Mêrsînî santrala nukleerê naxwazin

img
MÊRSÎN - Li Mêrsînê, welatiyan diyar kirin ku ew li Akkûyûyê santrala nukleerî naxwazin û gotin, divê dewlet berê xwe bide çavkaniyên enerjiyê yên venûker. 
 
Li Mêrsînê, diyar kirin ku ew li Akkûyûyê santrala nukleerê naxwazin û gotin, ji dêvla wê bila çavkaniyên enerjiyê yên venûker hebin. 
 
Welatiyê bi navê Vedat Tekîn, diyar kir ku ev santral wekî çekekê ye û got: "Ji ber em ê nikarin rê li ber dewletê bigirin em nikarin tiştekî bêjin. Xwedê dawiya me bi xêr bike." Xwendekara zanîngehê Fatma Açiksû jî, anî ziman ku di warê zirarên ku dê santrala nukleerî bide de pir ne serwext e, lê belê ev snatral wê bibe sedema felaketeke mezin û got: "Gava dibêjin santrala nukleerî, tenê Çernobîl tê bîra min. Facîa ye. Welatên wekî Japonyayê bi xwe dev ji santralên nukleerê berdane, lê hîn jî fêm nakim çima em çê dikin. Pêdivî pê tune ye. Hikûmet gele tiştên tewşomewşo dike. ev jî yek ji wan tişta ye." 
 
Ummuhan Tûna jî, anî ziman ku wê santral zireke mezin bide xweza, mirovan û her tiştî û got: "Naxwazim bê çêkirin. Ji xwe ev welat ne welatekî ev qasî pêşektî ye. Welatên wekî Japonyayê welatine ku her tiştî dinirxînin. ew çê bikin belkî bibe, lê ji bo me hîn pir zû ye." 
 
‘POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ PÊŞEROJÊ TUNE DIKE' 
 
Ahmet Aksoy, jî diyar kir ku çêkirina santralê bi her awyaî îdeolojiya dewletê ye û got: "Pêdiviya dewletê bi enerjiyê heye, lê dikare enerjiyeke hîn paqij hilberîne. Em bi Fûkûşîyamayê dizanin. Emd izanin bi çêkirina santralê re hemû ebrmayiyan davêjin behrê. Li devereke ku xetên fayê kêm in santral tê çêkirin. Dewlet ji bo berjwendiya xwe çê dike. Sedema vê jî nêzîkatiya wê ya bi Rûsyayê re ue. Polîtîkayn dewletê pêşerpjê mahf dikin. Bi ya min ji dêvla dikarin enerjiyên venûker û paqij ên wekî tav û bayê bin." 
 
‘NE DI XEMA KESÎ DE YE' 
 
Mehmet Guneş jî destnîşan kir ku modeya santrala nukleerê derbas bûye û got, ger tiştek biqewime wê vegera wê tune be. Guneş, got: "Eger tiştek biqewime tenê ne bajarê me û ev welat, wê welatên Behra Spî jî zirarê jê bigirin. enerjiyên hîn erzantir hene. Li hêla Sîlîfkeyê tim ba hêl dibe. Mesela dikarin li wir enerjiya bayê hilberînin. An jî enerjiya tavê. Li gelek welatan santralên nukleerê tune ne. Wê bide sedema zirareke gelek mezin." Ahmet şen jî, got: "Li vî welatî mirov û xwea ne di xema kesî de ye. Dewlet tenê li alîgirên xwe difikire. Li îktîdara xwe difikire. KeEm enxweş ketine, pençeşêr li me peyda bûye, di xema kê de ye." 
 
MA / Ergin Çaglar