Bi cerdevan re bazara daran: Ev çend sal in em her tim dibirin, leşker me diparêzin

  • rojane
  • 09:03 12 Tebax 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Me xwe gihand bazariya daran a di navbera êzingvan û cerdevanê bi navê B.B. ku li herêma Bestayê birîna daran organîze dike. B.B. bi van gotinan çerxa qirkirinê vedibêje: “Ev çend sal in em her tim dibirin. Heke em li hev bikin, dikarin bo we jî peyda bikin. Ji hêla ewlehiyê ve tu pirsgirêk nînin. Ji xwe herêmên leşkerî, baregehên leşkerî û hwd. hene. Ew ewlehiyê diparêzin.”  
 
Herêma Bestayê ya Şirnexê ji salên 1990’an heta niha her tim “Herêma ewlekariya taybet” bû û bi tevahî di bin kontrola leşkeriyê de ye. Birîna daran a li Bestayê didome. Tenê cerdevan û kesên ku daran dibirin dikarin bikevin vê herêmê. Kesên ku li herêmê erdên wan ên tapokirî hene jî heta “destûra taybet” negirin, nikarin bikevin vê herêmê. Serlêdanên rêxistinên civaka sivîl û Baroya Şirnexê ya têkildarî texrîbata li herêmê ji bo derdorên fermî hatine kirin jî nehatin bersivandin. Ji ber van sedeman, baş nayê zanîn bê ka li herêma navborî çiqas dar hatine birîn, bi sedema çêkirina rêyên kalekol û qereqolan ziyaneke çawa bi xwezaya herêmê bûye. Me bi cerdevan û darbiran re hevdîtin kirin û ji me re wiha gotin: “Herêm gelek berfireh e. Li herêmê din çi diqewime em jê ne agahdar in.”
 
 
BAZARIYA DARAN
 
Hat zanîn ku qira daran a li herêmê ji hêla cerdevan û keyayê bi navê B.B. ve tê birêxistinkirin. Me xwe gihand qeydên deng ên bazariya di navbera êzingvan û darbir B.B de. Axaftinên B.B. yên di qeydên deng de her wiha agahiyên me yên di beşên dosyayê yên berê de hatibûn weşandin jî piştrast dike û çerxa rantê radixe berçavan.
 
Axaftina di navbera êzingvanê ku ji ber ewlehiyê me nekarî navê wî bidin û B.B. de wiha ye: 
 
- Êzingvan: Em bi E.B. re axivîn. Ji me re got bi karê firotinê re eleqedar nabe û xwest em xwe bigihînin te.
 
- B.B.: He, em û zarokên wî pê re eleqedar dibin. Li vir daran em dibirin.
 
- Ê: Gelo em ê çawa bikarin ji wir daran bikirin?
 
- B.B.: Wileh kekê di halê hazir de em van daran wek ewk, bi kamyonan fîşên wan dibirin, dişînin Mêrdînê. Em dişînin Rihayê. Dişînin Mereşê. Dişînin Amedê. Te bi rastî bivê heta niha me ti carî bo Mêrsînê neşandine. 
 
- Ê: Erê baş e şensê me yê anînê heye gelo?
 
- B.B.: Em we baş nas nakin lewma çi bibêjin jî vala ye. Tenê apê min E. geriya, lewma. Mişteriyên me diyar in. Em bo wan dibin. Pismamê min niha geriya û got pê re eleqedar bibe. Daran dixwazin. Niha hûn çawa dixwazin? Hûn li vê derê dixwazin an li Mêrsînê? 
 
- Ê.: Ferq nake. Em dipirsin bê ka dikarin çawa bistînin. Em bi xwe dê werin û ji wir bigirin. Heke hûn bikarin rêbikin, hûn jî dikarin bişînin. 
 
- B.B: Wileh dema mijar dibe Mêrsîn kamyonvanên me xwe gelek nadin ber. Hevalekê din jî derket. Îxtîmaleke mezin eleqeya xwe bi we heye. Ji me xwestin lê me kamyonên xwe neşandin. Em bi kamyonên xwe tenê di navbera Riha û Mereşê de dixebitin. Anku me ji bo Mêrsînê hinek hewl da lê destûr nehat dayîn. 
 
- Ê.: Em dikarin ji Dîlok an jî Rihayê jî bigirin... 
 
- B.B.: Niha kamyonên we bixwe hene yan na?
 
- Ê.: Kamyona me bi xwe nîne. Êdî em ê peyda bikin. 
 
- B.B.: Ha, hûn dikarin peyda bikin?
 
- Ê.: Em ê wê meseleyê çareser bikin.
 
- B.B.: Niha li cem me heke werin jî dê bi bihayekê giran bên. Lê heke ji hêla we bên û barkirî bin, hinek bêhtir erzan tên. Niha heke yên me ji bo tonajê 500’an bixwazin, ên wê derê dê bibêjin 450. Yên me hinek bêhtir dixwazin. Ji ber vê dibêjim heke hûn bişînin dê baştir bibe. Li gor min dê erzantir be. 
 
