Antmenê CHP’î: Santralê Termîk û fabrîkayên çîmentoyê xwezayê gemartir dikin

img

MÊRSÎN – Parlamenterê CHP’ê Alpay Antmenê rexle li projeya Santrala Hêza Nuklerî ya Akkuyuyê kir got ku piştî santra nukleerî temam bibe dê li derdora santralê santralên termîk û fabrikayên çîmentoye bên lêkirin. Ev jî dê hê pirtir xwezayê gemar bikin. 

Li gel hemu bertekên raya giştî roja 3’yê Nîsanê temele Santarala Hêza Nûkleerî ye Akkuyuyê (NGS) li Gulhana Navçeya Mêrsînê hat avêtin. Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Mêrsînê Alpay Antmen bibîr xist ku bi vê projeyê xweza dê pirtir gemar bibe. Li gel ku ji sedî 86’ê bajêr lêkirina santrala nûkleerî nedixwest jî temel hat avêtin. 
 
'BANDORA VÊ DÊ ABORIYÊ TÊK BIBE'
 
Antmen bal kişand ser rapora ÇED a Yargitayê erênî dît û wiha got: “Me li dijî biryara Yargitayê doz vekir. Li bendêne ku demeke zûtir biryar bê dayîn. Em dê li gor biryara derkeve helwesata xwe diyar bikin. Em pê bawerin ku rojek ji rojan hiquq bi ser bikeve û dev ji van biryaran bê berdan. Helwesta me ya têkoşîna li dijî nûkleera santral heta hetaye. Heta niha helwesta lêkirina 3 satralên nûkleerê hebûn niha ev daxwaz derket 4’an. Ne pêkane Aboriya Tirkiyê karibe xwe ji binê vê rizgar bike.”
 
‘BIHAYÊ CERYANÊ DÊ 3-4 QAT ZÊDEBE’
 
Antmen îdia kir ku piştî lêkirina santralan dê 3-4 cent zêde heqê ceyranê bê dayîn û wiha pêde çû: “Îro faturaya ku 100 TL tê dê piştî lêkirina satralên nûkleerî 300-400 TL were. Satrala ne di xizmeta gel de ne. Berovajî hê pirtir xesarê bide gel. Ceyrana ji van santralên nûkleerê bên hilberandin jî herî kêm dê 15 sal ji bo deynê santralê bê dayîn. Ev pere dê ji bêrîka karker, esnaf û me giştiyan derkeve.”
 
Parlamenterê CHP’ê Antmen karesata Çernobîl û Fukuşîmayê bibîr xist û vê hişyariyê kir: “Heke teqîneke wisa pêk bê ligel Mêrsînê bandor li hemû herêma Derya Spî bike. Na ku karesateke nûkleerî neqewime jî piştî lêkirina santralan dê li derdora santralan fabrîkayên çîmentoyê û stralên termîkan bên lêkirin. Ev jî dê xwezaya heyî hê pirtir gemar bike."
 
‘AVA DERYAYÊ DÊ 2 DERECE GERM BIBE’
 
Antmen destnîşan kir ku prsgirêka ava sarkirinê ya santrala nûkleerê nehatiye çareserkirin û mijarê wiha anî ziman: “Ava Derya Spî ji ber santrala nûkleerî dê 2 derece germ bibe. Masî ji ber germa zêde bimrin. Çandinî, sewalvanî û turîzm ji holê rabe. Di şert û merceke wisa de mirov dê li vê herêmê çi bike?  Heke wisa be werin em derî li Mêrsînê dadin û biçin. Mafê kesî nîne ku ji bo berjewendiyê hin kesan xesarê bide malê gel, hawirdora gel gemar bike û aramiya gel xira bike. Ji ber vê jî divê em jiyana xwe radestê kesek nekin.”
Antmen da zanîn ku ew ê gel agahdar bike û gotinên xwe wiha bidawî kir: “ Baweriya me heye ku dê rojek hiquq bi ser bikeve û têkoşîna me ya hiquqê heta dawiyê bidome. Agahiyên li ser xesarên santralên nukleerî emê hem bidin partiyên siyasî û hem jî bidin gel. Heke dixwazin bila bên em ji bo wan li ber Santralê xanî lêkin û bila werin ligel malbata xwe li wê bijîn. Ewqa dixwazin satrala nûkleerî lêkin bila werin li herêmên satralên lêdikin bijîn.”
 
 MA/ Cemîl Ugur