Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû

  • rojane
  • 09:04 11 Tebax 2022
  • |
img

STENBOL - Di lêpirsîna têkildarî Ferhan Yilmaz ê piştî îşkenceya gardiyanan jiyana xwe ji dest da de biryara neşopandinê hate dayîn. Gardiyan û personelê îdarî ku giliya wan hate kirin weke “şahid” hatin guhdar kirin. Parêzeran îtîrazî biryara neşopandinê kirin. 

 
Ferhan Yilmaz ê dema li qawişa E-1 a Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê dihat ragirtin bi awayekî “gumanbar” jiyana xwe ji dest da. Bi Yilmaz re Halîl Kasal û Coşkûn Agca jî di nav de herî kêm 8 kes di 6’ê nîsanê de rastî zext û îşkenceya gardiyanan hatin. Gardiyanên ku ketin qawişa girtiyan, şimaqek li girtiyekî dan. Pişt re ji girtiyan Kasal birin cihê hewadariya qawişê. Gardiyana li vir ji Kasal re gotin “li ser te ben heye, ka xwe dar ve bike” û neçarî întîharê kirin. 
 
Kasal ji ber îşkenceya lê hate kirin, bi benên pêlavê hewl da xwe întîhar bike. Kasal, di 8’ê nîsanê de bi malbata xwe re bi telefonê axivî û hişyar kir ku nikarin xwe li ber îşkenceya gardiyanan bigirin û wê bi gelek kesan re întîhar bike. Yilmaz ê yek ji îşkence lê hate kirin jî di 9’ê nîsanê de li qawişê ji ser hişê xwe çû. Yilmaz ê pişt re rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silivriyê, rojekê şunde li beşa lênêrîna awarte ya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. 
 
DÎMENÊN ÎŞKENCEYÊ 
 
Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan ku têkildarî mirina Yilmaz daxuyanî da, îdia kir ku dilê Yilmaz sekinî ye. Lê di rapora mirinê ya Yilmaz de îbareya “nexweşiya vegirtinê” hate nivîsîn. Di dîmenên di dema rakirina nexweşxaneyê ya Yilmaz de hatin kişandin û di 13'ê nîsanê derketin holê de şopên îşkenceyê hatin dîtin. Di dîmenan de di difin, lêv û hin derên rûyê Yilmaz de şopên îşkenceyê hebûn.
 
BIRYARA NEŞOPANDINÊ 
 
Piştî ku Yilmaz jiyana xwe ji dest da Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê bi sûcdariya “mirina biguman” a resen lêpirsîn vekir. Li ser giliya parêzerê malbata Yilmaz Mûstafa Sogutlu jî bi sûcdariya “peywîra xwe nebaş bikaraniye” lêpirsîneke din hate vekirin. Pişt re di lêpirsîna kirin yek de tevî îdiaya îhmal û îşkenceya gardiyanan heye, dozger personele girtîgehê û tenduristiyê weke “şahid” guhdar kir. Ji bilî vê di lêpirsînê de cih da rapora ku Saziya Tiba Edlî (ATK) di 21’ê nîsanê de amade kir û di 11’ê gulanê de nirxand jî. Dozger ê nirxandina raporê li ber çav girt, îdia kir ku Yilmaz ji ber “Nexweşiya dil” û “Enfeksiyona Kezebê” jiyana xwe ji dest daye. Dozgeriyê diyar kir ku di mirina Yilmaz de tu hêmanên sûc nînin û di 4’ê tîrmehê de biryara neşopandinê da. 
 
SERLÊDANA ÎTÎRAZÊ 
 
Piştî biryara neşopandinê Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Rengîn Ergul û endamên OHD'ê Emrah Baran û Necla Mizgîn Argiş, bi hinceta lêpirsîneke bi bandor nehatiye birêvebirin di 6’ê tebaxê de ji bo îtîrazê serî li Dadgeha Ceza ya Sulh a Sîlîvriyê dan. Di serlêdana îtîrazê de hate diyarkirin ku bêyî lêpirsîneke bibandor bê birêvebirin biryara neşopandinê hatiye dayîn û bal kişandin ser dîmenên derketin holê û girteka muayeneya mirinê. Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişandin ser rapora otopsiyê ku ATK’ê di 21’ê nîsanê de amade kir û cihên şopên îşkenceyê yên laşê Yilmaz. 
 
NAKOKIYÊN DI RAPORA ATK’Ê DE 
 
 Parêzeran destnîşan kir ku ATK’ê qet qala birînên ku di girteka muayeneya mirinê de hene nekirine û tevî vê yekê mirina Yilmaz girêdayî nexweşiya dil û enfeksiyona kezebê kiriye. Parêzeran da zanîn ku têkildarî ekîmoz û xwîn jê hatina hin derên laş jî nirxandinek tune ye. Parezeran anîn ziman ku ji ber vê yekê diyarkirina ATK’ê ya “Nexweşiya dil” û “Enfeksiyona Kezebê” kêm û bixeteye û dozger bêyî ku vê nakokiyê çareser bike bi lez û bez biryara neşopandinê daye. 
 
TEV LI KIRARIYÊN OTOPSIYÊ NEBÛN 
 
Parêzeran bi lêv kir ku parêzer tev li kirariyên otopsiyê nebûne, ev yek li dijî qanûna ne û dîmenên têkildarî kirariyên otopsiyê zêde nexistine çarçoveya dosyayê. Parêzeran anî ziman ku ji ber vê yekê ji wergirtina mutalaaya zanistî bêpar hatine hiştin.
 
‘ŞAHIDÊN ÎDAREYÊ’ HATIN GUHDARKIRIN 
 
Parêzeran, diyar kir ku Kasal û Agca ên bi Yilmaz re di heman qawişê de bûn û di heman demê de îşkence li wan jî hate kirin û piştî bûyerê sewqî hin girtîgehên din hatin kirin, tevî îşkenceya li Yilmaz hatiye kirin dîtine jî weke şahid nehatine guhdarkirin û gotin ku ev rewş jî nîşan dide ku lêpirsîn bi awayekî vekirî bibandor nehatiye birêvebirin. Parêzeran bi lêv kir ku şûna şahidên rast hin kesên tên îdiakirin bi Yilmaz re mane ji aliyê îdareyê ve pêşkeşî dosyayê hatin kirin û ev kes weke “şahid” hatine guhdarkirin. Parêzeran destnîşan kir ku ev rewş ji kêmkirina gumanan wêdetir, guman zêdekirine. 
 
‘KUŞTINA BI ZANEBÛN’
 
 Parêzeran, bal kişandin ku heke Yilmaz di encama “enfeksiyona kezeb û nexweşiya dil” jiyana xwe ji dest dabe jî berpirsyartiya îdareyê heye. Parêzeran diyar kir ku îdareyê berpirsyartiya xwe bi cih neaniye û sûcê “îhmala kuştina bi zanebûn” derketiye holê. Parêzeran her wiha bal kişandin ser qanûnên têkildarî mafê jiyanê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), madeya 17’emîn a Destûra Bingehîn û berpirsyartiya îdareyê bi bîr xist. Parêzeran da zanîn ku ji ber bi mafê xwe gihandina tenduristiyê bûne sedemê mirinê mafê jiyanê hatiye binpêkirin. Parêzeran bi lêv kir ku mafê jiyanê bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye parastin lê ev maf hatiye binpêkirin. Parêzeran anî ziman ku ji ber vê yekê divê lêpirsîneke ji nû ve were destpêkirin û lêpirsîneke bi bandor were birêvebirin.
 
MA / Mehmet Aslan
 
 

Sernavên din

16/08/2022
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn