erdogan ‘Qanûna Sansurê’ pejirand
09:30 Rojnameger Boltan: Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin
09:18 Li Xarpêtê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
09:01 Encumena HDP'î kirine endama AKP'ê!
09:00 'Em ê mafê çêkirina nûçeyan ê rojnamevanan biparêzin'
09:00 Ferît Şenyaşar: Divê Yildizê AKP'î wekî bersûc bê darizandin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:42 Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan
17/10/2022
17:39 Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab bûye
16:53 Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin
16:48 ÎHD: Divê Leyla Guven were berdan
16:43 Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin hat rawestandin
16:37 Li Nîjeryayê lehî rabûn: 600 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:30 Berxwedana li girtîgehên Îranê belav dibe
16:29 Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye
16:14 DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne
16:10 Nagihan Akarsel li Amedê hat bibîranîn
16:01 Karesata madenê hat protestokirin: Ne qeder lê komkujî ye
15:50 Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
16:32 Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn
16:17 Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'