Çalakiya greva birçîbûnê kete roja 57’an

  • rojane
  • 09:28 22 Çile 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, ket roja 57’emîn. Çalakî li Mexmûrê di roja 36’emîn, li Yewnenistanê jî di roja 19’emîn de berdewam dike.

 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya ku koma 12’emîn dewr girt, di roja 57’emîn de berdewam dike. 
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 36’EMÎN DE YE 
 
Li Kampa Mexmûrê ya girêdayî Herêma Kurdistanê jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020'an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 36’emîn de ye. 
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 19'EMÎN DE YE
 
Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriyî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 19'emîn de dewam dike. 
 
2012: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakî 68 rojan dewam kiribû. Li ser banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin. 
 
2016: 8 ROJ 
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa dest bi tecrîdek girankirî hatibû kirin. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de, çûbû Gireva Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn. 
 
2018: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di 16’ê Kanûnê de jî, girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û di 1’ê Adarê de jî, çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê nav û deng bibû. 
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn. 
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn. 
 
KESÊN ÇALAKIYA FEDAÎ PÊK ANÎN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çûn belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dayî li jiyana xwe anîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09:00 Çalakiya greva birçîbûnê 102 roj in berdewam dike
09:00 ‘Em ê li zanîngehan rê nedin tundiya zilaman’
09:00 Dadgehê ji doza Onkol Wezareta Karên Hundir mahkûm kir
09:00 Piştî 16 salan atolyeya xwe ya tekstîlê vekir
09:00 Li dijî cihêkariya zayendî jin li her derê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2021'AN
07/03/2021
22:00 Beriya 8’ê Adarê jinên di greva birçîbûnê de silav kirin
20:05 Li Midyadê kesekî dawî li jiyana xwe anî
19:58 Hejmara qurbaniyên koronayê ji 29 hezarî derba bû
19:32 Li Amedê qezaya trafîqê: 2 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:19 Kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Li Dîlokê meşa 8'ê Adarê: Em natirsin û îtaet nakin
17:29 Li Enqerê jinek hat qetilkirin
16:54 Jin vexwendin mîtîngên Amed û Wanê
16:40 Di meha Sibatê de 138 karkeran jiyana xwe ji dest dan
16:09 5’emîn Konsera Amîda diyarî jinan hat kirin
15:16 Dozger xwest aktîvîstên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin, bên girtin
15:15 Dema binçavkirina MEBYA-DER'iyan cara duyemîn hat dirêjkirin
14:38 ÎHD’ê serdana Hevseroka KCD’ê Guven kir
14:11 5 sal in bersûcên Fatma ya 13 salî nayin dîtin
12:34 Amed ji bo mîtînga 8’ê Adarê amade ye
12:03 Li Girtîgeha Tarsûsê, dest danîn ser helbesta greva birçîbûnê
10:06 Papa derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê 101 roj in berdewam dike
09:04 Girtîgeh ji bo çûna nexweşxaneyê şert danî ber girtiyan: Dest ji grevê berdin
09:04 ‘Em ê bi nasnameya xwe ya LGBTÎ+î dakevin Taksîmê
09:03 Li Wanê jin ji bo 8'ê Adarê amade ne: Ê dengê me bigihê ezman
09:03 Esnafên jin ên Mazgêrdê: Daxilî nav jiyana xebatê bibin
09:02 Li Behra Reş cotkar dest ji çandiniyê berdidin
09:02 ‘Daraz di zimanê cinsiyetparêz de îsrar dike'
09:01 Ji bo betalkirina rêziknameya derbarê hikûmxwaran de serî li Şûraya Dewletê da
09:01 Penaberê afganî û xwendekarê tibê ji bo debara xwe hemaltiyê dike
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2021'Ê
06/03/2021
20:32 Îro 11 hezar û 770 kes bi Covîd-19'ê ketin
17:12 ANYAKAY-DER: Dewlet kesên li mafên xwe digerin krîmînalîze dike
17:09 Hevdîtina jinan a mezin dest pê kir: Dilê me ji bo azadiyê lê dide
