Li Heskîfê masî di talûkê de ne

img

ÊLIH - Li Heskîfê, pira ji bo barkirina avahiyên dîrokî hat avakirin, pêşiya koçkirina masiyan digire. 

Li navçeya Heskîf a Êlihê avakirina Bendava Ilisû dewam dike. Pira ji bo barkirina avahiyên dîrokê yên Heskîfê ku dê dibin avê de bê hiştin, hat avakirin, pêşiya koçkirina masiyan digire. 
 
Pira ji bo barkirinê hat avakirin, ji ber ferqa bilindbûnê, li pêşiya masiyên hewl didin biçin herêmên bilind dibe asteng. Perpitînên masiyên di  karmerayê de jî xuya dike, ji ber ferqa bilindbûnê nikarin derbas bibin û wisan dibe mirova dikare bi destan masiyan bigire. Ev talûkeya ku masî dijîn, ne di xema raydaran de ye û heya niha tu tedbîr nehatine girtin. 
 
Di demsala penabertiyê ya îsal de, masiyan nekarin derbikevin herêmên bilind û li dûra ligên pire kom bûn. Ligel ku qedxeye masî bên girtin jî, bi hezaran masî îsal hatin girtin.
Rayedar li hemberî vê rewşê xemsar tevdigerin û balkêşe ku tu tedbîran nagirin.