- Ê.: Anku heke em bişînin dê biteserûftir bibe ne wisa?
 
- B.B.: Hûn di halê hazir de daran ji ku dikirin? 
 
- Ê.: Kekê di halê hazir de bo me dar ji Çorumê tên.
 
- B.B.: Bo we dar ji Çorumê tên?
 
- Ê.: Bawerim îsal dar hinek kêm in. Bawerim ji ber wê ye. Me jî ji der û dorê pirsî. 
 
- B.B.: Baş e lê we heta niha li Şirnexê qet dar kiribûn an na?
 
- Ê.: Naxêr me heta niha ne kirine.
 
- B.B.: We ji vê rexê qet nekirine?
 
- Ê.: Me qet nestandine. Me ji der û dorê dipirsiya; ajokarê me yê TIR’ê heye Y.O... Me wisa xwe gihand we. 
 
- B.B.: Ya kekê niha em li hev bên, anku niha li hêla me jî dar pir kêm bûne. Bi xwedê îro kar tune bû. Duh 3 kamyonên me hatin barkirin. Me ji bo Riha û Mereşê şandin. Bi rastî jî îro qet barekî me tune bû. Anku li qadê di depoyê de qet dar nemane. Pir kêm tên. Ji ber ku darbir kêm bûne lewma kêm tên. Lê belê heke em lihev bikin, em bazariya xwe bikin û pêk bên, em ê bikarin bo we li vê derê peyda bikin. Heke ajokarê kamyonê were vê derê, em ê bar bikin, fîşê wî bibirin û ji we re bişînin. 
 
- Ê.: Kekê em ê niha çawa bikin?
 
-B.B.: Kekê, hûn niha li wê derê bi çiqasî dikirin?
 
- Ê.: Li vê derê hema bêje di navbera 700 û hezar lîreyan de tê û diçe. 
 
- B.B.: Haa, lê bêyî veguhestinê. Wê demê bi 700’an tê. Wileh heke bo we bi 700’an were, wê demê hûn pir erzan dikirin. Rexê me hîn bihatir e. Niha ez tînim Mereşê. Li wir vala dikim. Her tişt aydê min e. Li wir serê tonê bi hezar û 750 TL’an difiroşim.
 
- Ê.: Tevî veguhestinê ne wisa? 
 
- B.B.: Belê, her tişt di nav de. Xwe têkilî ti tiştekî nakin. Her tişt aydê min e. Ez kamyona xwe digirim. Bar dikim. Baca wê didim. Pereyê barkirinê didim. Pereyê fîşî didim. Her tişt aydê min e. Dişînim û li Mereşê vala dikim. Piştre jî hezar û 750 TL’an dişînin hesaba min. Anku bi vî awayî ye.
 
- Ê.: Heke her tişt di nav de be dê bo me çawa bibe? Ya din jî em jê gelek agahdar nînin bê ka ev pêvajoya çawa dibe? 
 
- B.B.: Me got ya zehmet e ku em bo wê aliyê we kamyonan peyda bikin. Heke hûn kamyonan bişînin û li vê derê jî her tişt aydê me be. Pereyê barkirinê. Mesrefa birîna fîş û yên din tevek aydê me ne. Em ê kamyonê li vê derê bar bikin. Dê bînin kantarê. Dê bi hezar û 270 TL’an bidin we. Êdî kamyonvanê we çiqas kirê bixwaze, hûn jî dê ewqas bidin. Wê demê hûn bixwe dê hesaba xwe bikin. 
 
- Ê.: Heke niha kamyonvan aydê me bin, dê mesrefa me çiqas bigire? 
 
- B.B.: Wileh dar di demên berê de erzantir bûn. Me erzantir didan. Anku darbiran jî erzan didan me. 100 TL’an. Lê li vê derê zem hatiye ser wan 100 TL’an. Me jî bi hezar û 250 TL’an didan. Mesrefa wan jî niha hinek zêde bûye. Me 20 TL’ên din lê zêdekirin. Em ê bo we bi hezar û 270 TL’an bar bikin, ji we re hazirkirî bînin, kamyon aydê we ye û piştre dê bibin. Fîşê dewletê jî dibirin. Li wê derê qederê 5-6 milyar (hezar) TL diçin. A din jî barkirina kamyonan heye. Mesrefa wê jî qederê 3-4 milyar (hezar) digirin. 
 
- Ê.: Baş e lê heke hûn bînin Riha yan jî Mereşê dê bi çiqasî bibe? 
 
- B.B.: Wileh ez heta Riha û Mereşê tînim. Li wir jî bi hezar û 650 TL’an didim. Dema tê Mereşê bi hezar û 750 TL’an didim. Li wir vala dikim. Her tişt aydê min e. 
 
- Ê.: Baş e lê dema hûn bar dikin, her wesayît çend tonan radigire? 
 
- B.B.: Wileh dema em ji bo Rihayê bar dikin, carnan heta 44 tonan jî tên barkirin. Hinek ajokar dibêjin; em ê kantara wê bar bikin. Niha barê TIR’an neguher e û 28 ton in. Ji bo ku li gorî trafîkê tevbigerin, 28 ton lê tên barkirin. Lê hinek jî dibêjin tam bar bikin. Çendek roj berê 44 ton hatin barkirin. Ji wan hinekan jî 28, 30 heta 35 ton girtin. Yanî bi vî awayî diguhere. 
 
- Ê.: Baş e heke bi destê we jî be, em ê bikarin çiqasî bigirin? 
 
- B.B.: Ewqas tune ne. Heke tu bibêjî her roj 4-5 kamyonan bişîne, em nikarin bişînin. Ji ber ku darên li qadê pir kêm bûn. Min jî herî dawî duh bar kir. Bi zor û zehmet me karî 4 kamyonan bar bikin. Min şandin. Ez îro li qadê geriyam. Min tenê kamyonek jî nedît. 
 
- Ê.: Ma niha birîn tune ye?
 
- B.B.: Niha tune ye. Rojên şemî û yekşemê dibirin. Dişînin qadê. Em jî kamyonan tînin. Li wir bar dikin û tînin. 
 
- Ê.: Baş e lê we got fîş. Ev fîş ji bo Midûriyeta Daristanê tê birîn ne wisa? 
 
- B.B.: Hi, hi. Ew aydê me ye. Em bacê didin dewleta xwe, ê wê ye.
 
- Ê.: Serê her kamyonê çend fîş tên birîn? 
 
- B.B.: Wileh derdora 5 hezar TL tên birîn.
 
- Ê.: Wê demê ji we jî gelek dibirin?
 
- B.B.: Erê ya, ji me gelek distînin. Herî kêm 4-5 milyaran (bin) dibirin. Anku ew jî biha ne. Ji wan hinek jê 4 hezar û 500’an, hinek jî 5 hezaran dibirin. Yên 6 hezaran dibirin jî hene. Serê her tonajê diguhere. 
 
- Ê.: Ji ber noqteya ewlehiyê fikarên me hene. Dema em hatin wê derê gelo em ê çawa bikarin daran bar bikin? Anku em ê bikarin bikevin devara çoltar? An cihekî ku hûn daran lê kom dikin heye? 
 
- B.B.: Niha cihekî ku em lê kom dikin. Em qadekê vedikin.
 
- Ê.: Li navenda bajêr?
 
- B.B.: Na. Gund nêz e. Li wir jixwe herêmên leşkerî, baregehên leşkerî hene. Anku ji hêla ewlekariyê ve pirgsirêk tune ye. Xetere li ser yên ku bi wan traktoran tên qadê heye lê ewlehiya kamyonvanan ji sedî sed e. Em diçin. Jixwe kule hene. Gelek kule hene. Ew ewlehiyê diparêzin. Li wir pirsgirêkek nîne. 
 
- Ê.: Anku hûn ewlehiyê diparêzin?
 
- B.B.: Na, na. Tiştekî wisa nîne. Şikir ji xwedê re niha rehet e. 
 
- Ê.: We got van navberan di destê me de dar nînin. Texmînî dê kengî bikevin destê we? 
 
- B.B.: Wileh li gorî texmîna min, rojên şemî û yekşemê dê tune bin. Ji ber ku rêlvan fîş nabirin. Mesaî tune ye û ew jî di betlaneyê de ne. Em dikarin wê kamyonê di roja duşemê de ji vir derxînin. 
 
- Ê.: Me bi E. re hevdîtin kir. Wî jî got ku van navberan dar nayên birîn. Gelo ji ber ku rê nîne lewma nayên birîn an dar kêm bûne?
 
- B.B.: Li gelek aliyan dar tên birîn, îhaleyên leşkerî hene. Hemû jî kişandine wan deveran. Darên wan kesên ji bo leşkeriyê îhale vekirin tên birîn. Lewma darbirên me kêm bûne. Lewma zêde dar nayên. Heke we mehek berê bigota, we 20 heta 30 kamyon jî bixwestina dê me bo wer rêbikira. 
 
- Ê.: Rojane ne wisa?
 
- B.B.: Erê, me dikariya rojane bişînin. Lê niha gelek kêm bûne. 
 
- Ê.: We dikariya par jî bişînin ne wisa? Dê bê qey par jî ji wan devaran gelek dihatin van deran...
 
- B.B.: Erê, gelek dihatin. Ev çend sal in em her tim dibirin. Me her tim dibirî. Ev yek 30-35 sal in didome. 
 
- Ê.: Dê bêjî qey di nava 2-3 salên dawî zêde bû ne wisa?
 
- B.B.: Di nava 2-3 salên dawî de ev pençe (qala operasyonên pencan dike), ji ber terorê birîna daran zêdetir bû. Vaye ji ber ewlehiyê. Lewma bêhtir tên birîn.” 
 
MA / Azad Altay - Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

16/08/2022
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn