OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin

  • rojane
  • 15:20 11 Tebax 2022
  • |
img

STENBOL - Şaxa OHD’a Stenbolê da zanîn ku Mehdî Mihçi ku di 7’ê tebaxê de hate binçavkirin û Suleyman Soylu 4 roj piştre weke PKK’î hedef nîşan dabû, di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên dermirovî hatiye û gefa kuştinê lê hatiye xwarin. OHD’ê diyar kir ku Mihçi bi mebesta bidawîkirina îşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kiriye. 

 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî rewşa Mehdî Mihçi ku ev 4 roj in di bin çavan de ye, daxuyanî da. Di eywana daxuyaniyê de pankarta “Îşkence, sûcê li dijî mirovahiyê ye” hatibû daliqandin. Ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Stenbolê Vedat Çagirtekîn ku pêvajoya binçavkirina Mihçi dişopand, xwend. Çagirtekîn, diyar kir ku Mihçi di 7’ê tebaxê de ji hêla polîsên TEM’ê ve hatiye binçavkirin û wiha domand: “Ji kêliya binçavkirinê ve îşkenceya li dijî Mihçi dest pê kir.” 
 
GEFA KUŞTINÊ LÊ XWARIN
 
Çagirtekîn, diyar kir ku di dema binçavkirinê de polîsan di bin navê mulakatê de Mihçi birine odeyekê û wiha pê de çû: “Agahî jê xwestin. Piştre jî bi hinceta ku biqasî tê xwestin agahî nedane û hevkarî nekiriye, li odeyê hate derbkirin. Di tevahiya rojê de di wê odeyê de hate ragirtin û ji hêla komên cuda ve hate derbkirin. Her wiha kesên Mihçi derb dikirin gefa; ‘heke tu neaxivî em ê te û malbata te bikujin’ lê xwarin. Du rojan di vê odeyê de ma, gelek caran jêpirsîn kirin, heqaret lê hatin kirin, gef lê xwarin, derb kirin û îşkence lê hat kirin. Bi sedema ku hevkarî qebûl nekiriye, di heman rojê de cop xistin makata wî, organê cinsî meriçandin, organê cinsî şidandin û gelek rêbazên îşkenceyê yên ku rûmeta mirovan binpê dikin hatin kirin.” 
 
‘ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ HATIN DÎTIN’
 
Di berdewamê de Çagirtekîn anî ziman ku roja din jî îşkence berdewam kir û miwekîlê wî ji bo bidawîkirina van îşkenceyan dest bi grev birçîbûnê ya bêdem kiriye û ev agahî dan: “Ev greva hêjta berdewam e. Ev îşkenceya sîstematîk hêj berdewam e. Di dema axaftinê de miwekîlê me bi zehmetî diaxivî, çavên wî bêhemdî xwe dihatin girtin û xuyaye ku bêxew hatiye hiştin. Di dema axaftinê de her tim li derdora xwe dinihêrt, ditirsiya ku tiştek bi serê malbata wî were û ji ber îşkenceyan nedikariya rûne û dema radibû zehmetî dikişand. Digot; gelemperî li zikê wî û lingên wî tê xistin û sedema vê jî ew e ku şopên îşkenceyê neyên dîtin. Weke ku tê zanîn îşkence, di her şert û mercan de bi taybet jî di dema binçavkirinê de qedexe ye. Em ê destûrê nedin ku di bin navê ‘ziyanê digihîne yekparetiya dewletê’ de ev îşkence bê rewakirin.” 
 
‘EM Ê PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN’
 
Çagirtekîn, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku faîlên îşkenceyê bi zirxê necezakirinê tên parastin. Ji bo ku îşkenceya li Şaxa TEM’a Stenbolê bêceza nemîne, banga me li dewletê ew e ku dev ji polîtîkaya xwe ya necezakirinê berde û derheqê Şaxa TEM’ê ya Stenbolê de lêpirsîneke bibandor bide destpêkirin û berpirsyarên îşkenceyê bidarizîne. Em ê ji hêla hiqûqî ve bibin şopdarên vê mijarê û bang li Wezareta Edaletê dikin ku bi berpirsyartiya xwe rabe.”  
 
SOYLU HEDEF NÎŞAN DA
 
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu jî qala îşkenceyê nekir û Mihçi bi gotina ‘PKK’î ye’ hedef nîşan da. 
 

Sernavên din

16/08/2022
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn