Bi belgefîlma ‘Jeotermal Yettî Garî’ bal kişandin ser talana bi JES'an tê kirin

img

ÎZMÎR - Derhêner Mûrat Yuksel û rojnamevan Onûr Yildirim, belgefîlma "Jeotermal Yettî Garî" çê kirin. Yuksel û Yildirim ji bo belgefîlmê li 20 gundan geriyane û bi belgefîlmê bal dikişînin ser talankirina xwezayê ya ji ber JES'an pêk tê. 

Di sala 2007'an de bi qanûna jeotermal û madenê re li Aydinê hejmara Santralên Enerjiyê yên Santralê (JES) zêde bûn. Ji ber van JES'an jiyana giyaneweran û qadên çandiniyê tarûmar bûn. Li ser vê Derhêner Mûrat Yuksel û rojnamevan Onûr Yildirim ji bo bal bikişînin ser talankirina xwezayê ya bi JES'an tê kirin bi navê "Jeotermal Yetî Garî" belgefîlmek çê kirin. Yuksel û Yildirim ji bo belgefîlmê çê bikin li 20 gundan geriyane. Belgefîlmê bi desteka Bernameya Belgefîlman a Yekîtiya Ewropayê hatiye amadekirin. Belgefîlm 30 deqe ye. 
 
‘AYDIN HATIYE TARÛMARKIRIN' 
 
Belgefîlm, di 6'ê Cotmehê de hat nîşandan. Yuksel, bal kişand ser JES'an û bandorên wê û got, ji ber JES'an xwezaya Aydinê tarûmar bûye û got: "Deşta Aydinê bi hesinan hatiye dorpêçkirin. Ev mirov, ji bo berjewendiyên xwe mafê jiyanê binpê kirine." 
 
Yuksel, di belgefîlma xwe de cih daye çîroka Nûrûllah Daniş ku ji gundê Resîkoyê ye û ji ber JES'an çermê wî şewitiye û 52 rojan li nexweşxaneyê maye. Yuksel, di belgefîlmê de di ser Daniş re îşaret bi têkoşîna wî ya ji bo jiyanê, têkoşîna wî ya di warê hiqûqî de dike û bal dikişîne ser talankirina xwezayê. 
 
Her wiha Yuksel, ji bo têkoşîna gundiyan a li hemberî JES'an jîg ot: "Ruhê berxwedanê yê gunduyan ji ber çanda wan î têkoşer e. Yanî ev mîrateya têkoşînê ji Şêx Bedrettîn, ji Borukluce, Torlak Kemal, Pir Sûltan tê."