Greva birçîbûnê di roja 55'emîn de dewam dike

  • rojane
  • 09:27 20 Çile 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 55'emîn de berdewam dike. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan di roja 55’emîn de berdewam dike. 
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 34’EMÎN DE YE 
 
Li Kampa Mexmûrê ya girêdayî Herêma Kurdistanê jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020'an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 34’emîn de ye. 
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 17'EMÎN DE YE
 
Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriyî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 17'emîn de dewam dike. 
 
2012: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakî 68 rojan dewam kiribû. Li ser banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin. 
 
2016: 8 ROJ 
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa dest bi tecrîdek girankirî hatibû kirin. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de, çûbû Gireva Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn. 
 
2018: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di 16’ê Kanûnê de jî, girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û di 1’ê Adarê de jî, çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê nav û deng bibû. 
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn. 
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn. 
 
KESÊN ÇALAKIYA FEDAÎ PÊK ANÎN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çûn belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dayî li jiyana xwe anîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin