Nobeta li Çiyayê Kazê 2 mehên xwe tije kirin

img
ÇANAKKALE - Nobeta li Çiyayê Kazê 2 mehên xwe tije kirin. Çalakgeran li dijî projeya madenê ya zêr daxwaznameyên giliyê nivîsandin. 
 
Çalakiya "Nobeta Wîjdan û Avê" ya li dijî şîrketa Alamos Gold a Navenda wê Kanada ye û taşerona wê ya herêmî ya Madenvaniya Dogu Biga 60 rojin dewam dike. Bi dehan welatiyên ji navçeyên Stenbol û navenda bajarê hatin û beşdarî nobeta îro bûn. Li qada nobet lê berdewam dike, pankartên “Bi yekbûyînê em qezenc bikin” û “Şirketa Zêrvan Kîrazlî terk bike” hatin daliqandin. 
 
BI MEŞÊ BERTEK NÎŞAN DAN
 
Welatiyên ji navenda bajêr û navçeyên cuda yên Stenbolê hatin beşdarî nobetê bûn û dildarên nobetê digirin, nêrînên xwe parve kirin. Girse dûre ji qada Balaban, heya qada şantiyê ya 200 dar lê hatin birîn meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Ev dest pê kê, em ê têkoşîna xwe dewam bikin,” û “Xwedî hewa, av û axa xwe derkeve” hatin berzkirin. Dildarên nobetê li ber deriyê şantiyê, derbarê texrîbatên ekolojiye de agahî dan beşdarvanan.
 
GELÎ KIRIN
 
Dildarên nobetê û ziyaretvan, heya demekê li ber deriyê şantiyê rawestiyan û cardin vegeriyan qada Balabanê. Girseyê dûre derbarê Wezareta Jêderka Enerjî û Xwezayê de daxwaznameyên gilîkirinê nivîsandin.
 
Nobet, bi lidarxistina panel û forûman dewam kir.