Bendava Ilisûyê dê Geliyê Botanê tune bike

img

SÊRT - Bendava Ilisûyê, bi Geliyê Dîcleyê re dê bandorê li jîndariya Geliyê Botanê ku weke "Parqa Neteweyî" hatiye îlan kirin jî bike. 

Geliyê Botanê ku yek ji geliyên girîng ên Mezopotamyayê ye. Bi jiyana jîndarî û rêyên xwe yek ji geliyên ku kêm tê dîtine. Çemê Botanê ku di gelî de derbas dibe, di nav çavakniyên girîng avê yên herêmê de cih digire. Bendava Ilisûyê ku dê bi Çemê Dîcleyê re bi awayekî neyînî bandorê li Çemê Botanê jî bike. 
 
CÛREYÊN NEBATAN
 
Bendava Ilisûyê ku li hîzaya gundê Germavê yê Mêrdînê li ser Çemê Dîcleyê hatiye çêkirin, bi giştî 199 cîwarên Mêrdîn, Sêrt, Şirnex û Êlihê di bin avê de dihêle. Di nav van cîwaran de Heskîfa xwediyê 12 hezar salan û bajarê bendergeh ê yekemîn ê Mezopotamyayê Tel-Fafan (Tile Navro) jî hene. Dê bendav bandoreke neyînî li Geliyê Botanê jî bike. Geliyê ku bi asêbûn, berwarên rast û cûreyên zîndewaran, xwediyê xweşikiya sirûştî ye, nezî 500 cûreyên nebatan û120 cûreyên sewalan lê hatine tespîtkirin. Tê gotin ku ji ber ku ji aliyê pisporan ve lêkolînên baş nehatine kirin, dibe ku cûreyên nebatan di seriya hezarî de be. 
 
RÊYÊN KEVNARE DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN
 
Geliyê Botanê, ji bilî cûrbicûriya jîndarî her wiha qadên xwe yên arkeolojîk jî yek ji geliyên ku kêm tê dîtine. Beşeke rêya Akabe ya kevnare ku li seranserê Cîhanê tenê 3 rêyên bi vî rengî hene û navenda bajarê Sêrtê bi Geliyê Botanê û Çemê Botanê ve girê dide jî di bin avê de dimîne. Tê payîn ku ev rê 3 hezar û 500 salî ye. 
 
'PARQA NETEWEYÎ' HAT ÎLANKIRIN
 
Geliyê Botanê ji aliyê Serokkomariyê ve di 15'ê Tebaxê de weke 'Parqa Neteweyî' hat îlnakirin û sînorên wê heta Tiloyê dirêj dibe. Li gel ku weke 'Parqa Neteweyî' hat îlnakirin jî beşeke girîng a gelî di bin avê de dimîne. 
 
DÊ RÊYÊN KOÇERAN BÊN GIRTIN
 
Her wiha bendav bi qadên dîrokî re dê bandoreke neyînî li çanda koçeriyê ya herêmê jî bike. Ji ber ku weke 'Parqa Neteweyî' hat îlnakirin li beşên gelî destûr nayê dayîn ku sewalkarî bê kirin û bi bilindbûna avê re rêyên derbasbûna koçeran jî dê bên girtin. 
  
MA / Metîn Yoksû