Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê

  • rojane
  • 13:38 12 Tebax 2022
  • |
img

ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê. Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz bertek nîşan dan û gotin ku zîhniyeta talangeriyê ya qeyûm berdewam e. 

 
Qeyûmê Şaredariya Êlihê gelek erdên aydê şaredariyê bi awayekî bêusûl dan ber firotinê. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî mijarê li hotêleke bajar daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevserokên HDP’a Êlihê Hurriyet Kaytar û Huseyîn Sarik jî amade bûn. 
 
Hevşaredar Songul Korkmaz ku ji peywirê hatiye girtin diyar kir ku zîhniyeta talanê hêj berdewam e û ev tişt anî ziman: “Qeyûm, 11 parselên aydê şaredariyê da ber firotinê. Du caran qeyûm li Şaredariya Êlihê hat tayînkirin. Qeyûmên tayînkirî nekêşbar û neguhêzbarên gel pêşkeşî alîgirên xwe kirin. Em jî dê vê talanê teşhîr bikin û têkoşîna hiqûqê bidin. Em ê tevî gelê xwe rê li ber vê talanê bigirin.” 
 
QADÊN RANTÊ AVA DIKIN
 
Hevşaredar Mehmet Demîr jî bertek nîşanî qeyûm da ku 11 parselên aydê şaredariyê daye ber firotinê û wiha domand: “Ji van deveran hinek jê weke qadên xizmetê yên şaredariyê hatine diyarkirin û hinek jî ji bo bibin qadên xizmetê dihat plankirin. Zîhniyeta rantê ewqas pêşketiye ku dikarin avahiya şaredariyê jî bifiroşin. Firotina qadên xizmetê û yên civakî, mezintirîn xiyaneta li vî bajarî ye. Peywira esasî ya şaredariyê ew e ku xizmeta gel bike. Divê çavkanî ne ji bo dewlemendkirina hinek kesan lê ji bo gel bên xerckirin. Lêçûnên hemû saziyên li Êlihê ji bûdçeya şaredariyê tên pêşwazîkirin û gelemperiya îhaleyan jî ji bo qadên rantê tên dayîn û şaredarî tê deyndarkirin. Vê jî besî wan nekir ku niha jî cihên aydê şaredariyê didin ber firotinê.”
 
PIRSGIRÊKA AVÊ YA BAJAR
 
Demîr, bal kişand ser îdiaya ku dê ji bendavên Êlih û Garzanê avê bînin û wiha pê de çû: “Em baş pê dizanin ku gelek çavkaniyên avê li Êlihê hene ku mirov dikare pir bi erzanî derxîne û ev çavkanî qet xelas nabin. Weke ku tê zanîn, ji bo ku hewcedariya bi enerjiyê ji holê rabe me û erzantir bibe, me dest bi xebatên avakirina GES’ê kiribû. Li şûna vê, diçin qala anîna avê ya ji Garzan û Malabadiyê dikin. Ev yek an ji ber nezanînê yan jî ji ber rantê tê kirin. Beriya tayînkirina qeyûm, li Tirkiyeyê ava herî erzan me dida. Bi projeya me dê tona wê ji 1 lîreyê kêmtir bûbûya lê heke ji deverên navborî bînin, dê tona wê ji 15 lîreyan kêmtir nebe. Xuyaye ku ne ne ji bo xizmeta gel lê ji bo cezakirinê ev proje pêşxistine. Dê xelk wan burokratên tiliya wan di van projeyan de heye ji bîr neke. Zû yan jî dereng dê hesabê bidin gel.” 
 
‘TENÊ BI DIZÎNÊ SÎNOR NEMAN’
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku qeyûm di bin mîsogeriya desthilatdariyê de nelirêtiyan dikin û ev tişt anî ziman: “Bi tayînkirina qeyûman re mafê bijartin û hilbijartinê yê kurdan jê standin. Bi qeyûman re îradeya gel xesp kirin. Du caran qeyûm tayînî Êlihê kirin. Gelê Êlihê li dijî qeyûmê ewil, bi rêjeyeke herî bilind a dengan bersiv da. Qeyûman ji ewil dengên gel û piştre jî mal û neguhêzbarên şaredariyê dizîn û pêşkeşî alîgirên xwe kirin. Tenê bi dizînê re jî sînor neman, êrişên mezin li dijî çand û zimanê kurdî kirin. Polîtîkayên pişaftinê bi destê qeyûman ji her alî ve meşandin. Êrişên li dijî jinan çêbûn û li saziyên jinan mêr zilam hatin tayînkirin.”
 

Sernavên din

16/08/2022
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn