Zozanên Hesendînê îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin

img
AMED - Herêma Hesendînê ku bi têkoşîna xwe ya li dijî madenê di rojevê de ye, îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin. Welatiyên çûn herêmê, xwestin xebatên hatine destpêkirin bên sekinandin. 
 
Li Herêma Hesendînê ya navçeya Pasûrê ya Amedê ku bi têkoşîna xwe ya li dijî xebatên madenê di rojevê de ye, îcar jî ji bo baregeha leşkerî xweza tê talankirin. Bû 15 roj ku li herêmê ji bo avakirina baregeha leşkerî xebatên çêkirina rêyê tên kirin. Welatiyan, ji bo sekinandina çêkirina rêyê li herêmê çalakî li dar xistin. Welatiyên ku li dijî xebatên lêgerîna madenê di çalakiyê de ne, di dema çalakiyê de gotin qey rê ji ber madenê tê kirin lê piştre hîn bûn ku ji bo avakirina baregeha leşkerî tê çêkirin. Şêniyên herêmê, ji bo lêkolînkirina vê rewşê û geşedanan, bi şandeyekê çûn cihê xebatê. Dema welatiyan xwestin xebat bên sekinandin, ji leşkeran hîn bûn ku rê ji bo baregeha leşkerî tê çêkirin. 
 
Şêniyên herêmê, rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komîsyona Bajar û Hawirdorê ya Baroya Amedê, endamên Komîsyona Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê û endamên Komeleya Ekolojiyê çûn cihê xebatê. Şêniyên gund ên çûn cihê xebatê dîtin ku darên li herêmê ji rih ve hatine derxistin û xwestin ku xebatên çêkirina rêyê ya ber bi herêma Darmoriyê ve bên sekinandin. 
 
DÊ BAREGEHA LEŞKERÎ BÊ AVAKIRIN
 
Piştî ku şêniyên gund çûn cihê herêmê, leşker û cerdevanên li deverên bilind bicih bûbûn jî daketin qada xebatê. Fîrmayeke li Îzmîrê hatiye anîn xebatên çêkirina rêyê dimeşîne. Leşkerên ku hatin cihê bûyerê, ji şêniyên herêmê re gotin ku rê ne ji bo “lêgerîna madenan lê ji bo baregeha leşkerî tê çêkirin.” Şêniyên gund jî bertek nîşan dan û gotin ku di serdemeke qala çareseriyê tê kirin de baregehên leşkerî tên çêkirin. Welatiyên bi leşkeran re hevdîtin kirin, ji fermandarê qereqolê xwestin ku xebatên çêkirina rêyê bên bidawînkirin. Gundiyan gotin ku nexwe dê çalakiyên xurtir li dar bixin û piştre ji hatin. 
 
Welatiyên Hesendînê dan zanîn ku dê têkoşîna wan a li dijî çêkirina rêyê ku rê li ber talankirina xwezayê vedikin û ji bo avakirina baregeha leşkerî tê kirin, bidome.