Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin

  • rojane
  • 09:04 10 Tebax 2022
  • |
img

RIHA - Mala Şînê ku di sala 2012’yan de li navçeya Wêranşarê hatibû avakirin, di serdema şaredariya AKP’î de ji kesên tiryakê dikişînin re hatiye hiştin. 

Mala Şînê ya Ramazan Guzelel ku di sala 2012’an de ji aliyê şaredariya BDP'ê ve li navçeya Wêranşara Rihayê hatibû avakirin, ji kesên tiryakê dikişînin re hatiye hiştin. Mala Şînê ku li Taxa Kişlayê hatiye avakirin, li ser erdê ku ji aliyê Ramazan Guzelel ve hate tahsîskirin hatibû çêkirin. Bi girtina malên şînan a ji ber şewba vîrûsa koronayê ya di sala 2020’an de, mala şînê ya bêbandor mayî, ji ber xwedî derneketinê zirarê dîtiye û veguherî cihê kesên tiryakê dikişînin. Mala şînê ya di çarçoveya bergiriyên ji ber şewbê de hatibû girtin, piştî bergirî hatin rakirin jî bêxwedî hate hiştin. Mala şînê ya derî û pencereyên wê hatine dizîn, niha vegeriyaye avahiyeke terkkirî û bi şev ji aliyê kesên tiryakê dikişînin ve tê bikaranîn. Kesên tiryakkêş ku nêzî sê sal in mala şînê ya bêxwedî ji xwe re kirine cih û war, metirsiyê dide xelkê derdorê. Welatiyên li taxê dijîn tevî ku rewş gelek caran ji rayedarên miduriyeta polîsan û şaredariyê re ragihandine jî hê jî çareseriyek nehatiye dîtin. 
 
Tê îdiakirin ku li avahiya terkkirî ji bilî kişandina tiryakê, fihûş jî lê tê kirin û miduriyeta polîsan jî ji vê yekê agahdar e. Yek ji şêniyên taxê Nezîr Karadag ku ji rewşa mala şînê aciz e, diyar kir ku mala şînê bi zanebûn bi awayekî terkkirî tê hiştin û bi lêv kir ku bi vê rêbazê tê armanckirin ku ciwanên wêranşarî ji çanda xwe dûr bikevin. 
 
‘BI ZANEBÛN DIKIN BENDEWARÊN MADEYÊ’
 
Karadag, da zanîn ku di demên dawî de li Wêranşarê bi zanebûn bikaranîna tiryakê tê zêdekirin û wiha got: “Berê ev der mala şînê bû lê niha bûye avahiyeke ku herkes jê aciz e. Ev der bû weke çopî. Ev der ji bo ji mirovan re xizmetê bike, ji bo bibe cihekî mirov bikarin êşên xwe parve bikin hate tahsîskirin û ji aliyê şaredariya HDP’î ve jî bi awayekî xweş pêşkeşî xizmetê hate kirin. Gelek mirov ji sala 2012’an heta sala 2020’an jê sûd wergirt û şînên xwe danîn.” Karadag, bertek nîşanî bêxwedîhiştina mala şînê da û wiha berdewam kir: “Divê şaredarî û miduriyeta polîsan ji vê yekê re bêjin bes e. Li Wêranşarê ciwan bi awayekî zanebûn dikin nava bikaranîna tiryakê. Ev avahiyên bi vî awayî dibin amûrê belavkirina vê yekê. Li navçeyê hin kes îxbar dikin ku zarokên wan tiryakê bikartînin lê çareseriyek nayê dîtin. Dibêjin tora îstîxbarata miduriyeta polîsan îro bi ‘hêz e’, dibêjin ‘bêyî me çûkek jî nikare bifire’ lê ev qas madeya hişbirê çawa tê?”
 
‘DI DEMA HDP’Ê DE TIŞTEKÎ WISA TUNE BÛ’
 
Karadag, bi lêv kir ku bi tiryakê vîna ciwanan hedef tê girtin û got: “Ciwanên me ber bi geravekê ve tên kaşkirin. Her roj ciwanên nû dikevin vê kemînê. Heke li dijî vê em bergiriyekê negirin wê sibê kesên herî nêzê me jî bikevin nav. Divê kes nebêje ‘ji min re çi’. Divê gelê Wêranşarê bertekeke civakî nîşanî vê yekê bide. Îro şaredarî tenê vegeriyaye saziyeke rantê ji ber wê yekê jî tişteke ku em ji wan hêvî bikin nemaye. Berê dema şaredarî ya HDP’ê bû tiştekî wisa tune bû.”
 
‘EV PROJEYEK E’
 
Karadag, destnîşan kir ku tevî giliyên welatiyên li taxê dijîn dikin jî çareseriyek nehatiye dîtin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Rayedar ji rewşê agahdar in lê bizanebûn tiştekî nakin. Ev projeyeke û ji bo bêexlakî zêde bibe tê paşguhkirin.”
 
MA / Emrûllah Acar
 
 

Sernavên din

13/08/2022
13:29 Sancar li Samandagiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
13:06 Di bîranîna Ûlaş Alankûş de gelek kes hatin binçavkirin
12:59 Li Kirmanşahê kolberek hat kuştin
12:16 Li aqûbeta Kartay, Er û Ceylan hat pirsîn
11:47 Li Santrala Akkuyu cînayeta kar: Abdî Adiguzel mir
11:26 Di hefteyekê de li Efrînê 11 kes hatine revandin
11:06 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:06 'Li cihê ku edalet lê nebe, ew der tarî ye'
10:53 Festîvala Xweza û Baweriyê: Bila însan biz iman û baweriy xwe bijîn
10:39 Li Çiyayê Tendurekê operasyon û şer diqewime
10:13 4 meh in DEDAŞ’ê wan di tariyê de hiştiye!
09:48 Li Herêma Kurdistanê leşkerek serpel hat kuştin
09:46 Li sê bajaran destûra lêgerîna petrolê hat dayîn
09:33 Li gundê Hesena birîna daran berdewam dike
09:03 Şev û roj dixebite: Di navbera kirîna derman û erzaq de tercîhê dike
09:03 ‘Aysel ji ber ku siyasetmedareke jin a kurd e nayê berdan’
09:03 Midûrê ku digot ‘Ez Esat Oktay im’ careke din şandin Girtîgeha Tekîrdagê
09:02 ‘Şaredarên AKP’yî ku hatine cezakirin ji aliyê Soylû ve tên parastin’
09:02 Kameraya qereqolê kêliya têqîna ku H.E. giran birîndar bûbû ‘nekişandiye’!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2022'YAN
12/08/2022
21:53 Midurê girtîgehê bi şandeya ji bo çalakiya greva birçîbûnê hatiye avakirin re hevdîtin nekir
21:37 Sancar: Em dixwazin aştiyeke rast û birûmet were welat
19:49 AYM’ê derbarê Tûglûkê de biryara tedbîrê da
19:16 Îlker a ji bo kurê xwe yê nexweş di çalakiyê de: Hûn sûc dikin
18:52 Dayîka Rêzan Cavîd: Serê wî qasî daristanên Qendîlê bilind e
17:09 Li Mêrdînê şerê bi çekan: Cerdevanê ku tê îdiakirin bi zorê fihûşê dide kirin birîndar bû
16:39 10 karker û rojnameger Kuray hatin binçavkirin
16:08 Li Girtîgeha Amedê ya Jinan korona belav dibe
15:55 20 kesên di serdegirtina ESP'ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:45 Bertek nîşanî revandina cenazeyê Alankuş dan: Em ê gilî bikin
15:02 Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Girtîgeha Denîzliyê di roja 2’yan de didome
14:54 Hevseroka HDP’a Şirnexê hat berdan
14:29 Rapora Çavdêriyê: Ji bo peşkê li Nobeda Edaletê bixin zextan dikin
13:49 NY: Di êrişa Îsraîlê de 19 zarokên filistînî hatin kuştin
13:49 Wezareta Karê Derve derbarê Sûriyeyê de daxûyanî da
13:45 Encumenên HDP’yî giliyê şaredarê AKP’yî, dozger û polîsan kirin
13:38 Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê
13:33 OHD: Di binçavan de li nexweşxaneyê îşkence li miwekîlên me hatiye kirin
13:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:06 Girtiyê nexweş Polat: Ji ber ku ez kurd im gefan li min dixwin
12:57 Ferît Şenyaşar: Dema edalet pêk hat dê kesên qedexe li ber me danîn hesabê bidin
12:52 Baroya Mêrdînê dest bi lêkolîna bûyera tecawizê ya li Dêrikê kir
11:12 Bi daxuyaniya Çavuşoglû re herêm tevlihev bû
10:36 Kartal: Divê bi şerê gel ê şoreşger bersiva êrişan bê dayîn
10:02 Dozgerê bêyî ku ji ber mirina Atmaca îfadeya karmendan bigire derket betlaneyê
09:44 Cihê wezîfeya 329 qeymeqam û 11 midûrên polîsan hat guhertin
09:04 Deriyê sînor ku AKP 11 sal in propagandaya wê dike hêj nehatiye vekirin
09:04 Rapora Nobeda Edaletê ya 522 rojan: Divê Meclis wezîfeya xwe pêk bîne
09:03 Tedawiya rojnamevan Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, tê astengkirin
09:03 Hevdîtina dayik û law: Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû maç bikim
09:03 Bi cerdevan re bazara daran: Ev çend sal in em her tim dibirin, leşker me diparêzin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2022'YAN
11/08/2022
23:56 Bûldan: HDP hêviya vî welatî ye
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin