Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin

  • rojane
  • 09:06 11 Tebax 2022
  • |

AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û anî ziman ku muxatabê pirsgirêka kurd Ocalan e û wiha got: “Pirsgirêka kurd û pirsgirekên ku li Tirkiyeyê heyî dikarin bi azadiya birêz Ocalan a fizikî çareser bibin.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Tevî hemû serlêdan û hewldanan jî destûra hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re nayê dayîn. Ji ber tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, gelê kurd û hezkiriyên Ocalan li çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat çalakiyan li dar dixin û banga azadiya Ocalan a fizikî dikin. Gelê kurd li her qadê di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de Ocalan weke nûnerê vîna xwe nîşan didin û ji bo rakirina tecrîdê jî di nava liv û tevgerê de ne. Tevî hewldanan jî dewleta tirk bi israr sepanên tecrîdê li Îmraliyê dimeşîne û ew sepan jî dibin sedemê qeyrana civakî, aborî û siyasî. 
Hevserokê Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Zekî Baran, der barê tecrîda li ser Ocalan de axivî.
 
Baran, der barê mijarê de anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan bandoreke giran li ser hemû civaka Rojhilata Navîn dike û bingeha şerê li Rojhilata Navîn jî tecrîda li ser Ocalan e. Baran, bi lêv kir ku qeyrana aborî, siyasî û civakî jî bi tecrîdê ve girêdayî ye û wiha got: “Qeyrana aborî her ku diçê kurtir dibe. Hatiye astekê wisa ku edî derûniya mirovan xirab dike. Li aliyê din şer, pêvçûn dizî bi taybetî di nav malbatan de dibin sedemê qetilkirina jinê. Ev hemû jî bingeha xwe ji qeyrana aboriyê digirin. Sedema qeyrana aborî jî sepanên tecrîdê ne. Ji milê dîplomasî, siyaset û aboriyê ve têk çûyinek heye.”
 
‘TECRÎD BI TU NIRXÊN MIROVAHIYÊ NAYÊ ÎZEHKIRIN’ 
 
Baran, destnîşan kir ku dewlet hebûna xwe li ser tunekirina kurdan avadike û niha jî ew şer bi awayekî giran li ser Ocalan bi sepanên tecrîde tê meşandin. Baran, diyar kir ku tecrîd bi tû nirxên mirovahiyê nayê îzahkirin û wiha domand: "Lê tevî tecrîdê jî birêz Ocalan gelek tişt îspat kirin. Yek, merîv çawa dikarê li ber xwe bide. Li ber xwe dan nîşanî gelê Rojhilata Navîn da. Birêz Ocalan bi keseyata xwe ya berxwedêr ew tecîd vala derxist. Ya duyan jî rol û mîsyona birêz Ocalan. Herî dawî di navbera salên 2013 û 2015’an de berî ku mase ji aliyê Serokwezirê wê demê Erdogan ve nehatibû  hilweşandin, wê demê hemû civakê dît ku şer tune bû, pêvçûn tune bû û qeyrana aborî tune bû. Anku ji her alî ve civak di nav dewlemendiyekê de dijî. Birêz Ocalan wateya aştî, jiyana wekhevî û yê ku dikare vî şerî bide sekinandin e. Lê kesên ku hebûna xwe di vî şerî de dibînin tecrîdê jî giran dikin.”
 
‘DIVÊ AZADIYA BIRÊZ OCALAN A FÎZÎKÎ PÊK WERE’
 
Di berdewema axaftina xwe de Baran bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser girtîgehan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro referansa me jî berxwedana Zindana Amedê ye, dûh çawa nekarîn wê berxwedanê bişkînin û tekçûn îro jî bi pêşengtiya birêz Ocalan wê têk biçin.” Baran, destnîşan kir ku çareseriya pirsgirekên ku di Rojhilata Navîn de diqewimin li cem Ocalan e û wiha domand: “Li dijî şer berxwedan pewîst e, gava yekî êrişî merîv kir, merîv nikarê bejê aştî, divê merîv bi berxwedana xwe êrişkaran poşman bike ku ew aştiye bixwaze. Îro bi pêşengtiya birêz Ocalan berxwedana ku gelê kurd dide êrişkaran poşman dike. Dema em li desthilatdaran dinêrin herî dawî jî AKP’ê ew pirsgirêka kurd hemû birin sergoyê dîrokê. Îro muxatabê vê pirsgirekê diyar e. Gelê kurd jî wekî vîna xwe nîşan daye. Ji ber wê divê azadiya birêz Ocalan a fizîkî pêk were. Ji bo pirsgirêka kurd, pirsgirêkên ku li Tirkiyeyê heyî û Rojhilata Navîn çareser bibin hewceye birêz Ocalan bi awayekî azad rola xwe bilîze. Lê mixabin muxatabê birêz Ocalan tune ye.”
 