17:02 Hevserokên MEBYA-DER'ê 8 rojin li Midûriyeta Polîsan tên girtin
16:23 Li Wanê daxuyaniya roja 100’emîn: Tecrîd bila bê rakirin
16:20 Jinan li Qamişlo mîtînga 8’ê Adarê li dar xist:
Ji bo Ocalan û jin azad bibin emê têbikoşin
16:09 Ber bi 8'ê Adarê ve: Di sedsala 21'emîn têkoşîn mezin dibe
15:58 Efser: Helîkoptera li Şirnexê ket jî wekî qeza nîşan dan
15:47 Perîhan Pûlat bi qurnefîlan hat bibîranîn
15:46 ÎHD: Rewşa 61 jinên girtî giran in
15:29 ‘Ma di destên dayikan de çek hebûn?’
15:03 Leyla Guven: Em ber bi azadiyê ve dibezin
14:35 Rewşa girtiyên jin ên nexweş girantir dibe
14:34 MED TUHAD-FED: Bila tecrîd rabe û daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên winda pirsîn
13:22 Wezareta Perwerdehiyê ji bo kurdî tenê 3 mamoste tayîn kir!
12:23 Papa bi Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstasî re hevdîtin kir
12:16 Xizmên Windayan li kujerên Bedriye Gumuş pirsîn
12:07 Dede: Heta ku daxwazên girtiyan werin qebûlkirin em ê têbikoşin
12:06 Ji Ayla Akat Ata peyama 8’ê Adarê: Wê dengê me bi dengê jinan re olan bide
11:46 Esnafên Amedê: ‘Asayîbûyîn’ wê nekare kavilê salekê rake
11:02 Ji bo vegerin karê xwe di nobetê de ne
11:02 Di 28 salan de 38 helîkopter ketin an hatin xistin
10:40 Sarisaç ê li ber walîtiyê çalakî li dar xist: Em ê paş ve gav neavêjin
10:28 Ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya Wanê destûr hat dayîn
10:19 Çîroka dayika Ferîde
10:12 ‘Zilam’ zextê li Bazara Semtê ya Jinan dikin
10:00 48 jinên rojnamevan 8’ê Adarê li girtîgehan pêşwazî dikin
09:33 50 car hat binçavkirin û 3 caran ket girtîgehê
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê 100 roj in berdewam dike
09:07 Bijîşk Şîn: Ê rehawet hejmara pêketiyan zêde bike
09:07 'Ê ku dibêjin xizanî tune, bila werin li halê me binêrin'
09:06 ‘Kes nikare têkoşîna jinan asteng bike'
09:04 Bi awayê onlayn kurdî hînî 4 hezar kesî kirin
09:04 Êlih ji bo 8'ê Adarê amade ye
09:03 Karkerên tekstîlê yên jin: Em ne gotinên xemilandî, mafê xwe dixwazin
09:02 '20 sal in çandinî her diçe kêm dibe'
09:01 'Bi têkoşîna bi hev re serketin pêkan e'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2021'AN
05/03/2021
23:56 Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 3 kesên din jî hatin girtin
21:03 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 28 hezar û 901
16:39 Jin xwe ji 8'ê Adarê re amade dikin: Tu hêz nikare berxwedana jinan bişikîne
16:25 Dozgeriyê demê binçavkirina HDP’iyan dirêj kir
16:25 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Can hat binçavkirn
16:18 Wezareta Edaletê: Tecrîd nayê pirsîn
15:53 Papa Francis li Bexdayê ye
15:48 Di lêkolîna Doza Kobanê de banga li dijî DAIŞ’ê wek delîltiya şênber hat hesibandin
15:16 Başaran: Di nêrîna jinan de tu girîngiya desthilatdariyê nemaye
15:08 Li Botanê jinan lezdan xebatên 8'ê Adarê
14:35 Bûldan û Sancar: Girtina partiyê wê krîzan kûrtir bike
14:31 Li gorî rapora Freedom House’yê Tirkiye li paş maye
14:16 Li Bedlîsê mirina jinekê ya biguman
14:07 Ji ber ku sûcdarî ber bi qeyûm ve çû biryara beraetê derket
13:52 Destûr nadin kes biçe cihê ku helîkopter lê ket xwarê
13:48 3 girtî bi îşkenceyê sewqî Îzmîrê kirin
12:54 Sefîrê Avûstralyayê li Mêrdînê hin seredan kirin
12:34 Wekîlên HDP’ê li ber avahiya walîtiyê dest bi çalakiyê kirin
11:46 Doza Hrant Dînk a li bendêbû biryar bê dayîn hat taloqkirin
11:35 Gergerlîoglû serî li AYM’yê da
11:13 Polîsan kolana avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê dorpêç kirin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 99'emîn de ye
09:00 Banga ji bo mîtînga 8'ê Adarê: Em qadê bi reng û tilîliyên xwe bixemilînin
09:00 Dayika ku cezayê girtîgehê lê hat birîn: Em ji malên xwe derkevin
09:00 Dayikên Aştiyê: Ne tecrîd, em aştiyê dixwazin
09:00 Fiyet du qat biha bûn, esnaf hindik maye top bavêje
09:00 Ne tenê rojek, her roj têkoşîn
09:00 'Êm ê bi karekî biewle, jiyaneke bêtahde û wekheviyê dakevin qadan'