Ciwanên HDP’î di konsera li dijî bendîbûnê de hatin gelhev

  • ciwan
  • 22:42 7 Tebax 2022
  • |
img

RIHA - Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag ku di konsera Meclîsa Ciwanan a HDP’a Rihayê li dijî bendîbûnêli dar xist de axivî û wiha got: “Berxwedan bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest pê kir. Îro em jî dibên ‘Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî serbikevin.”

 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê li dijî bendîbûnê tiryakê di konserê de hatin gelhev. Ji bilî endamên Meclisê, Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag, parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek ciwan tev li konsera ku li eywaneke dawetê ya li bajêr hate lidarxistin bûn. Ciwanan li eywana konsere pankartên “Bi vîna Kemal li hember tiryak û şerê taybet dengê xwe bilind bike”, “Ciwan hêza parastina ziman e” , “Hêza jinan têkoşîna jiyanê ye” daliqandin. 
 
Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag, bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilatê û wiha got: “Cihê ku van dest pê kir Îmrali ye. Tecrîda ku li Imraliyê dest pê kirî li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Li hemû girtîgehan tecrîd heye. Girtî nayên dermankirin û mafê herî biçûk jî ji wan tê girtin. Li Rojava li dijî destkeftiyên kurdan êrîş heye. Sedema êrîşan jî destkeftiyên kurdan e. Sedema êrîşên li Herêma Kurdistana Federe jî wiha ye. Ne tenê Kurd û Tirkiye ji êrîşan zerarê dibîne, hemû derdorên wan jî zerarê dibîne. Zaxo mînaka vê yekê ye. Divê her kes baş bizanibe ku kurdek li ku derê bê qetilkirin wê hesab ji kujeran bê pirsîn. Ne tenê kurd, hemû gelên li van xakan dijîn êşa vê tecrîdê dikişînin. Krîza aboriyê ne tenê ji bo kurdan e, jin, ciwan û kurd jê bandor dibin, lê her kesên li Stenbolê dijîn jî bi vî rengî ne.”
 
CIWAN NE BÊÇARE NE’
 
Dag, destnîşan kir ku pergala vê perwerdeyê pêşerojekê pêşkêşî ciwanan nake, ciwan bêkar in û wiha berdewam kir: “Perwerdeya bi zimanê dayikê nîne, sîstemeke perwerdeyê ya ji dûrî zanîstê heye. Dema ciwan dikevin ezmûnê, bêhêvî dikevinê. Me di KPSS’ê de jî dît ku alîgirên AKP-MHP'ê çawa pirsan didizin. Kesên dixwazin dikin karmend yen dixwazin ji kar derdixînin. Ciwanan hêviya xwe ji vê sîstemê birî ye . Her sal li Rihayê bi hezaran kes wek karkerên demsalî diçin bajarên din. Ciwan ne bêçare ne. Divê ji bo mafên xwe xwe bi rêxistin bikin. Ciwanan tu carî zext qebûl nekirin. Çawa ku beriya 40 salan ciwanan li vê xakê serî hildan, îro jî ciwanên di rêya wan de dimeşin jî têdikoşin." 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
 
Dag, bi lêv kir ku li dijî ciwanan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û wiha axivî: “Zarokên 11 salî girêdayî madeyên bendîbûnê kirine. Çi li bajarên kurdan bendewarî belav dibe? Bersiva wê zelal e. Bizanebûn bi taybetî li bajarên kurdan belav dikin. Îro em ji bo konserekê hatin gelhev, bi hezaran polis li derdora me hene. Ev hêz çim ali kolanan bendîbûnê tiryake asteng nakin. Polîtîkayên taybet ne tenê li dijî jinan e. Jin û xweza jî ji vê nesîbê xwe digirin. Darên li Şirnexê tên birîn li bajarekî kurdan li Rihayê tên firotin. Li dijî van hemûyan Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Rihayê dixwaze kampanyayekê li dar bixe lê tê îllegalîzekirin. Ji ber ku xwerêxistinkirina xwe mezin dike. Ciwan tu caran serî natewînin. Ciwan 40 sal in li ber xwe didin wê ji vir û şunde jî li ber xwe bidin. Berxwedan bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest pê kir. Îro em jî dibên ‘Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî serbikevin’. Ciwan xwe birêxistinkirina xwe zêde bikin wê gelê kurd serbikeve. Her tim kesên li ber xwe dane serdikevin wê dîsa ew serbikevin. Kurdên li Rojava bi berxwedanê serketin wê dîsa bi berxwedanê serbikevin.” 
 
XECÊ DERKET SER DIKÊ
 
Piştî axaftina Dag hunermend Xecê bi çepik û tililiyan derket ser dike. Ciwan bi stranên Xecê gotin, bi awayekî bicoş govend gerandin. 
 