‘HELWESTA PARTIYÊN MUXALÎF XAPANDINA GELÊ KURD E’
 
Baran, anî ziman ku partiyên muxalîf jî li dijî tecrîd, şer û pirsgirêka kurd wekî AKP’ê û MHP’ê tevdigerin û ev tişt gotin: “Bi hezaran hincetên gelê kurd hene ku deng nedin AKP’ê û MHP’ê. Di vê pêvajoya hilbijartinê de jî hinek derketine dibêjin ew nikarin. Lê keremkin hûn li dijî pirsgirêka kurd, şer û tecrîde çi difikirin bêjin ku bila gelê kurd piştgiriya we bike. Yek, hûn ji bo azadiya gelê kurd çi difikirin? Hûn ji bo azadiya birêz Ocalan a fizîkî çi difikirin? Ji bo şerê qirêj ku bi çekên kimyewî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê diqewime hûn çi difikirin? Ew xwestekên ku kurdan ji bo wan canê xwe dane hûn çi difikirin?  Ew dibêjin ku kurd kurdên berê ne, em ê bi çend gotinan dilê wan xweş bikin û deng bistînin. Na kurd edî ne kurdên berê ye. Civaka kurd a îro felsefe û paradigmaya birêz Ocalan ji xwe re referans girtiye, edî hûn nikarin vê civakê bixapînin. Heke derdê wan aştiyeke mayînde ye wê demê tiştên ku bikin jî diyar e, ew jî azadiya birêz Ocalan a fizîkî ye. Ji xeynî vê yekê hemû tişt xapandine.”
 
‘NÊZÎKATIYA PARTIYÊN MUXALÎF JI YA AKP’Ê XETERTIR E’
 
Bi domdarî Baran bi lêv kir ku nezikatiya tifaqa desthilatdar û ya partiyên mûxalîf a li dijî kurdan wek hev in û got: “Di çapemeniyê de qaşo dibêjin tekiliyên 6 partiyên muxalîf bi HDP’ê re hene û dema desthilatdar jî li ser vê wan sûcdar dike, ew jî li dijî vê dibêjin ku, ‘Berê hûn jî bi hev re li ser maseyê rûniştibûn’ di navbera vê û nêzikatiya we de çi cûdahî heye. Heke tu hêj ji niha ve bitirsî ku bi HDP’ê re li ser masayekê rûnî em ê çawa baweriye li we bînin. Ji ber wê heta hişmendiya pergalê neguhere, sibê kî bibe desthilat jî ji xeynî şer tiştekî ku bide kurdan tune ye. Ji ber wê ev pirsgirêk, pirsgirêka pergaleyê. Heke ev pergal neyê guhertin kî bibe desthilatdar jî hişmendî naguhere. Ew 6 partiyên ku qaşo ji xwe re dibêjin mûxalîf, dema mijar dibe kurd ji AKP’ê xetertir difikirin.” 
 
‘DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN HER TIM DI HIŞÊ ME DE BE’
 
Baran, di dawiya axaftina xwe de ji bo azadiya Ocalan a fizikî ev bang li gel û siyaseta kurd kir: “Kengî ku me fikr û ramanên Birêz Ocalan fehm kirin û li gor wê jiyan, wê demê ji xwe Birêz Ocalan wê azad bibe. Îro mînaka Rojava li holê ye. Berxwedana keç û xortên kurd, ew pergala ku li gor nirx û xwezayê dixwazin ava bikin, ji aliye hemû cihanê ve jî bi awayekî balkêş tê şopandin. Kesê ku gelê kurd ji xwe re rêber dibîne, heke 23 sal in dîl hatibê girtin û hê jî dil girtî be ev mijara ku em rexne dayina xwe bidin. Gelek liv û tevger jî li dijî vê tecrîdê çebûn lê dema em li encamê dinêrin, hêj jî Birêz Ocalan dil girtî ye. Wexta ku em fikir û ramanên Birêz Ocalan di keseyatiya xwe de bi cih bikin wê demê em ê bizanin ku em ê çi jî bikin. Heke tecrîda li ser Birêz Ocalan her tim di hişê me de be û em hertim di nav lêgerîne de bin wê demê ev tecrîd jî wê rabe, ew heqîqet wekî avê wê biherike û rêya xwe bibîne.”
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

16/08/2022
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn