‘Çekirina cemxaneyê dê Munzurê tune bike’

img
DERSIM – Meclîsa Bila Munzur Azad Biherike bertek nîşanî cemxaneya dê li Munzur Gozelerê bê çêkirin da û got: “Cemxane wê hem avê qirêj bike û hem jî wê Munzur Gozelerî winda bike.” 
 
Bertekên li dijî çêkirina cemxaneya ji aliyê Komeleya Gundê Ziyaret ve dixwaze li Munzur Gozelerî yên navçeya Pilîmûriye ya Dersimê bê çêkirin zêde dibin. Meclîsa Bila Munzur Azad Biherike ya ji saziyên civakî û partiyên siyasî yên li Dersimê pêk tê li dijî vê çêkirina cemxaneyê daxuyanî dan û bertek nîşan dan. Gellek nûnerên partiyê siyasî û nûnerên saziyên civakî tev li bûn. 
 
‘DERSIM DI BIN TALANKIRINA EKOLOJIYÊ DE YE’ 
 
Li ser navê Meclîsê Wekîlê Serokê Şaredariya Pilîmûriye Hasan Geçgîl axivî û bal kişand ser projeyên li Dersimê tên çêkirin û got: “Xweza û dîroka Dersimê di bin gefên talankirinê de ye. Heke cemxane li Munzur Gozelerê bê çêkirin, dê çem, gelî û gozelertune bibin. Bi vê çêkirina cemxaneyê rê dê rê li îmara gozeler bê vekirin. Ev jî talûkeyê dide derdorê. Em wek dersimiyan xwedî li nirxên xwe derdikevin. Em ê mafê jiyanê ji projeyên qadên me jiyanê û cihê pîroz tune bikin nas nekin.” 
 
Piştî daxuyaniyê nûneran yek bi yek mafê axaftinê girt û li dijî projeyê nerazîbûnên xwe anîn ziman.