Sernavên din

13/08/2022
13:29 Sancar li Samandagiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
13:06 Di bîranîna Ûlaş Alankûş de gelek kes hatin binçavkirin
12:59 Li Kirmanşahê kolberek hat kuştin
12:16 Li aqûbeta Kartay, Er û Ceylan hat pirsîn
11:47 Li Santrala Akkuyu cînayeta kar: Abdî Adiguzel mir
11:26 Di hefteyekê de li Efrînê 11 kes hatine revandin
11:06 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:06 'Li cihê ku edalet lê nebe, ew der tarî ye'
10:53 Festîvala Xweza û Baweriyê: Bila însan biz iman û baweriy xwe bijîn
10:39 Li Çiyayê Tendurekê operasyon û şer diqewime
10:13 4 meh in DEDAŞ’ê wan di tariyê de hiştiye!
09:48 Li Herêma Kurdistanê leşkerek serpel hat kuştin
09:46 Li sê bajaran destûra lêgerîna petrolê hat dayîn
09:33 Li gundê Hesena birîna daran berdewam dike
09:03 Şev û roj dixebite: Di navbera kirîna derman û erzaq de tercîhê dike
09:03 ‘Aysel ji ber ku siyasetmedareke jin a kurd e nayê berdan’
09:03 Midûrê ku digot ‘Ez Esat Oktay im’ careke din şandin Girtîgeha Tekîrdagê
09:02 ‘Şaredarên AKP’yî ku hatine cezakirin ji aliyê Soylû ve tên parastin’
09:02 Kameraya qereqolê kêliya têqîna ku H.E. giran birîndar bûbû ‘nekişandiye’!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2022'YAN
12/08/2022
21:53 Midurê girtîgehê bi şandeya ji bo çalakiya greva birçîbûnê hatiye avakirin re hevdîtin nekir
21:37 Sancar: Em dixwazin aştiyeke rast û birûmet were welat
19:49 AYM’ê derbarê Tûglûkê de biryara tedbîrê da
19:16 Îlker a ji bo kurê xwe yê nexweş di çalakiyê de: Hûn sûc dikin
18:52 Dayîka Rêzan Cavîd: Serê wî qasî daristanên Qendîlê bilind e
17:09 Li Mêrdînê şerê bi çekan: Cerdevanê ku tê îdiakirin bi zorê fihûşê dide kirin birîndar bû
16:39 10 karker û rojnameger Kuray hatin binçavkirin
16:08 Li Girtîgeha Amedê ya Jinan korona belav dibe
15:55 20 kesên di serdegirtina ESP'ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:45 Bertek nîşanî revandina cenazeyê Alankuş dan: Em ê gilî bikin
15:02 Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Girtîgeha Denîzliyê di roja 2’yan de didome
14:54 Hevseroka HDP’a Şirnexê hat berdan
14:29 Rapora Çavdêriyê: Ji bo peşkê li Nobeda Edaletê bixin zextan dikin
13:49 NY: Di êrişa Îsraîlê de 19 zarokên filistînî hatin kuştin
13:49 Wezareta Karê Derve derbarê Sûriyeyê de daxûyanî da
13:45 Encumenên HDP’yî giliyê şaredarê AKP’yî, dozger û polîsan kirin
13:38 Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê
13:33 OHD: Di binçavan de li nexweşxaneyê îşkence li miwekîlên me hatiye kirin
13:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:06 Girtiyê nexweş Polat: Ji ber ku ez kurd im gefan li min dixwin
12:57 Ferît Şenyaşar: Dema edalet pêk hat dê kesên qedexe li ber me danîn hesabê bidin
12:52 Baroya Mêrdînê dest bi lêkolîna bûyera tecawizê ya li Dêrikê kir
11:12 Bi daxuyaniya Çavuşoglû re herêm tevlihev bû
10:36 Kartal: Divê bi şerê gel ê şoreşger bersiva êrişan bê dayîn
10:02 Dozgerê bêyî ku ji ber mirina Atmaca îfadeya karmendan bigire derket betlaneyê
09:44 Cihê wezîfeya 329 qeymeqam û 11 midûrên polîsan hat guhertin
09:04 Deriyê sînor ku AKP 11 sal in propagandaya wê dike hêj nehatiye vekirin
09:04 Rapora Nobeda Edaletê ya 522 rojan: Divê Meclis wezîfeya xwe pêk bîne
09:03 Tedawiya rojnamevan Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, tê astengkirin
09:03 Hevdîtina dayik û law: Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû maç bikim
09:03 Bi cerdevan re bazara daran: Ev çend sal in em her tim dibirin, leşker me diparêzin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2022'YAN
11/08/2022
23:56 Bûldan: HDP hêviya vî welatî ye
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin