Nobeta Çiyayê Kazê di roja 70’iyan de ye: Projeyê rawestîn in

img

ÇANAKKALE - “Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayê Kazê di roja 70’iyan de dewam kir. Dildaran, daxwaza ya rawestandina jêkirina daran û projeyê nû kirin. 

“Nobeta Av û Wijdanê” ya li dijî projeya madenê ya zêr a tê xistin li Çiyayên Kazê bê avakirin dest pê kir, di roja 70’iya de dewam kir. Welatiyên bajêr û navçeyên derdorê hatin cihê Çiyayên Kazê û qada nobetê ziyaret kirin. Li qada ku nobet lê didome pankartên “Bila Çiyayê Kaz nebe Çiyayê Rantê” û “Li Çanakkale, dar bi xwînê hatin avdan” hatin daliqadin. 
 
Dildarên li qadê nobet digirin û ziyaretvan heya qada şantiye ya 200 dar lê hatibûn birîn meşiyan û di dema meşê de, bênavber dirûşmeya “Ev hê destpêkê, em ê têkoşînê dewam bikin” berz kirin û li fitîkan xistin. Dildaran piştî meşê daxwaza ya rawestandina jêkirina daran û projeyê nû kirin.
 
‘WÊ BEŞDARÎ MÎTÎNGA EKOLOJIYÊ BIBIN’
 
Girse heya demekê li şantiyê rawestiyan û dûre vegeriyan qada nobet lê berdewam dike. Dûre biryar hat girtin ku li ser navê dildaran çend kes beşdarî mîtînga ekolojî ya di 26’ê Cotmehê li Enqerê bê lidarxistin, bibin.