Ji Wanê bang kirin: Em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin

  • rojane
  • 18:17 23 Tebax 2022
  • |
img
WAN - Platforma Demokrasiyê ya Wanê di daxuyaniya xwe ya bi daxwaza rakirina binpêkirina mafan û tecrîda li girtîgehan de got: “Em ê li dijî mirin, zilm û îşkenceyê tu carî bêdeng nemînin û em ê ne elimin.” 
 
Platforma Demokrasiyê ya Wanê daxuyaniyek da û xwest binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Wanê Mûazzez Orhan Işik, Mûrat Sarisaç, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê, GOÇ-DER, Aryen Sanat, MEBYA-DER, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, Komeleya Jinan a Star û gelek kes beşdarî daxuyaniya li Kolana Hunerê hat dayîn bûn. Hevserokê TUHAY-DER'ê Adîl Koçak daxuyanî xwend. 
 
TECRÎD BELAVÎ TEMAMÊ CIVAKÊ BÛ 
 
Koçak, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û wiha got: “Weke bandora tecrîda girankirî ya ku 23 sal in li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, civak di her warî de di nav krîzeke kûr de ye. Cihê ku ev rewşa krîzê herî zêde lê giran e, li girtîgehên ku bi hezaran girtî bi destê daraza ku bûye noterê hikumetê hatine girtine. Wekî bandora tecrîda girankirî ya ku li ser Birêz Ocalan tê meşandin, civak bi hemû alî ve di nav krîzeke kûr de ye.”
 
‘GIRTÎGEH BÛNE NAVENDA ÎŞKENCEYAN’
 
Koçak, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin bi bîr xist û wiha got: “Girtîgehên ku yek ji wan deveran e ku rewşa bêhiqûqiyê herî zêde lê giran e, ji ber sedemên mîna Kovîd û Rewşa Awarte veguheriye navendên îşkenceyê. Hikûmeta ku di her warî de krîzên kûr dijî, hema hema her roj dibe sedem ku cenazeyek ji girtîgehan derkeve.”
 
‘BI HINCETÊN PÛÇ ÎNFAZ TÊN ŞEWITANDIN’
 
Koçak, diyar kir ku înfazên girtiyan bi hincetên pûç tên şewitandin û bal kişand ser neberdana girtiyan a ji aliyê lijneyên çavdêriyê yên girtîyan. 
Koçak, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Girtiyên ku ji mafên xwe yên civakî, çandî û hiqûqî sûdê wernagirin, bi taybetî ji mafê xwe yê xwegihandina tenduristiyê bi tu awayî sûdê wernagirin. Girtiyên ku di encama hewldanên giran de sewqî nexweşxaneyan tên kirin, di têketin û derketina girtîgehan de bi pêkanînên biçûkxistinê yên wekî lêgerîna tazî re rûbirû dimînin. Her wiha muayeneyên bi kelemçe tên kirin, di dema rêwîtiya li wesayîtên rîngê de rewşeke îşkenceyê tê jiyîn. Tevî evqas bêedaletî û bêhiqûqiyê jî, ji bo girtiyên nexweş ên giran raporên ku nikarin bi tena serê xwe li girtîgehê bijîn tên dayîn. Saziyên Tiba Edlî (ATK) ku bi ferman û talîmata îradeya siyasî biryaran dide, bi hincetên ku tu eleqeya wan bi aqil û zanistê re nîne, bi temamî tên piştguhkirin û pêşî li berdana girtiyên nexweş û giran tê girtin.”
 
DI 8 MEHAN DE JI GIRTÎGEHAN 43 CENAZE DERKETIN
 
Koçak, diyar kir ku di 8 mehên ewil ên di sala 2022’yan de 43 cenaze ji girtîgehan derketin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek asta tirsnak a îşkenceya li girtîgehan radixe pêş çavan. Di encama polîtîkayên dijmirovî yên li girtîgehan de bi taybetî girtiyên nexweş ên giran Îbrahîm Yildirim, Mehmet Candemîr û Bazo Yilmaz ku di heftiya dawî de jiyana xwe ji dest dane, di girtîgehan de pergala êşkenceyê bi awayekî aşkere radixe ber çavan. Mirina li girtîgehan ne mirineke xwezayî ye. Berpirsyarên van mirinan, çi zû çi jî dereng wê li pêşberî hiqûqê hesab bidin.”
 
‘EM Ê JI MIRINAN RE BÊDENG NEMÎNIN’
 
Koçak diyar kir ku divê hemû saziyên pêwendîdar, bi taybetî jî Wezareta Edaletê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku veguheriye odeyên gazê yên Elmanyaya Nazî ji nedîtî ve neyên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê qanûna înfazê ya cezayê ku bi tu nirxên însanî re ne eleqedar e, di dema herî nêz de ji bo berdana girtiyên nexweş bi taybetî jî girtiyên nexweş ên giran, bê guhertin. Girtiyên nexweş ên ku hewl didin ji şertên mirovî yên li girtîgehan dûr têkoşîna jiyanê bidin, divê di zûtirîn demê de werin berdan an jî înfazên wan werin taloqkirin. Divê dawî li polîtîkayên bi armanca çavtirsandina bi temamî ya li girtîgehan bê anîn. Ji bo girtî ji mafên xwe yên bingehîn ên weke çandî, civakî û tenduristiyê sûdê werbigirin, divê di dema herî nêz de şert û mercên pêwîst werin peydakirin. Heta niha kesên ku nelirêtiya wan bûye sedema ku mirov di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin, erk, berpirsyarî û payeya wan çi dibe bila bibe divê li pêşberî hiqûqê hesab ji wan bê pirsîn. Di dawiyê de em careke din dixwazin îfade bikin ku; Em ê tu carî li hemberî mirin, zilm û îşkenceyan bêdeng nemînin, em ê ne elimin.”
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

29/08/2022
17:21 Tirkiyeyê êriş bir ser gundê Behreva yê Şengalê
17:18 Daxuyaniya KCD'ê ya ji bo Mexmûrê: Berdewama dijminatiya AKP-MHP'ê ya li hemberî kurda ye
16:31 Li Bexdayê qedexeya derketina derve hate ragihandin
16:17 Komeleya Jinan a Starê: Hûn nikarin bi tundiyê serî bidin tewandin
16:16 Esnafên Bazarcixê bertek nîşanî krîza aborî dan: Êdî bes e
16:09 Ji Mexmûrê bertek nîşanî êrişê dan
15:48 Di Doza Kobanê de daxwaza parêzeran hat redkirin
15:39 Li Bazîdê ji bo têkoşîna bi tiryakê re bang hate kirin
15:30 BES'ê ji ber nûkirina peymana promosyonê daxuyanî da
15:12 Baroya Amedê giliyê berpirsên ku cenazeye Arslan di kîs de dabûn kir
15:09 Leşkeran agir berdan daristana gundê Marûnisê
14:38 Piştî birîna daran û çêkirina kuleyên leşkeri rê hate asfaltkirin
14:03 Demîrtaş: MHP gefan li dozgerên ku guhdariya fermanên wan nakin dixwe
13:57 Beşa ewil a klîbên ‘Konserên Tamarayê’ hat weşandin, dê xebat bidome
13:04 Tirkiyeyê Mexmûr bombebaran kir
12:18 Polîsan rojnamevanên Nobeta Edaletê dişopînin asteng kirin
11:47 Li Wargeha Holê 12 kes hatin binçavkirin
11:45 Ava ku 10 sal şûnda hatiye berdan negihişt zeviyê!
10:59 Hestiyên Arslan piştî 7 salan di tûrikekî de radestî malbata wî hatin kirin
10:49 Xelkê Wanê: Qesra ku lêçûnên wê ji berîka gel diçe bila hilweşe
09:09 Parêzera Ocalan: Nikarin felsefeya Ocalan tecrîd bikin
09:05 Botan dê li dijî şer aştiyê biqîre
09:04 Azad Huseyîn: Hêza tu kesî têrê nake ku îradeya li Rojava bişkîne
09:03 Omer Ocalan: Qedexekirina konser û festîvalan bingeha xwe ji tecrîdê digire
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2022'YAN
28/08/2022
20:22 Şeva piştevaniya bi rojnamevanên girtî re: Em ê her deynê xwe bidin
20:10 Mele Sidik Turhalli hat bibîranîn
17:01 HDP’ê li Xelfetiyê gel vexwend çalakiya 1’ê Îlonê
16:43 Meha 128’emîn a komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û desthilatê ye
16:43 Li Kampa Holê unîformayên bi alên tirk hatin dîtin
15:36 Li Dêrsimê îşkenceya sîstematîk a leşker û polîsan heye
15:10 Polîsan gule berdan drona li ser miduriyeta polîsan digeriya
14:51 Endamê Tevgera Azadiyê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin
14:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kir, li ser kesên bertek nîşan dan jî gule barandin
14:26 Derbarê midurê polîsan Zengîn ê êrişî rojnamevanan kir de lêpirsîn hate destpêkirin
13:55 Jin wê daxwazên xwe veguhêzin qadên 1’ê Îlonê
13:48 AKP nikare li Zapê pêş bikeve, PDK jê re rê çêdike
13:21 Li ser axa ku jê hatiye dinê jiyaneke nû: Armanc gundekî komîn e
11:50 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag pirsî: Malbata vê dayikê kê qetil kir?
11:36 Salih Muslim: Hevdîtinên Enqereyê û Şamê ne çareserî ye
10:58 Ceyran tune, xwarinê li ser kuçikî çêdike
10:23 HABER-SEN wê li dijî bêhiqûqiyan ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:04 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû: Heman xetere ji bo hemû navçeyan derbasdar e
09:03 Di dema sewqa ji bo ATK'ê 4 rojan xwarin nedane Bazo Yilmazê hat qetilkirin
09:02 Ji bo mafê xwe yê tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye, dayika wî jî li ber girtîgehê ye
09:01 Rêgeza 'bingehîn' a Tifaqa Ked û Azadiyê: Çareseriya meseleya kurd
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2022'YAN
27/08/2022
22:24 Cerdevanan êriş bir ser jinan
19:31 Bîlançoya 3 rojan a operasyona li Kampa Holê hat ragihandin
17:34 Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir
16:40 Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin
16:38 Ji Alî Erbaş daxuyaniya Dêrikê: Qeza ye, em ê sebr bikin
16:11 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin